Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

  • jin
  • 12:42 30 Kanûn 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçeçî ya sala 2023'yan nirxand, diyar kir ku li dijî êrîşên destkeftiyên jinan wê di sala nû de têkoşîna jinên rêxistinkirî were zêdekirin û got: "Em careke din soza xwe dubare dikin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçeçî têkildarî nirxandina sala 2023'yan li Buroya Şewirmendiyê ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Bahçecî, diyar kir ku jinan li dijî desthilatên faşîst ên merserwer, sala 2023’an li ber xwe dan û wiha got: "Jinan hevgirtina enternasyonal mezintir kirine, slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku hêza xwe ji îdeolojiya rizgariya jinê distîne, veguherandine serhildaneke ku bandora xwe li ser Rojhilata Navîn dike. Vê serhildanê diyar kiriye ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, li hemberî hemû desthilatên rastgir ên li dinyayê wekî tekane tevgera îtîraz û qebûlnekirinê derketiye holê. Dînamîka sereke ya vê îtîraz û qebûlnekirinê jî bêguman Tevgera Jinên Kurd bûye. Xala hevpar a têkoşîna jinan a ku di şexsê Jîna Emînî de li Îranê bû girseyî, ji danheviya 30 salan a Tevgera Jinên Kurd referans stendiye. Her çiqas Tevgera Jinên Kurd ji aliye desthilatê ve dixwaze were krîmînalîzekirin jî, hatiye asta ku îlhamê dide têkoşîna jinên cîhanê. Dema ku Weqfa Paûl Grûnînger Xelata ‘Mirovayetî û Cesaretê’ da Ayşe Gokkan a ku berdevka serdema berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) bû, careke din îspat bûye ku Tevgera Jinên Kurd gelek tişt li têkoşîna jinên cîhanê zêde kiriye û perspektîfek pêşkêş kiriye. 
 
'TEVGERA JINÊN KURD HIŞMENDIYA ZAYENDIYÊ AVA KIRIYE' 
 
Rastiyeke berbiçav e ku li dijî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê, li Tirkiye û Kurdistanê berxwedana jinan xuya ye. Êrîşên li dijî jinên têkoşer û destkeftiyên wan, ev rastî îspat kiriye. Tevgera Jinên Kurd hişmendiya zayendiyê ava kiriye û girêdayî vî tiştî di qada siyaseta demokratîk de serweriya mêran qels bûye. Dewletê tehamulî van tiştan nekiriye û bi metodên wekî binçavkirin, girtin û kuştinê êrîşî jinan kiriye. Lê jin li dijî tacîza darazê li eywanên darizandinê ketine pozisyona ku didarizîne, li hemberî kuştinan hêrsa xwe veguherandine rêxistinkirinê û bi van awayan bersiv dane polîtîkayên qirêj ên dewletê." 
 
'DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA ROJAVA BÛNE HÊVÎ' 
 
Bahçecî, bi lêv kir ku dewletê di heman demê de êrîşî destkeftiyên jinan jî kiriye û wiha berdewam kir: "Dewletê hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye, bi Biryarnameya Serokkomariyê di şevekê de ji Peymana Stenbolê derketiye û pê re jî qanûna bi hejmara 6284’an jî ji nîqaşê re vekiriye. Jinan ji bo parastina destkeftiyên xwe li kolan, meclîs û saziyên xwe yên rêxistinkirî, îtîrazên xwe bilindtir kirine û ji aliyê din ve destkeftiyên Şoreşa Rojava jî ji Rojhilata Navîn re bûye hêvî. Rêveberiya Xweser a Rojava, di du salên dawîn de tevî gelên herêmê û pêkhateyên xwe gelek civîn li dar xistiye, tevî sererastkirinên di 99 xalan de, Peymana Civakî ya ku ji 134 xalan pêk tê, qebûl kiriye. Bi vî tiştî re, mecbûriyeta ku divê ne hiqûqa dewletê lê hiqûqa civakê were avakirin, wekî peywirekê daniye ber me." 
 
'DI SERDEMA AKP'Ê DE PÊŞÎ LI KUŞTINA JINAN HATIYE VEKIRIN'
 
Bahçecî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li aliyê din dewleta tirk a ku êrîşên xwe yên li ser Rojava berfireh kiriye, di îdeolojiya xwe ya fermî de, mezinbûn û geşbûna Tevgera Jinên Kurd û rêxistinkirina têkoşîna navneteweyî jî ji xwe re kiriye hedef. Ji ber ku Tevgera Jinên Kurd di pêşxistina hişmendiya zayendî ya jinên gelên din de jî roleke rast û mezin pêk aniye. Tevgera Jinên Kurd bi tecrubeya xwe ya têkoşîna bi dehan salan û pratîka xwe; têkoşîna jinên neteweya serwer jî tê de, bandorek ava kiriye û ji ber vê jî bûye hedefa dewleta mêran. Bi taybetî di serdema AKP’ê de kuştina jinan zêde bûye û pêşiya kuştinan hatiye vekirin, ev jî tolstendina ji Tevgera Jinên Kurd e, ji ber ku Tevgera Jinên Kurd îdeolojiya têkoşîna jinan, di nav beşên civakê yên herî jêr de jî belav kiriye. Sûîqastên li dijî pêşengên Tevgera Jinên Kurd ku bi Sakîne Cansizan dest pê kir, bi Sêvê Demîr, Hevrîn Xelef, Nagehan Akarsel û Evîn Goyiyan re domiya, nîşaneke din a polîtîkayên tolhildanê ya dewletê ye. 
 
RÊBAZÊN ÊRIŞÊN MÊTÎNGERIYÊ YÊN LI DIJÎ JINÊN KURD NEGUHERÎ YE
 
Ji Rindêxan, Zarîfe û Bêrîtanan heta roja me ya îro, rêbazên êrîşên mêtingeriyê yên li dijî jinên kurd neguheriye. Ev êrîş di asta dewletê de ji xeynî metodên leşkerî bi metodên siyasî û civakî jî domiyaye. Di salên 1990’î de, êrîşên li dijî jinên Kurd, ji ser teşhîrkirina bedena jinê domiyaye, heta îroj hatiye û ev tişt wekî metoda şerê taybet hatiye diyarkirin. Çawa ku me di êrîşa li ser Ekîn Wan de dît, feraseta mêtingeriyê hêrsa xwe ya li hemberî têkoşîna jinên Kurdistanê bi metodên qirêj nîşan daye. Ji sala 2016’an vir ve ne tenê li ser bedenên jinên kurd şer tê meşandin, di heman demê de li dijî têkoşîna jinan, êrîşên siyasî jî hatine meşandin. Di êrîşên li ser Îpek Er, Gulîstan Dokû û êrîşên wisa de, dewletê li dijî gelê kurd bi taybetî jî li dijî jinan di şerê qirêj de israr kiriye û ev bûye wekî polîtîkayeke fermî. Çawa ku faşîzm bi awayê herî paşverû yê emperyalîzm û fînans kapîtalê ye, vê konsepta şerê qirêj yê ku Netewe Dewleta Tirkiyeyê li dijî jinên kurd dike jî, di warê metodê de awayê dawîn ê neçariya wê ya di şerê li dijî kurdan de ye. 
 
Ev wekî polîtîkaya tepeserkirinê ye ku Îsraîl çawa têkoşîna mafdar a gelê Filistînê tepeser dike. Netewe Dewleta Tirkiyeyê ya di bin rêveberiya Erdogan ku rexnekirina Îsraîlê ji ser zimanê wî nakeve, di warê hiqûqa şer de jî tu ferqa wan û Îsraîlê tune ku jixwe di pênaseya fermî ya dewleta Îsraîlê de jî peyva ‘netewe’ heye. Di heman demê de me di şerê Îsraîl û Filistînê de jî dît ku kirinên Tirkiyeyê wekî yê aqilê şer ê Hamasê ye. Ev şer jî ji ser bedena jinê dest pê kiriye, li kolanan bi êşkenceya li ser jinan, bi belavkirina dîmenên êşkenceyê û bi taybetî jî bi girtina jinan û bi kuştina jinan û zarokan domiyaye. 
 
JINAN JI BO KU LI HERÊMA ERDHEJÊ JÎ JIYANÊ JINÛVE AVA BIKIN GELEK KED DAN
 
Êrîşên li dijî jinan ne tenê di aliyê siyasî de, di aliyê civakî de jî berdewam kiriye. Erdheja di 6’ê Sibatê de ya ku navenda wê Mereş bû, bandor li gelek bajarên Kurdistanê kir û rûxandin li qadeke berfiref belav bû. Ligel ku bobelatek wekî erdhejê bû, ji aliyê desthilatê û hemû siyasetên li dijî desthilatdariyê, veguherî şerekî mêran. Ji xeynî rêxistinên jinan, ji bo jinên di vê erdhejê de mexdûr bûne tu xebateke girîng nehate kirin û tu tiştek nehate gotin. Em bûne şahid ku pêdiviyên taybet ên jinan wekî ‘tiştên şerm’ hatine dîtin, li lîsteyên pêdiviyan nehatine zêdekirin. Li holê tu dane tuneye ku jinên ducanî yên ji erdhejê rizgar bûne, di şertên çawa de karine zarokên xwe bînin dinyayê. Zarokên ku dê û bavên wan mirine, wekî polîtîkayên sala 1938’an ên li Dêrsimê birine bajarên rojavayê Tirkiyeyê, li wargehên van bajaran hatine bicihkirin û aqûbeta wan hatiye windakirin. Bi giştî siyaseta ku li dijî polîtîkayên hikûmetê tê meşandin, di meseleya erdhejê de jî bi zimanê mêran hatiye avakirin. Lê jinan, weke li her qadê li herêma erdhejê jî ji bo ku jiyanê ji nû ve ava bikin, gelek ked dan. Piştî erdhejê ya ku navenda wê Mereş bû, dewleta ku bi pîrozbûna xwe pesnên xwe dida, nekarî kavilan û xirbeyan rake lê jinan li bajarên ku rûxandin pêk hatiye jî bi hişekî kolektif, di nav bajarên rûxiyayî de, derfeta avakirina ji nû ve ya jiyanê ava kirine. Lê belê desthilatê tehamulî van derfetan jî nekir û ferman da ku konên hevgirtinê yên li bajarên konteyniran bila were rakirin, bi awayekî zordest, bi rêya hêzên ewlekariyê mudaxeleyî qadên jiyanê kiriye. Navendên koordînasyona krîzê jî bi metoda ku herî baş dizane, bi rêya qeyyûman desteser kiriye. 
 
JIN RIZGARIYA XWE DI KONFEDERASYONA JINAN DE DIBÎNIN
 
Helbet ev rewşa ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe, nabe ku ji tecrîda 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye, cihê were nirxandin. Desthilata ku êdî tecrîd veguherandiye şêwaza rêveberiyê, nahêle ku rêzdar Ocalan ê ku îradeya xwe ya çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane nîşan daye, denge xwe bigihîne derve. Desthilatdarî ya ku hêzê ji awayê rêveberiya li ser esasê zext û zordestiyê distîne, li hemberî Kurdan hiqûqa dijminatiyê bêyî navber didomîne, bi vî awayî peyama xwe dide beşa dîtir a civakê jî. Lê belê ev siyaset ne berhema demeke kurt e, berdewamiya pêvajoyeke dîrokî ya 100 salî ye. Îro ku em dikevin 100 saliya Komarê, di dema ku înkarkirina kurdan berdewam dike de komxebatên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û tespîta ku Peymana Lozanê peymaneke qirkirinê ye, jin rizgariya xwe di Konfederasyona Jinan de ya ku wê were avakirin de dibînin û ev tişt li hemberî tarîtiya ku tê ferzkirin jî, bi xwe dibe hêvî. 
 
SALA 2024'AN DÊ BIBE SALA BIRÊXISTINKIRINA ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK
 
Li ser vî esasî, her çiqas sala 2023’yan ji bo netewe dewletan bûye sala şer û hilweşandinê jî, jinan jî li dijî vê qirkirinê berxwedana xwe bi awayekî xurt bilind kirine. Sala 2024’an bi taybetî ji bo jinên ciwan û hemû jinan wê bibe sala ku polîtîkayên şerê taybet were teşhîrkirin, tevî hemû jinan wê xebatên perwerdehî û balkişandinê were zêdekirin, li hemberî êrîşên destkeftiyên jinan wê têkoşîna jinên rêxistinkirî were zêdekirin, hevgirtin were xurtkirin, ji bo mafên jinan û ji bo têkoşîna wekhevî û azadiyê jî wê bibe sala rêxistinkirina çalakiyên demokratîk. 
 
SALA 2024'AN DÊ BIBE SALA AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD OCALAN
 
Pûsûlaya ku me jinên DBP'yî daniye pêşiya xwe, îdeolojiya rizgariya jinê bi xwe ye. Em çawa heta îro ji vê pûsûlaya xwe şaş nebûne, em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê ji niha û şûnde jî li ser heman rêyê bimeşin. Em didin dû şopa kesên ku beriya me li ser van rêyan meşiyane û em têkoşîna xwe geş dikin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya gelê kurd a ku tê xwestin di şexsê rêzdar Ocalan de girtî bimîne."

Sernavên din

06/02/2024
16:20 Li gelek bajaran bîranînên erdhejê: Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin
16:12 Di Nobeta Edaletê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn
16:00 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin
15:46 Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re hatin gel hev
15:34 Ji polîsê Hantaş kuşt re ji ‘qusûra bizanebûn’ daxwaza ceza
15:18 Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
14:50 Biryara berdewama girtinê ya kameravan Akkaya hate dayîn
14:48 Bakirhan: Îktîdar û muxalefet di bin kavilan de ma
14:42 Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin
14:14 ÎHD: Di sala yekemîn a erdhejê de pirsgirêk her ku diçe girantir dibin
14:01 Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê
13:51 Li Pîranê bi ser malan de hate girtin: 4 kes hatin binçavkirin
13:40 Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake
13:25 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê
13:07 Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin
12:43 Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin
12:40 Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû
12:26 Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:19 Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’
12:18 Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan
11:25 Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin
11:17 Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e
11:10 Rojnameger Ermîş: Li Rojhilata Navîn tekane çareserî Neteweya Demokratîk e
10:38 Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn
10:25 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
10:10 ‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 105 roj in agahî nayên girtin
09:08 Greva birçîbûnê di roja 72’an de berdewam dike
09:05 Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin
09:04 Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
09:03 Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin
09:02 Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e
09:01 Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN
08:43 Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin
08:41 Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan
08:35 Li herêma erdhejê bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê dan
08:03 Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! - HATE NÛKIRIN
05/02/2024
23:59 Sêrtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan
22:52 'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin
21:45 Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
21:41 Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
17:16 Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin