Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin

  • rojane
  • 11:58 10 Çile 2024
  • |
img

AMED - DFG û MKG’ê 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz  kirin û ev peyam dan: “Bi dirûşma ‘çapemeniya azad, civaka azad’ em ê zordestî û zilmê têk bibin.” 

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyaniyên nivîskî dan. DFG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di tevahiya dîroka komarê de rojnameger di bin zextê de bûn û azadiya çapemeniyê tune bû û wiha got: “Her çend 10’ê Çileyê ji bo rojnamegeran rojek girîng be jî mixabin rastiya ‘rojnamegeriyek hatiye hepiskirin’ hê jî bi awayekî dilsoj li pêş me ye. Ji ber wê yekê ye ku pîrozkirina wê xwe ji awayê şeklî xelas nake. Bi kurtasî ji bo 10’ê Çileyê, em bibêjin roja ‘Rojnamegerên naxebitin’ em wê zêde mezin nakin.” 
 
DFG: ROJA ROJNAMEGERÊN NAXEBITIN 
 
Bi domdarî DFG’ê wiha got: “ Çapemeniya azad û rojnamegerên kurd ku li dijî zext û bêhiqûqiyên li ser azadiya çapemeniyê ya li welat dengê xwe bilind kirin û rêveçûna heyî qebûl nekirin, di salên 90’î de wekî nefesekê derket holê. Lê bi zext û qetilkirinan hewl dan vê nefesê tune bikin. Bi dehan hevalên me yên rojnameger şehîd bûn. Avahiyên rojnameyên me bombe kirin. Buroyên me yên rojnameyan hatin girtin. Rojnamegerên bi rûmet, hatin darizandin, girtin û hatin sirgûnkirin. Li gel vê yekê jî mirov dîsa dikare qala çapemeniya azad ku berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dike û dê bike.
 
Piştî wê di serdema 22 salên dawî de, bi taybetî di 10 salên dawî de li holê ye ku îqtîdara AKP’ê çapemenî anîye çi halî. Îro ji xeynî rojnamegerên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên û rojnamegerên ku pênûsa xwe nafiroşin, saziyên din ên çapemeniyê û xebatkarên wan, hema bêje, nikarin bêyî fermana dewletê tev bigerin û nikarin serbixwe bixebitin. 
 
Rojnamegerên ku bi rûmeta xwe têdikoşin jî, ji bo azadiyê canê xwe didin û dest ji rastî û heqîqetê bernadin. Bêguman dema rewş wisa be, raste rast dibin hedefa êrîşan. Li qadê dema nûçe dişopînin, gelek astengiyan derdixin pêşiya wan. Pergala ku zextan pêş dixe, rojnamegerên ku nikare wan li qadê asteng bike, vê carê bi rêya darazê wan asteng dike. Saziyên darazê jî bi temamî li dijî hiqûqê biryaran didin û hiqûqê qetil dikin. Wekî ku dema em li binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de dinêrin, em dibînin ku darizandinên rojnamegeran derketine asta herî jor. Ev jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê rojnamegerî çiqas zor e. 
 
Di rewşek wisa de Wezîrê Dadê li çavê mirovan dinêre û dibêje ‘Rojnamegerên girtî tune ne.’ Lê daneyên rojnamegerên girtî li pêş çavan in. Hê jî zêdeyî 50 rojnamegerên girtî hene. Yek ji vana jî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû ye. Ji xeynî vê yekê jî çend roj berê hevalên me yên rojnameger hatin berdan. Di navbera salên 2022-23’yan de bi dehan rojnameger hatin girtin û hatin berdan. Hê jî gelek rojnamegerên hatin girtin hene. 
 
Rojnamegerên ceza xwarine hene. Di rojên dawî yên salê de jî rojnameger hatin girtin. Furkan Karabay hêj nû hat berdan. Îro ku ji bo rojnamegeran rojek taybet e, 6 hevalên me yên rojnamegerên jin dê derkevin pêşberî dadgehê. 
 
Tenê ji ber ku ji bo hevalên xwe yên girtî dengê xwe bilind kirin; lêdan xwarin, hatin binçavkirin û der barê wan de doz vebû. Ji ber van rastiyên heyî, em dibêjin em ‘Bi rastiya îqtîdara ku rojnamegeriyê qetil dike’ re rû bi rû ne. 
 
Li ruxmê van hemû rastiyan, dîsa em 10’ê Çileyê Roja Rojnameger ên xebatkar li hemû rojnamegerên bi rûmet pîroz dikin. Bi şiara ‘Çapemeniya azad, civaka azad’ em bi mezinkirina piştevaniyê dikarin bêtir vê zordarî û zilmê têk bibin. 
 
"MKG: 
 
MKG: EM Ê BI HEMPÎŞEYÊN XWE YÊN ‘NAXEBITIN’ RE NE 
 
MKG’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zext li ser rojnamegerên li Tirkiyeyê heye. MKG’ê bi domdarî wiha got: “Ji ber van zextan, rojnameger di serî de jin û zarok û xweza bi tevahî hewl didin dengê her aliyên civakê bidin bihîstin. Her roj girtin û binçavkirina rojnamegeran zêde dibin. Her roj êrişên curbecur li rojnamegeran tên kirin. Bi taybet ev yek li jinên rojnameger tên kirin. Her wiha li tevahiya kedkarên çapemeniya azad tê kirin. Rojnamegerên jin ên dixwazin karê xwe bikin, têkoşîna xwe ya li dijî êrişan hem li girtîgehan hem jî li derve dewam dikin. Yek ji rojnamegera têkoşîna xwe dewam dike Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Dîcle Muftuoglu ye. Dîcle ev 257 roj in di girtîgehê de ye. Li gor rapora me wekî MKG'ê amade kir Dîcle 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatiye girtin. Niha dîsa li gor rapora me 10 jinên rojnameger di girtîgehê de ne. 
 
Îro ji bo jinên rojnameger ‘nexebitin’ her cure zext û êriş li wan tên kirin. Em wekî MKG'ê dîsa dibêjin ku em ê, bi hempîşeyên xwe yên ‘nikarin bixebitin’ di nava piştevaniyê de bin.”
 

Sernavên din

16/02/2024
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin