Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin

QERS - “Meşa Mezin a Azadiyê” li Qersê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang kir û wiha got: “Werin em bi hev re deriyê muzakereyê vekin. Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin.” 

Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li du navenda “Meşa Mezin a Azadiyê” hate destpêkirin. Piştî Wanê, li Qersê jî starta meşê hate dayîn. 
 
Meş dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike û beriya meşê li hotêleke bajar daxuyanî hate dayîn. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin, pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê” li xwe kirin. 
 
CANPOLAT: DIVÊ OCALAN AZAD BIBE 
 
Parlametera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan metna hevpar da daxuyaniyê xwend. Piştî xwendina metna hevpar, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat axivî û wiha got: “Ev demekî dirêj e em tu agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Divê birêz Ocalan bi parêzer, malbat û civakê re bê gel hev. Birêz Ocalan digot; ‘Ez dikarim di hefteyekê de şer bi dawî bikim.’ Lewma divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Li welêt xitîmîneke mezin heye ku sedema wê pirsgirêka kurd e. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd jî rakirina tecrîdê ye. Aştî ji bo her kesî lazim e. Divê em bibêjin ‘êdî bes e’ û tecrîdê bişikînin.” 
 
ERCAN: HEMÛ LOQME Û DUAYÊN ME JI BO AŞTIYÊ NE 
 
Sekretera Rêxistinkirinê ya Navenda Giştî ya DAD’ê Şukriye Ercan jî wiha got: “Em ê îro duayên xwe, loqmeyên xwe ji bo aştî û xwişk-biratî aj bide bikin. Em ê îro duayên xwe ji bo aştiyê û li dijî tecrîdê bikin. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li meşê derkevn. Aştî û ev meş ji bo me elewiyan pir girîng in.”
 
KUDAY: HEMÛ KES TÊ TECRÎDKIRIN
 
Hevsreokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday jî got ku zêdetirî 25 sal in li ser Abdullah Ocalan tecrîd heye û ew vê tecrîdê qebûl nakin. Kuday, diyar kir ku tecrîd tê wateya komkujî, mirin û şewitandina daristanan û ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dikin. 
 
TANIŞ: BILA JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN 
 
Ji Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mahmût Taniş jî bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got ku ew naxwazin careke din ji girtîgehan cenaze derkevin.  
HATÎMOGÛLLARI: PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA STATÛYÊ YE 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Armanca esasî ya vê meşê, rakirina tecrîdê, afirandina derfetên azadiyê yên ji bo birêz Ocalan û çareserkirina pirsgsirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Gelê kurd tevî ewqas bedelên giran jî di her firsendê de destê aştiyê dirêj kir. Lê îktîdara heyî her tim bi tank, top, SÎHA û ÎHA’yan bersiv da. Me îro li Qersê dest bi meşê kir ku ev yek xwedî wateyeke girîng e. Qers, bajareke ku gelek netewe û baweriyên cuda lê dijîn. 
 
Pirsgirêka kurd, pirsgirêka statûyê ye. Îktîdar, ji bo parastina îktîdara xwe dixwazin pirsgirêka kurd û şer bidome. Dixwazin cenazeyên leşkeran û ciwanên kurd bên welêt. Lê hem dayikên kurdan hem jî yên tirkan dixwazin ev şer tavilê bi dawî bibe. Kesek dengê wan nabihîse. Armanca vê meşê jî ew e ku rêya çareseriyê were vekirin. Banga me ji bo tevahiya kesên li Tirkiyeyê li gel aştî, edalet û wekheviyê, ji bo rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ked-pîşeyî û yên dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe ew e ku tev li meşa me bibin. Em dibêjin ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kurd çareser kirî dê ji bo şerê li Rojhilata Navîn jî bibe çareserî. Dê hevgirtina civaka xwe xurtir bike. Em dikarin bi aştiyê bersivê bidin bangên şer ên li her çar aliyên Rojhilata Navîn tên kirin. Ji bo vê jî divê em pirsgirêka kurd û pirsgirêkên navxweyî çareser bikin. 
 
Werin em deriyên muzakereyê vekin. Werin em deriyên aştî û guftûgoyê vekin. Em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û CPT’yê dikin; ji bo tecrîda li Îmraliyê gav biavêjin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd peywirê li xwe bigirin. Berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Ev erdnîgarî êdî ji xwîn, hêsr û êşê têr bû. Em bi hev re daxwaza aştiyê dikin. Bi hêviya ku ev meşa mezin deriyên aştiyên veke û we tevan silav dikim.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî meş hate destpêkirin. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/03/2024
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir