Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin

  • rojane
  • 11:32 12 Sibat 2024
  • |
img
RIHA - Parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Sumeyye Boz ku di çarçoveya “Meşa Mezin a Azadiyê” de bajar bi bajar meşa xwe didomînin, gotin ku herî zêde jin piştgiriyê didin meşê. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê hatibû destpêkirin, di roja 12’an de berdewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di baskê meşê yê Wanê de cih digirin, îro dê biçin navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Xana Axpar a Amedê. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz têkildarî meşê û daxwazên gel axivîn. 
 
Ayten Kordu anî ziman ku ev demekî dirêj e li Kurdistan û Tirkiyeyê krîz hene û li dijî nasname, bawerî, jin û derdorên daxwaza demokrasî û mafan dikin zextekî giran heye. Kordu, got ku gel di ferqa vê zextê de ye û êdî nema dikarin bêhnê bistînin lewma li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. 
 
‘GEL DI FERQA PÊVAJOYÊ DE YE’
 
Kordu, diyar kir ku bi taybet jî jin pir zêde xwedî li meşê derdikevin û wiha domand: “Ev meş li her derê û ji bo her kesî xwedî wate bû. Em ji cihên bi qasî komkujiyan, berxwedanên mezin jî lê hatine raberkirin derbas bûn. Derbasbûna ji van cihên şopên berxwedanê lê bûn, ji bo me jî pêvajoya biryardariyê bû.” Kordu, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û ev tişt anî ziman: “Wê demê me dît bê ka birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de çawa bû îrade, di wê serdemê de çawa komkujî bi dawî bûn, mafên demokratîk çawa pêş ketin û xelkê karî bêhnekî bistîne. Lewma jî bi polîtîkayên şer mimkin nîne ev welat were birêvebirin. Ev pergal êdî bi olperestî, neteweperestî û nîjadperestiyê nameşe. Gel baş di ferqa vê de ye. Gel, ji ber vê yekê baş dizane ku bi şikandina tecrîdê re dê bikare bêhnekî bistîne.” 
 
BLA KIŞAND SER TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN 
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Kordu bi lêv kir ku pirsgirêkên li welêt ne tenê kurdan lê tevahiya gel eleqeder dikin û ev nirxandin kir: “Şikandina tecrîda ku li Îmraliyê li dijî birêz Ocalan dest pêk kirî û piştre li seranserî civakê hatiye belavkirin, bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk pêkan e. Krîzên heyî bi vî awayî dikarin bên çareserkirin. Yek ji kesên li Rojhilata Navîn ji bo pirsgirêkan çareseriyên herî baş pêşniyar dike û xwedî perspektîf jî birêz Abdullah Ocalan e.” Bi domdarî Kordu daxuyand ku divê tavilê çareserî bê pêşxistin û wiha derbirî: “Ev hewldan dê hêj bêhtir bê mezinkirin. Em ê heta dawiyê van xebatên xwe bidomînin. Em ê vê pêvajoyê tenê li ser milên hevalên xwe yên di zindanan de nehêlin. Ev pêvajo berpirsyartiya me tevan e. Her devera em lê dijîn veguheriye zindanê.” Kordu, banga têkoşîna topyekûn kir. 
 
‘PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNÊ JIN IN’
 
Parlamenter Sumeyye Boz jî destnîşan kir ku li hemû bajaran jinan pêşengtiya pêşwazîkirinan dikirin û wiha got: “Li vê xaka qedîm gelek êşên giran hatin jiyîn û herî zêde jin jê bibandor bûn. Ji ber ku bi wan êşan dizaniyan, dest bi axaftinê kirin. Ji bo ku jin û ciwan dîsa heman êşan nejîn, hewl didin bibin deng. Lewma jî jinan pêşengtiya vê têkoşînê kirin.” Boz, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan dê bandoreke mezin li tevahiya civakê bike û rê li ber aştiyê veke û wiha pê de çû: “Lewma dengê xwe bilind dikin. Di esasê xwe de jin baş dizanin ku ev mijar mijareke dîrokî ye û dê ev meseleye bi her kesî bide windakirin. Lewma ji zilaman bêhtir nêzî aştiyê ne. Ji roja me meş daye destpêkirin heta niha me mînakên vê yên pir hêja dîtin. Dema mirov ji vî alî ve lê dinêre, dibîne ku tevî travmayan jî daxwaza xwe ya aştî û azadiyê diparêzin û ev yek jî tê wateya îradeyeke mezin. Ev îrade jî îradeya xurt a jinên kurd e. 
 
Ev meş, meşa bi milyonan kesa ye. Her devera em diçûnê me dît bê ka xîtabî çend kesan dike. Aqilek heye ku şer, pevçûn û tecrîdê kûr dike. îktîdarek heye ku bi vê polîtîkayê hewl dide cihê xwe saxlem bike. Destpêkirina pêvajoyeke nû dê ji hêla aborî, civakî, ekolojîk û azadiya jinê ve rê li ber geşedaneke nû veke. Dema em dibêjin birêz Ocalan rêberê ‘Modernîteya Demokratîk e’, di esasê xwe de em dibêjin ku ew tenê bi erdnîgariya Tirkiyeyê re bisînor nema ye û dikare li Rojhilata Navîn bi roleke sereke bilîze.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel - Bêrîvan Altan

Sernavên din

15/02/2024
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê