Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye

  • rojane
  • 09:59 21 Sibat 2024
  • |
img
XARPÊT - Li navçeya Depê ku serdemekê şaredarî di destê qeyûm de serdemekê jî di destê AKP’ê de bû, welatiyên me mîkrofon dirêjî wan kirin wiha gotin: “Xizmet nekirin, navên gundên me jî guhertin. Em guhertinê dixwazin. Pisûlaya me DEM Partî ye.”
 
Hilbijêrên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên li navçeya Depê ya Xarpêtê, bi biryar in ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de rêveberiya şaredariyê bigirin. Dema Şaredariya Depê di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû di sala 2017’an de Hevşaredar Bûrhan Kocaman û Cennet Ayik bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de hatibû derxistin, hatin girtin. Bi girtina hevşaredaran re Wezareta Karên Hundir Qeymeqamê Navçeyê weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de jî bi rêbaza veguhestina hilbijêran rêveberiya şaredariyê derbasî AKP’ê bû. 
 
Li navçeya ku nêzî 2 serdem in ji aliyê qeyûm û AKP’ê ve tê birêvebirin, DEM Partî di hilbijartinên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin bi îdia ye. Li navçeya ku xebatên hilbijartinê dest pê kir me mîkrofon dirêjî welatiyan kir, meyîlan wan pîva. 
 
Mûhammet Karadûman ê anî ziman ku demekî dirêj e li Ewropayê dijî, anî ziman ku di sala 2013’an de vegerî welatê xwe û wiha got: “Yekane daxwaza me zimanê me û azadiya me ye.” Karadûman, bi lêv kir ku ji sala 2013’an ve dengê xwe dide partiyên kurd û bang li gelê navçeyê kir ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de dengê xwe bidin DEM Partiyê. 
 
‘EZ Ê DESTÊ XWE DEYNIM SER WIJDANA XWE’ 
 
Celal Gurza yê 63 salî jî anî ziman ku di her hilbijartinê de dengê xwe dide partiyên kurd û wiha axivî: “Dema ez çûm ser sindoqê ez ê destê xwe deynim ser wijdana xwe û dengê xwe bidim partiya xwe. (DEM Partî). Pisûlaya min ew e, DEM Partî ye. Hêvî dikim ku em ê serbikevin.” 
 
‘NAVÊN GUNDAN GUHERTIN’ 
 
Resûl Dogan destnîşan kir ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê û wiha got: “Em rastî heqaretê tên, mafên me nadin me, navên gundên me cihên em lê dijîn jî guhertin. Tirk çawa bin kurd jî wiha ne… Çima navên me diguherînin? Navên hemû gundên li vir guhertine. Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiya ku rêzê ji nasnameyên cuda re digire.” Dogan, diyar kir ku di her firsendê de ji kurdan re “terorîst” tê gotin û wiha axivî: “Dema deng dan wan, ji kurdan baştir kes nîne. Heke kurd ‘terorîst’ bin, ev yek wan afirand. Heke rêz ji mafê kurdan re hatibûya nîşandan nedibûn ‘terorîst’. Heta ku mafê kurdan neyê dayîn dê li ber xwe bidin.”
 
‘EM Ê HER TIM BI BIRYARÎ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’ 
 
Kazim Kaya yê got ku “diyar e ku em ê dengê xwe bidin kê, ji bilî xwe em dengê xwe nadin tu kesî” û wiha got: “Em her tim rastî zilm û heqaretê tên. Bila her tişt baş be lê tiştên diqewimin li ber çavan e, zilm û heqaret zêde ye lê em ê her tim bi biryarî têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘ŞAREDARÎ VEGUHERANDIN ŞÎRKETA MALBATÊ’ 
 
Welatiyekî din ê bi navê Hakan Ozkan jî diyar kir ku dê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Her tişt li ber çavan e, ez dikandar im nikarim debara xwe bikim. Divê ev pergal were guhertin. Şaredarî veguheriye şîrketa malbatê, birazî, xwarzî derdikeve, xal dikevê pişt re dewrî biraziyê xwe yê din dike. 5 sal in bi rê ve dibin, bikevin navbera kolanan ka di çi rewşê de ne?”
 
Aytekîn Aslan jî bi lêv kir ku li bendê ne ku kesê/a ku dê bê hilbijartin xizmetê bike û wiha got: “Rewşa navçeya me di holê de ye, em navçeyeke ku 100 kîlometreyan ji Xarpêtê dûr in. Ji aliyê xizmetê ve li gorî navçeyên din dewlet ji vir re xizmetê nake. Kêmasî pir in, em li benda xizmetê ne. Tesîsa me ya parzîna avê, sîteya senayiyê nîne, bêkarî zêde ye, nifûsa navçeya me her ku diçe kêm dibe. Rêveberî ji bo vê derê xizmeteke baş nake.”
 
‘DEM PARTÎ PARTIYA PERGALÊ NÎNE’ 
 
Mele Huseyîn Akdenîz jî wiha got: “Daxwaza me ya ewil ew e ku şaredarên me ji me re xizmetê bikin. Diyar e ku em ê deng bidin kê, em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. DEM Partî ne partiya pergalê ye, partiya gel e. Li gorî min yekane partiya ku bêyî berjewendiyan li ber çavan bigire ji bo jinan ciwanan dixebite ye.”
 
Welatiyê bi navê Ozen Kaya jî wiha got: “Dema em çûn ser sindoqan, em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê, em ê dengê xwe bidin xwe. Ji bo ku em kurd in û herkesên li vir ji sedî 100 kurd in em ji bo hebûna xwe gelê xwe dengê xwe didin xwe. Em ê di 31’ê Adarê de serbikevin, îşelah şaredariyê dê gelê me qezenc bike. Divê gelê me xwedî li ziman, maf û çanda xwe derkeve.” Tekîn Ozbek jî bi lêv kir ku partiya desthilatê ji aliyê mafên mirovan ve têk çûye û got: “Em ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin xwe.”
 
‘EM BI HÊVIYA KU PERGALÊ BIGUHERÎNIN DIÇIN SER SINDOQAN’ 
 
Delal Aytekîn, bi lêv kir ku ji bo ku pergal were guhertin dê biçe ser sindoqê û got: “Partiya me diyar e, em dengê xwe didin partiya niha bi navê DEM Partî. Em bi salan e, matmayî neman, em ê ji niha şunde jî matmayî nemînin. Ji ber polîtîkayên xerab, li navçeya me ciwan neman, ji xwe tişta pergalê jî dixwest ev bû. Em bi hêviya ku vê pergalê biguherînin diçin ser sindoqan.”
 
Remziye Kiliç a anî ziman ku ji bo vîna xwe ya hatiye xespkirin diçin ser sindoqan û got: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Dep navçeyeke welatparêz e, divê em xwedî li avaniya vê navçeyê derkevin. Bila ciwanên me neçin derveyî welat. Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. DEM Partî partiya me ye. Em ê li pey vîna xwe bin.”
 
MA / Şîlan Çîl 
 
 
 

Sernavên din

01/04/2024
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike