Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin

  • rojane
  • 14:45 27 Sibat 2024
  • |
img
ÎDIR - Xelkê Îdirê bertek nîşanî redkirina serlêdana namzetên DEM Partiyê da û wiha got: “Ev biryar ji hêla AKP û MHP’ê ve hate dayîn. Gel di demên berê de bersiva vê dabû. Dê bersiva pêwîst careke din bide wan.” 
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a girêdayî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK); namzetiya namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş, namzetiya hevşaredariya Hoşhaberê ya Emîne Yondem Kartal û serlêdanên 4 kesên ji bo endamtiya Meclisa Bajar red kir. Tê payîn ku DEM Partî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îtîrazê bike. 
 
 ‘EM BI PARTIYA XWE RE NE’
 
Şêniyên bajar bertek nîşanî biryara redkirina serlêdanên namzetan da. Ji şevê din ve jî çalakiyên protestoyî li dar dixe. Welatiyên îro hatin pêşiya Buroya Hilbjartinê ya Zagrosê ya DEM Partiyê, bertek nîşanî biryarê dan. 
 
Ji welatiyan Hîdayet Akay got ku piştî AKP-MHP’ê fêm kirî dê namzetê wan ê hevpar têk biçe, zext li ser lijneya hilbijartinê kiriye û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye em her tim rastî van lîstikên pergala qirêjî hatin. Lewma em li bendê bûn ku tiştên wiha bikin. Dê êrişên îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî partiya me zêdetir bibin. Em li benda vê bûn. Bi vê biryarê re îradeya gelê kurd xesp kirin. Ev 50 sal in wiha dikin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin û piştgiriyê bidin her biryarekî partiyê. Partiya me kîjan navan nîşan bide, em ê li dora wan bicivin.” 
 
Bi domdarî Akay anî ziman ku li Îdirê gelemperî kurd û azerî dijîn û wiha got: “Kurd û gelên din bi hev re dijîn. Pergalê ev yek dît. Gelan, li cem serok Nûrî cih girtin. Herikînek ber bi partiya me ve hebû. Pergalê ev dît lewma hewl da pêşî lê bigire.” 
 
‘EM Ê MIL BIDIN MILÊN HEV’
 
Ji welatiyan Serhat Ceylan jî wiha bertek nîşanî biryarê da: “Li gorî me pergal ditirse. Ditirsin ku mîna di sala 2019’an de wan dîsa bişînin sergoyê. Dîtin ku Mehmet Nûrî Guneş dê bloka wan a faşîst hilweşîne. Lewma ketin pey van lîstikên qirêjî. Ev gel gelekî birûmet e û dê sekna xwe nîşan bide. Dê bersiva pêwîst bide. Beriya hilbijartinê gelek leşker û polîs anîn Îdirê. Tevî vê jî nikarin bi ser kevin. Dê kurd û derdorên din dengê xwe bidin DEM Partiyê. Lewma ketin pey lîstikan. Ji bo diziya xwe şirîk peyda nekirin lewma biryarekî wiha dan. Walî mîna partiya îktîdarê tevdigere. Gelo kesekî hatiya tayînkirin çawa mîna partiyekê tevdigere? Li vir her kes dê mil bide milê hev. Îdir dê ji faşîzmê re bibe goristan.” 
 
‘EM Ê PAŞVGAVÊ NEAVÊJIN’ 
 
Mehmet Kurt jî biryar hatiye dayîn weke “plana hevpar a AKP-MHP’ê” nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku kirin darbe ye. Xwestin vîna gel xesp bikin. Nexweş tu sedemên din nînin. Ji sedî 90’î xelkê bajar ji Guneş hez dike û li dijî wan derhiqûqtî hat kirin. Xelkê îdirê dizane ka çi dike. Dixwazin sûcê xwe veşêrin. Mehmet Nûrî Guneş ji hêla kurd, azerî, terekeme û çerkesan ve tê hezkirin. Fêm kirin ku leşker û polîsên veguhestine bi têrî wan nakin. Lewma pêşî li namzetan girtin. Em ê heta dawiyê têbikoşin û paşvegavê neavêjîn.” 
 
Mûsa Etrecî jî wiha bertek nîşan da: “Di vê biryarê de bi qasî misqalê jî ne hiqûq û ne jî wijdan heye. Dixwazin pêşî li ber îradeya gelên azerî û terekeme bigirin ku êdî ji vê pergala çetetiyê bêzar bûne û xwe dane gel DEM Partiyê. Ferq kirin ku dê winda bikin. Xelkê Îdirê di demên berê de jî bersiva pêwîst dabû van çeteyan. Dê careke din bersiva pêwîst bide. Bi kurd, azerî û terekemeyan dê xelkê Îdirê bi DEM Partiyê re be. Dê gelê me bersiva pêwîst bide.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

03/04/2024
09:53 Ev 15 sal in faîlên Dag û Karaoglan nehatine dîtin
09:28 Li Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû
09:28 Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 162 roj in agahî jê nayên girtin
09:16 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 129’an de didome
09:01 Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e
09:00 ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:39 Ji malbata Arvas ê AKP’î bertek: Di te de rûmet nîne!
08:24 Li ser îtîraza AKP’ê dê li Gazîosmanpaşayê deng jinûve bên hejmartin
08:23 Li Berwariyê di navbera DEVA û AKP’ê de şer derket: Kesek mir, du jî birîndar bûn
02/04/2024
23:25 Baroya Rihayê û OHD: Em ê rê nedin feraseta qeyûm
23:19 DEM Partî li Pirxusê dîsa bi ser ket
23:13 Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê
22:33 Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e
22:14 Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan
21:30 Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan
20:49 Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'
20:25 CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê
20:10 AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî