Li ber turbeya Ehmedî Xanî soz dan: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin

AGIRÎ - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li pêşiya Turbeya Ehmedê Xanê ya li Bazîdê hatin gel hev û “Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kirin û ev soz dan: “Ji bo kurdî çi hewce bike em ê bikin.” 

Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), deklarasyona xwe ya têkildarî “Stratejî û Polîtîkayên Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kir. Deklarasyon li ber Turbeyê Ehmedê Xanî yê li navçeya Bazîd a Agiriyê bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin û namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê tev li bûn. Namet, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Beşdar ji ewil çûn serdana turbeya Ehmedê Xanî û piştre jî Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çand a DEM Partiyê Heval Dilbijar axivî. Dilbihar, wiha got: “Mixabin ku çand û zimanê kurdî di bin zextekî giran a hêzên mêtinger de ma. Lê belê têkoşîna gelê kurd a 50 salên dawî, rê neda ku ziman û çanda kurdî tune bibe.” Dilbahar, got ku yek ji qadên girîng ên ji bo têkoşîna zimanê dayikê jî rêveberiyên herêmî ne û wiha domand: “Em ê di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest bixin. Lewma em stratejiya ziman û çanda kurdî eşkere dikin. Em îro li ser turbeya Ehmedê Xanî ne. Ew, parastvanê çand û zimanê kurdî bû. Em îro li vir soz didin wî; em ê nehêlin zimanê me di bin lingên mêtingeran de bieciqe.” 
 
DÊ HEMÛ XEBAT BI KURDÎ BÊN KIRIN
 
Deklarasyon ji hêla namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ve hate xwendin. 
 
Deklarasyon wiha ye: 
 
“Zimanê kurdî û çanda kurdewar du hêmanên bingehîn, xweser û jêneger ên neteweya kurd in, ku ji aliyê kurdan ve wek hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameyên neteweyî tên pênasekirin. Zimanê kurdî û çanda kurdewar ji ber gelek sedeman hê jî di nava dorpêça tunehesibandin qedexekirin, pişaftin û jiholêrakirinê de ne. Her cureyê zext û êrişan li ser tê meşandin. Gelê kurd jî bi salan e ji bo ziman û çanda xwe têkoşîneke bêhampe dimeşîne. Qadeke vê têkoşînê qada rêvebiriyên xwecihî ne. 
 
Li Kurdistanê, erk û peywireke sereke ya rêveberiyên xwecihî, meşandina kar û xebatên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û çand û nirxên kurdewar e. Divê bi taybetî em destnîşan bikin ku ji bo serketina xebatên zimanê kurdî û çanda kurdewar, çawa ku pêwîst e li her qada jiyana civakî xebatên piralî bên meşandin, ji bo meşandina wan xebatan jî teqez divê ji serî heya binî em hemû hevşaredar, endamên meclîsê, rêveber û xebatkarên şaredariyên me jî di nava kar û xebatên kurdî û kurdewar de bin.  
 
Em wek namzetên hevşaradariyên Partiya DEMê û hemû endamên meclîsên me, di çarçoveya rêvebiriyên xwecihî yên pirzimanî û pirçandî de, bi taybetî ji ber rastiya rewşa zimanê kurdî û çanda kurdewar, dê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de esas bigirin, ji bo parastin û pêşvebirina wan a ji her milî ve, her dem û li her derê bi awayekî şênber, domdar, mayînde, afirîner û encamgir her kar û xebatên pêwîst bikin. Çawa ku nemir Ehmedê Xanî dibêje ‘Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye’; em jî dê bibin mîmarên zimanê kurdî û çanda kurdewar. 
 
XEBAT HATIN RÊZKIRIN
 
Li gor vê: 
 
* Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de strateji, polîtîka, bername, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo her qadê amade û diyar bikin; ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de budçe, kadro û xebatkaran veqetînin; dê vê yekê bi raya giştî re parve bikin û ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be bikin. 
 
* Li dijî kiryarên pişaftina li ser zimanê kurdî û çanda kurdewar, em ê her dem, li her qadê û ji her milî ve, li gor proje, bername, karname û plansaziyên xwe yên demkurt, demnavîn û demdirêj çalaki û xebatên cur bi cur ên zimanê kurdî û çanda kurdewar pêk bînin.
 
* Ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê em ê li gel hemû sazî dezgehên têkildar di nava têkoşîn û xebatên pêwîst ên domdar de bin.
 
* Ji bo meşandina hemû kar û xebatên kurdî, bi kurdî û kurdewarî, em ê di hemû şaredariyên me de Midûriyetên Parastin û Pêşvebirina Ziman û Çandê ava bikin.
 
* Ji hevşaredaran bigire heta endamên meclîsê, rayedar, kadro, karmend, şêwirmend û hemû xebatkarên şaredariyan ji bo ku hişmendiya kurdî bizanibin dê bên perwerdekirin; wek şertekê bingehîn teqez dê di asteke bilind de perwerdehiya kurdî bibînin; axaftin, xwendin û nivîsandinê di asta herî baş de hîn bibin, bizanin.
 
* Materyalên ragihandinê yên şaredariyê yên wekî ragihandin, bangawazî, malperên webê, rûpelên medyaya dijital, tabela, pano, afîş, daxuyanî, bangewazî, kar û xebatên rojane û hwd. ên fermî, girseyî û civakî dê di asta herî jor de bi zimanê kurdî jî bin.
 
* Em ê li bin banê şaredariyê bulten, pirtûk, kovar, çavkanî û berhemên din ên kurdî biweşînin.
 
* Ji xizmetên tenduristiyê heta kar û barên perwerdehiyê, ji xizmetên civakî heta xizmetên çandî û aborî, ji xizmetên giştî heta xizmetên ji bo zarok, jin û hemû derdorên din ên civakê, hemû xizmetên şaredariyê dê di asta herî jor de bi kurdî jî bin.
 
* Em ê navlêkirin û nasandina hemû cih û yekeyên şaredariyê, hemû alav û amûrên di bin sîwana şaredariyê de di heman demê de bikin kurdî jî. 
 
* Em ê navên gund, tax, bajarok, navçe, bajar û hemû cih, war, jîngeh, wargeh, zindî, heyber û tiştên bi kurdî yên ku hatine guhertin dîsa bikin kurdî û wisa bi kar bînin.
 
* Em ê qadên civakî yên hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî û çanda kurdewar ên wekî kreş, pêşdibistan, dibistan, malên perwerdehiyê û fêrgeh, malên dengbêjan, malên çîrokbêjan, malên lîstikan, pirtûkxane, xwendingeh, wêjegeh, çandgeh, hunergeh û hwd. ên kurdî ava bikin; li van deran di serî de zarok, ciwan û jin bi hezaran kesan perwerde bikin.
 
* Em ê li gelek deran sazî, dezgeh û akademiyên dîrok, ziman, wêje, çand û huner ên kurdî û kurdewar ên giştî û yên zarok, jin û ciwanan ava bikin; di heman demê de li van deran xebatên lêkolînerî, berhevkarî, tomarkarî, hîndekarî, perwerdekarî, nivîskarî, zimanzanî, wêjekarî, çand û hunermendiya kurd û kurdewar bimeşînin; pêşengî û piştgiriya amadekirin û pêkanîna projeyên derbarê wan de bikin.
 
* Em ê li her bajar, navçe, bajarok, tax, gund û jîngehên Kurdistanê ji bo serwerkirina hişmendî, hîndekarî û perwerdehiya ziman, çand, wêje û hunera kurdî û kurdewar hemû xebatên pêwîst bimeşînin, her cureyê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin.
 
* Em ê di konseyên bajêr ên ku dê li ser bingeha temsîliyeta wekhev û demokratik a kom û civatên xwedî ziman û çandên cuda bên avakirin de zimanê kurdî di asta herî jor de bi kar bînin, bidin bikaranîn û bikin zimanekî sereke.
 
* Em ê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çanda kurdewar û hemû nirxên neteweya kurd, li gel hemû sazî, dezgeh, platform, însiyatîf, sendika, ode, weşanxane, karsaz, esnaf, konseya bajêr û derdorên din ên bajêr, navçe û bajarokan xebatên hevpar ên şênber bimeşînin; ji bo ku li her mal, xan, kolan û taxeke bajar û jîngehên me yên din zimanê kurdî û çanda kurdewar serwer bibe çi pêwîst be em ê bikin. 
 
Em wek rêvebiriyên xwecihî yên gelê xwe, ji bo meşandina xebatên li jor û gelek xebatên din ên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çand, wêje û hunera kurdî û kurdewar teqez bi biryar in, ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be em ê bikin; ev sozeke me ya sereke ye ji bo gelê me. Bêguman, em ê vê yekê jî bi gelê xwe re bikin û bi hev re bi ser bikevin.  
 
Bi vê boneyê; em bang û gazî li hemû gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî, çand û hemû nirxên kurdewar bi serketina hilbijartinên xwecihî tacîdar bike.  
 
Dem dema zimanê kurdî û çanda kurdewar e!
 
Her dem zimanê kurdî û çanda kurdewar; li her derê zimanê kurdî û çanda kurdewar!
 
Ji bo zimanê kurdî û çanda kurdewar her dem têkoşîn, her dem kar û xebat!
 
Serketin a zimanê kurdî û çanda kurdewar e!”
 
 
 

Sernavên din

17/04/2024
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da