DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyiyên ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, banga “Bi hişmendiya ku hûn dikarin vê pergalê biguherînin dengê xwe bikar bînin” kirin.
 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên herêmî yên 31’ê adarê de li bajaran xebatên xwe zêde kirin.  
 
ERDEXAN 
 
DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana esnafên navçeya Mêrdînik a Erdexanê kir. Namzetê hevşaredariya Mêrdînikê Serkan Yilmaz û Hevserokê DEM Partiyê yê Erdexanê Engîn Çelîk û gelek kes tev li serdanê bûn. Partiyiyan di serdanê de pirsgirêkên esnafan guhdar kirin. Namzetê hevşaredariyê Yilmaz anî ziman ku tevî şaredariya Mêrdînîkê di destê AKP’ê de tu xizmetan nake û wiha got: “Dema ku me şaredariyê bi dest xist em ê nîşanî wan bidin bê ka şaredarî çawa tê birêvebirin.” 
 
Herwiha partiyî bangawaziya tevlibûna Newroza sibê ku dê saet 11.00’an li Devera Hopanê were lidarxistin, kirin. Dê hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî tev li pîrozbahiyan bibe.
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî bi tevlibûna namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan, Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen, namzetên Hevşaredariyê yên Elkê Beybûn Aslan, Egîd Yîgît û rêxistina navçeyê serdana gundên Bîşî, Kespiyaniş, Xortahl, Bêrman û Tivorê kirin. Di serdanê de rûspîyên gundan hatin ziyaret kirin. 
 
‘AŞITÎ BI TIFAQIYA ME PÊKANE YE’ 
 
Li gundê Xortahlê di serdanê de namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan axivî. Zeydan, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Îro li dijî zilm, zordarî û tecrîta girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan di girtîgehan de grevên birçîbûne hatine destpêkirin. Tenê daxwaza wan bi dawîkirina vê zilmê ye. Em jî weke gelê kurd divê ku li dijî vê zilmê derbikevin û qebûl nekin. Divê ku em di 31’ê Adarê biçin ser sindoqan û raya xwe bi wîjdanî biavêjin da ku em bikaribin deriyê aşitiyê vekin. Aşitî bi tifaqiya me pêkane ye heke ku em bûn yek dê yek pirsgirêk bê çareserî nemîne. Ji ber wê daxwaza me ji gelê me ew e ku bi hişmendiya ku raya wan dikare vê pergalê biguherîne biavêje.”
 
Piştî axiftinanan daxwaz û nêrînên rûspiyan hatin guhdar kirin.
 
SÊRT
 
Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erziromê û Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş li Sêrtê bi Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê yên partiya xwe Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ve serdana dikandarên li ser Rêya Guresê kir. Beştaş û şandeya pê re bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û welatiyan li gel Beştaş û namzetên Sêrtê wêne kişandin. Di şandeyê de rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî cih girtin. 
 
Beştaş û şandeya pê re li ber deriyê avahiya partiya xwe hatin gel hev û heta buroya xwe Şelaleyê ya li ser Rêya Guresê dikandar silav kirin û pirsa halê wan kirin. Welatiyan Beştaş û şandeya pê re bi çepikan pêşwazî kirin û di hilbijartinê de serkeftin xwestin. Beştaş li ber buroya hilbijartinê ya jinan a partiya xwe bi girseyê re govend gerand û dû re  serdananên xwe domandin.
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê di çarçoveya hilbijartinan de li navçeyên Karabaglar û Bornovayê hevdîtinên bi gel re li dar xistin. Beriya hevdîtina li Taxa Lîmontepe ya Karabaglarê gel bi konvoyê li taxê tûrek avêt û hate cihê hevdîtinê. Di hevdîtina ku bi dehan welatî tevlibûn de govend hate gerandin û coşeke mezin hebû. 
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê DEM Partiyê Akin Bîrdal, destnîşan kir ku ji bo çareseriya demokrasî, aştî, edalet, kar û kedê divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Bîrdal, diyar kir ku di vê têkoşînê de deyndarên kesên jiyana xwe ji dest dane ne û wiha got: “Dema em dengê xwe bikartînin divê bi wijdana xwe re rû bi rû bimînin û dengê xwe bidin DEM Partiyê. Dibe ku di vê pêvajoyê de hin kes du dil bin. Lê dengê xwe bidin xwe.”
 
FERASETA RÊVEBERIYÊ YA PIR ÇANDÎ Û PIR ZIMANΠ
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç a di hevdîtina li Qada Cûmhûriyet a Bornovayê de axivî jî dê bajaran bi rêgeza pir ziman, bawerî û çandî bi rê ve bibin.  
 
ÇEWLÎG
 
Rêxistina DEM partiyê ya Çewlîgê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de têkildarî ewlehiya hilbijartinê li avahiya partiyê perwerde li dar xist. Peywîrdarên sindoqan û berpirsyarên dibistanan beşdarî perwerdehiyê bûn. Piştî bernameya perwerdehiyê şandiya ji namzeta hevşaredariyê Çîçek Arîç û rêveberên bajêr pêk dihat, li taxan serdana malan kirin. Di serdanan de têkildarî girîngiya bikaranîna deng û deng dê çawa were bikaranîn agahî hatin dayîn. Welatiyên li vir bi şandeyê re hatin bahev wiha got: “Bila gelê me bibe yek. Dema namzeta me jin be em dikarin pirsgirêkên xwe rehettir çareser bikin. Em mohra xwe di bin gilovera di bin darê de bidin.”
 
DÎLOK
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Erebanê li navenda navçeyê mitînga hilbijartinê li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû, namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin ên Dîlokê, Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyê tev li mitîngê bûn. Şandeya ku bi konvoyê hate qada mitîngê bi eleqeyeke zêde ya welatiyan hate pêşwazîkirin. 
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Erebanê yê DEM Partiyê Rifat Dagdelen, qala polîtîkayên şaredarê niha kir û wiha got: “Armanca me ne rant e, ji pêşerojê re xizmet e.”
 
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE BI DENGEKÎ XURT BIBIN BERSIV’ 
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Dîlokê yê DEM Partiyê Selman Tûtûmlû, bertek nîşanî gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan ên yek dewlet, yek milet, yek ol ên li qadan û wiha axivî: “Di îslamiyetê de ji kesên red dikin re dibêjin murtep. Di qûran û îslamiyetê de texrîbatê dikin û bi hezaran mirovan bi vî awayî dixapînin. Em ê di 31’ê adarê de bi awayekî xurt deng bidin van.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû jî anî ziman ku dê di hilbijartinan de bi feraseteke demokratîk û pirrengî ya şaredariyê werin. 
 
RIHA / PIRSÛS
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê jî namzetên hevşaredariyê Ayten Kaya û Muslum Baran li taxên navendê û li gundan xebatên hilbijartinê meşandin. Piştî serdanên mal û dikandaran ên li taxa Cumhuriyetê li otogarê bi welatiyan re hate bahev. Namzeta hevşaredariyê Kayayê jî li gundan ji bo partiya xwe piştgirî xwest. 
 
HEWAG
 
Xebatên DEM Partiyê yên navçeya Hewagê îro li gundan zêde bû. Namzetên hevşaredariyê Aygun Kapikayali û Îsmaîl Yildiz li gel rêveberên DEM Partiyê yên bi wan re li gundên Çatak, Zorova, Teterhoyik û Çogerşiyê xebatên hilbijartinê meşandin. Namzetên ku welatiyan piştgiriya wan kirin, projeyên xwe yên piştî hilbijartinê vegotin. 
 
HALÎLIYE
 
Yek navçeya ku xebatên gundan lê zêde bûn jî navçeya navendî Halîliye bû. Parlamentera bajarî ya serdema beriya niha Ayşe Surucu jî bi namzetên hevşaredariyê Sema Ateş û Sûphî Yilanci re serdana gundan kir. Surucu û namzet li gundên Uç Konak, Kaynakli, Nalçihan û Aktaşê ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazîkirin. Namzetan li vir pirsgirêkên gel guhdarkirin û projeyên xwe yên çareseriyê vegotin. 
 
BÊRECÛK
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Bajêr Dîlan Kûnt Ayan jî di nav xebatên li navçeya Bêrecûkê de cihê xwe girtin. Xebat weke serdanên gundan û civînên bi gel re hatin kirin. Li gel namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Bêrîvan Îlkaya Manaz û Mehmet Begît li gundên Yûkari Încîrlik, Karabaş, Karababa, Boztepe, Sekîlî Bogurtlen û Sogîrlan serdana malan kirin. 
 
KARAKOPRU 
 
Li navçeya navendî Karakopruyê jî xebat ji sê baskan berdewam kir. Namzetên hevşaredariyê Rêzan Ayhan, Ridvan Yavûz, rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û endamên meclisa şaredariyê serdana gundên Lûrik, Canbek, Kayter, Nevargerm, Kulora kirin. Ayhan a li vir pirsgirêkên gel guhdar kir, wiha axivî: “Em ê gelê xwe ji çeteyên ku feraseta talanê keda wan dixwin xelas bikin.”
 
Koma xebatê ya duyemîn jî bi heman awayî li gundan bi gel re hatin bahev. Di çarçoveya xebatan de serdana gundên Horzim, Çîftlîk, Sancak, Kûşkûcû û Pinarbaşiyê hatin kirin. Koma xebatê ya sêyemîn jî xebatên xwe li herêma Maşûk/Seyrantepeyê kirin. Rêveberên navçeyê û koma xebatê ya dilxwaz buroşurên dest yên di mijara ewlehiya hilbijartinê de hatibûn amadekirin belav kirin.
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê li gel namzetên hevşaredariyê û ciwanên enternasyonalîst ên ji Ewropayê hatine li taxên Dîrseklî, Îsaaxa, TOKÎ, Konût û Musiriyê serdana malan kirin. 
 
Namzetên hatin Taxa Dîrsekliyê, ji aliyê şêniyên taxê ve bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Ligel namzetan li taxê dest bi serdanê kir, şêniyên taxê ji malên xwe derketin û heta taxên Îsaaxa, TOKÎ, Konût û Musiriyê bi namzetan re çûn. Serdana ku kesên di rê de derbas dibûn jî tev li bûn veguherî meşeke girseyî. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berzkirin. 
 
Girseya ku bi coşeke mezin hate TOKÎ’yê jinên ku derketin şaneşînên malên xwe bi çepikan ew silav kirin. Di serdanan de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate dayîn, namzetan pusûle nîşanî gel dan û têkildarî dê çawa deng bikarbînin de gel agahdar kirin. Namzet bi dirûşma “Cizîr bi we serbilind e” ji gund hate oxirkirin. 
 
Li aliyê din li navçeyên Hezex û Silopiya jî xebat tevahiya rojê dom kirin. Hevşaredarên navçeyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tevahiya rojê serdanên xwe domandin. 
 
 

Sernavên din

04/05/2024
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?
09:03 Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê: Di 22 salan de 894 rojnamevan hatin girtin
09:02 Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!
09:00 Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin
09:00 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN
01/05/2024
23:39 Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin
23:35 Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî
22:27 Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
19:45 Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê ye: Kurê min berdin
17:15 Hatîmogûllari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir
16:55 Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere
16:45 Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan
16:36 Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:12 Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:52 Di Cejna Karkeran de cinayate kar
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê