DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir

  • rojane
  • 11:00 15 Gulan 2024
  • |

ENQERE - Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê diyar kir ku divê sibe di Doza Kobanê de ji bo siyasetmedaran biryara tehliye û beraetê bê dayîn û banga tevlibûna danişînê li her kesî krin. 

 
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan li navenda giştî têkildarî danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê sibe bê lidarxistin daxuyaniyê dan. Turkdogan di daxuyaniyê de got ku li bendê ne ku tevahiya siyasetmedarên girtî bên berdan. Turkdogan, wiha domand: “Di vê dozê de siyaseta kurd û siyasetmedarên HDP’î tên darizandin. Her wiha dixwazin pêvajoya çareseriyê û siyaseta aştiyê bidarizînin. Dixwazin statûya gelê kurd bidarizînin.” 
 
'ÇETEYÊN DI NAVA DEWLETÊ DE HATIN ÇALAKKIRIN’ 
 
Bi domdarî Turkdogan anî ziman ku di dema protestoyan de çalakvanên kurd hatine kuştin û wiha pê de çû: “Li Gimgimê çalakvanekî kurd bi destê hêzên ewlekariyê hate qetilkirin û çeteyên di nava dewletê de hatin çalakkirin. Li gelek deveran bûyer qewimîn. Di vê mijarê de gelek raporên rêxistinên civaka sivîl hene. Êdî mirovan jiyana xwe ji dest dan. Wê rojê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Rojek piştre bangawazî hatin kirin, siyasetmedarên HDP’î bi wezîrê karên hundir re hevdîtin kirin. Bûyer sekinîn.” 
 
'LI DIJÎ HEVALÊN ME KOMPAS XISTIN MERIYETÊ’ 
 
Di berdewamê de Turkdogan ev tişt anî ziman: “Di dawiya cotmehê de MGK’ê danezanek weşand û bûyer weke sabotekirina pêvajoya aştî û çareseriyê hate nirxandin. Pesnê pêvajoya çareseriyê didan. Weke serîhildanekê nedihat nirxandin. Dozgeriya Enqereyê lêpirsînekê vedike, îfadeyan digire lê di lêpirsînê de tu pêşketin çênabin. Lê piştî pêvajoya çareserî û aştiyê bi dawî bû, ketin nava hewldana tesfiyekirina siyaseta kurd. Di gulana 2016’an de parêzbendiya parlamenteran rakirin, piştre hewldana darbeyê çêbû û îktîdarê ev veguherand darbeya dijber. Di wê pêvajoyê de Tirkiye bi OHAL’a herî dirêj ve hate birêvebirin. Di wan mercên OHAL’ê de, di 4’ê mijdra 2016’an de bi ser malên Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din de girtin û binçav kirin û girtin. Ji wê rojê ve jî girtî tên darizandin. Di qonaxa lêpirsîn û teqîbata Doza Kompasê ya Kobanê de gelek derhiqûqtî hene. Ji lêpirsîna 2014’an encamek negirtin û di sala 2017’an de piştî guherîna rejîmê, di sala 2018’an de li Şaxa TEM’a Enqereyê belgeyên balkêş tên amadekirin. Em ji vê re dibêjin ‘belgeya tîpa nû ya andiçê.’ Yên ku temenê wan heye dê bê bîra wan; di salên 90’î û di destpêka salên 2000’î de li Fermandariya Giştî ya Artêşê hate amadekirin. Belgeyên wiha di heman demê de muhtira ne. Niha jî li emniyetê dest bi amadekirina belgeyên andiçê k irine. Kompasa li dijî hevalên me wiha hatiye amadekirin.” 
 
'SIBE FIRSENDEKE’
 
Di berdewamê de Turkdogan bal kişand ser komikên di nava emniyetê derketin holê ku bi doza Bora Kaplan eşkere bûbûn û wiha axivî: “Binêrin, berdevkên îktîdara siyasî niha qala van komikan dike. Rojbaş, ma hûn nû hişyar bûn? Bêguman haya we ji van komikan hebû. Demekî dirêje li dijî partiya me kompasan amade dikin. Divê êdî rê li ber bê girtin. Divê dewlet paqijiyekê bike. Divê îradeya siyasî jî ji bo vê gav biavêje. Sibe firsendeke; divê hevalên me teqez lê teqez bên tehliyekirin û doza kompasê ya sibe bi beraetan bê bidawîkirin.” 
 
OZBÎNGOL: BANGAWAZIYA PROTESTOYÊN AŞTIYANE BÛ 
 
Hevberdevk Sevda Çelîk Ozbîngol jî anî ziman ku tweeta weke hinceta dozê hatiye nîşandan bangawaziyeke aştiyane bû û wiha bi dawî kir: “Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bi vî awayî biryar da. Li gel ku biryar di dosyayê de ye jî darizandin bi awayekî girtî didome. Di 7’ê cotmeha 2014’an de piştî gotina Erdogan ku digot ‘Kobanê ha ket ha dikeve’, li her devera cîhanê çalakî, xwepêşandan, meş û daxuyaniyên aştiyane hatin kirin. Lê hêzên paramîlîter xistin dewrê û xwestin komkujiyên têne kirin veşêrin. Biryara di Doza Kobanê de dê biryareke siyasî be. Weke parêzerên parastinê yên di Doza Kobanê de, em gelek girîngiyê didin hestiyariya di vê pêvajoyê de hatiye raberkirin. Li ser vî esasî em bang li her kesî dikin ku ji bo piştevaniyê sibe tev li danişîna Doza Kobanê bibin ku dê saet di 10.00’an de li Kampûsa Sîncanê bê lidarxistin.” 
 

Sernavên din

21/05/2024
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin