Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye

  • rojane
  • 12:43 2 Hezîran 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Curnê Reş û Periyê ji bo hilbijartinên hatin nûkirin deng dayîn didome. Gelek welatî ji bajarên cuda hatin bajêr û dengê xwe didin. Balkêş e ku eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye. 
 
Dengdayîna li navendên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryara dubarekirina hilbijartinê dabû didome. Li navçeyên Curnê Reş a Rihayê, Pinarbaşi ya Kayseriyê û Guzelyurt a Aksarayê û li bajarokên Guneykaya ya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran a Luleburgaz a Kirklareliyê, Perî ya Mazgêrt a Dêrsimê û Saglik a Aksarayê hilbijêr çûn ser sindoqan. 
 
LI CURNÊ REŞ ELEQEYEKE ZÊDE HEYE
 
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê eleqeyeke zêde ji bo dengdayînê heye. Li navçeyê 54 jê navend, 70 jê gund û yek jî gerok bi giştî 125 sindoq hatin danîn. Li Navenda Ciwanan ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de AKP’iyan sindoq lê şewitandibûn sindoq nehatin danîn. Hilbijêrên di hilbijartina berê de li vir dengê xwe dabûn, li Dibistana Seretayî ya Mûstafa Kemal ali gundê Karacurunê dengê xwe didin. Di heman demê de li Dibistana Navîn a Fatîh Sûltan Mehmet û Dibistana Amadehî ya Şaîr Nabî ku Ezmûnên Ketina Dibistanên Amadehî (LGS) lê lidarxistin jî sindoq nehatin danîn. 
 
15 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek rêxistinên civaka sivîl û hiqûqnas ji bo şopandina hilbijartinê hatine navçeyê. Heta niha jî li navçeyê tu rewşên neyînî derneketine holê. Eleqeyeke zêde ji bo hilbijartinê heye. Li gelek dibistanan hilbijêr ji bo dengdayînê ketine dorê. 
 
PAYDAŞ BANG LI HILBIJÊRAN KIR
 
Namzetê Hevşaredariya Curnê Reş Serhan Paydaş da zanîn ku li ser hemû sindoqan peywirdarên wan hene û wiha got: “Em li qadê ne. Kontrola hemû sindoqan di destê me de ye. Me tevdîrên ewlehiyê girtin. Heta niha jî tu rewşên neyînî nînin. Hilbijartineke dîrokî ye. Divê her kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Dema dengê xwe dan jî heta sindoq tên girtin jî bila xwedî li îradeya xwe derkevin. Dema sindoq hatin girtin jî bila her kes li dora dibistanan xwedî li sindoqan derkevin.” 
 
Hevberdevkê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Bekir Benek jî got ku dê dengdayîn heta saet 17.00’an bidome û ev bang kir: “Xelkê Curnê Reş xelkekî birûmet e. Em dixwazin kesên hêj dengê xwe nedane biçin dengê xwe bidin.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî da zanîn ku heta niha tu rewşên neyînî rûnedane û ev tişt anî nziman: “Tevlibûneke xurt heye. Divê ev tevlibûn bidome. Divê vê zîhniyeta zordest em bi hev re biguherînin. Divê her kes li dijî zilm û neheqiyê xwedî li îradeya xwe derkeve.” 
 
JI BO DENGÊ XWE BIDE JI OSMANIYEYÊ HAT NAVÇEYÊ 
 
Ji hilbijêran karkerê demsalî Bekir Acemoglû ji bo dengê xwe bide ji Osmaniyeyê hat û got ku gelek kedkarên mîna wî ji bo dengê xwe bidin hatine. Acemoglû, wiha got: “Em ji bo piştevaniya bi DEM Partiyê re hatin. DEM Partî partiya me ye. Çend caran betal jî bikin em ê dîsa bên. Em ê bi ser kevin. Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.” 
 
LI PERIYÊ JÎ ELEQE ZÊDE YE
 
Li bajaroka Perî ya navçeya Mazgîrt a Dêrsimê jî eleqeyeke zêde heye ji bo hilbijartinê. Li Lîseya Anatoliyayayê ya Şehîdên 15’ê Tîrmehê û Dibistana Navîn a Periyê deng dayîn didome. Welatiyên ku dengên xwe didin, xwestin ku pirsgirêkên li bajarok dijîn bên çareserkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû û kesên pê re ji bo ewlehiya sindoqan li dibistanan geriyan. 
 
 

Sernavên din

27/06/2024
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye
14:09 Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin
13:25 Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
13:24 Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin
13:24 Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye
12:43 Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin
12:32 Di doza Komkujiya Garê de roja biryarê: Parêzeran cibeyên xwe derxistin
12:28 Dayika jina hate qetilkirin: Tevî giliyan hate berdan
12:07 NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
12:02 Şaredariyê îdiayên Ensarîoglû derewand
11:56 Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin
11:41 Ji bo mitînga li dijî qeyûm dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin
11:29 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:28 Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin
11:04 Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin
10:55 Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
10:54 Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
10:39 Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
10:33 Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’
09:59 Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê: DEDAŞ hişyariyên me piştguh kir
09:45 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin
09:15 Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin
09:05 Li ser rêya TEM’ê rêzeqeza: Birîndar hene
09:03 Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:59 Li Kanîreşê erdhej çêbû
25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
17:31 Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
17:17 Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest
17:05 Kazim Koyûncû hate bîranîn: Xwest em xwedî li jiyana xwişk û biratiyê derkevin
16:54 Di salvegera 'Nobeda Azadiyê' de ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hat kirin
16:16 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Şewat ji têlên ceyranê derket!
16:14 Şêniyên Kelekê bertaka ‘dewlet tunebû’ nîşanî şandeya AKP’ê dan
16:09 Li Wanê keviyên berfê yên li ser rêyan hatin paqijkirin
15:59 Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin
15:47 DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin
15:42 Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye
15:36 Jinan bertek nîşanî komkujiyan dan: Berpirsyar îktîdara AKP-MHP’ê ye
15:28 Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn
15:21 Daxwaza girtina keyayê bi îstîsmarkirina zarokê tê sûcdarkirin hat redkirin
15:20 ÎHD’ê ji bo mafên penaberan pêşniyarên çareseriyê yên lezgîn pêşkeş kirin
15:17 Cenazeyê Dag a li Kercewsê jiyana xwe ji dest dabû li nexweşxaneyê tê sekinandin
14:29 Rojnamevan Sezgîn Kartal beraet kir
14:17 Li Girtîgehên Sûlûca û Alanyayê binpêkirinên mafan
14:05 Di agirkujiya DBB’ê de rewşa seferberiyê: Destûr hatin betalkirin
13:26 Serokê CPT’ê yê berê Palma: Divê ji bo Ocalan bikevin nava hewldanan
13:18 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:52 Bahçelî li Meclisê aciz bû
12:43 Bakirhan: Berpirsiyarê sereke yê felaketa şewatê DEDAŞ e
12:30 Dermankirina sewalên birîndar didome
12:26 Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir
12:26 Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin
12:16 Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin
12:04 DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin
12:00 Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye
11:31 Delalê pîrik û dayika xwe: Şêxmûsê mino