Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin

  • rojane
  • 09:02 12 Hezîran 2024
  • |
COLEMÊRG - Rêveberên DEM Partî ji bo mitînga dê li Qada Otogarê ya Colemêrgê bê lidarxistin bang kirin û gotin ku li dijî tunehesibandina vîna gelê Colemêrgê li Qada Otogarê dengê xwe bilind bikin.
 
Xebatên mitînga "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" ya ku di 13'ê hezîranê de li Qada Otogarê li dijî tayînkirina qeyûm bê lidarxistin, dewam dikin. Xebatên mitînga ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partiyê û gelek kes dê beşdarî bibin bê navber berdewam dikin. Beşek rêveber û parlamenterên DEM Partiyê li navçeyên Colemêrgê “Meşa Demokrasiyê” dan destpêkirin û beşek jî li navenda Colemêrgê mal bi mal gel digerin û gel vedixwînin mitîngê.
 
Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin a li bajêr ji bo mitîngê dixebite û Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn gel vexwendin mitîngê.
 
Bêrîtan Guneş diyar kir ku gelê kurd û dostên xwe 10 roj in li kolan, qadan û meclisê li dijî pêkanînên qeyûman li ber xwe didin. Guneş wiha got: “Em dizanin ku 100 sal in înkar bi navên cuda tê meşandin. Qeyûm yek ji van pêkanînan a dawî ye. Bi polîtîkayên qeyûman hewl tê dayîn nasnameya Kurd bê tunekirin û pergala hevserokatiyê ji holê bê rakirin. Ji ber ku gelê me qeyûman baş nas dike, desteserkirina vîna xwe qebûl nake. Ji ber vê em li ber xwe didin û ev berxwedan wê bidome. Di warê hiqûq, edalet û yekitiyê de cihê van polîtîkayan nîne. Tenê armancek van polîtîkayan heye, ew jî dijminatiya kurdan e. Li herêmê hen di qada navneteweyî hem jî neteweyî polîtîkayên durû tên meşandin. Li Kurdistanê hiqûq nayê sepandin. Em ê heta dawiyê dengê xwe li dijî qeyûman bilind bikin.”
 
DIJMINATIYA AKP-MHP’Ê YA LI DIJÎ KURDAN
 
Guneş da zanîn ku Colemêrg 3 welatan digihîne hev û li ser xetek stratejîk e û got ji ber vê sedemê li vir tayînkirina qeyûm xwedî cihekî taybet e. Guneş ziman ku Erdogan xwe têkilî hilbijartinên Rojava û Başûr jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê naxwaze kurd mafê xwe yê hilbijartinê li 4 parçeyan jî pêk bîne. Colemêrg bi ziman û çanda xwe heye û dixwazin vê tine bikin. Herwiha tiştek din jî amadekariyên şerê li ser sînor e. Tê zanîn ku desthilatdariya AKP’ê li ser sînor çiqasî zêde bibe, di şerê li dijî kurdan jî ewqasî xurt bibe. Ji bo vê yekê jî Colemêrgê ji bo qeyûm tayînkirinê hat hilbijartin. Hikûmeta ku ji bo doza ev 10 sal in tu tiştek nekiriye, dema mijar dibe îradeya gelê kurd dozê vedike û qeyûm tayîn dike. Dewletê ev hesab kiriye.”
 
BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ KIR
 
Guneş bal kişand ser girîngiya mitînga ku dê 13’ê hezîranê li dar bixin û got: “Ev mitîng wê bibe dengê hemû Kurdistan û Tirkiyeyê. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî polîtîkayên qeyûm û yên ku kurdan paşguh dikin dengê xwe bilind bikin.”
 
‘VÎNA XWE BIPARÊZIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn jî bang li hemû kesî kir ku 13’ê hezîranê roja pêncşemê li Qada Otogarê tev li mitîngê bibin. Şahîn diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî qeyûman û desteserkirina şaredariyan bidomînin û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku vîna xwe biparêzin.”
 
MA / Bazîd Evren - Mazlum Engîndenîz 
 

Sernavên din

04/07/2024
15:00 Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin
13:51 Girtî: Mafê me yê dermankirinê tê astengkirin, em di bin şertên nebaş de ne
12:44 Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn
12:10 Rapora şewatê: Di xetên ceyranê de sîgorte tune bû
12:10 Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!