PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!

  • rojane
  • 09:01 2 Tîrmeh 2024
  • |
NAVENDA NÜÛÇEYAN - Rojnamevan Keser Bûldan, ragihand ku li deverên ku Tirkiyeyê noqteyên kontrolkirinê çêkirine PDK'ê jî dest bi ambargoya zexîre û binçavkirinê kiriye. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn Û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsana 2022'yan ve didomin. Tirkiye ku li gelek deveran binkeyên leşkerî çêkiriye, li herêmên di bin kontrola PDK'ê de jî noqteyên kontrolkirinê çêkirine. Ji Dengê Amerîkayê rojnamevan Kawa Omer, dîmenên qada ku noqteyên kontrolê yên Tirkiyeyê yên li Duhokê girtin. Hat diyarkirin ku leşkerên tirk li herêmên di bin kontrola PDK'ê de noqteyên kontrolê ava kirine û nasnameyan kontrol dike. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Tirkiye 35 kîlometreyan ketiye hundir û gundên li herêmê bandoreke nebaş ji êrişan digirin. 
 
'TSK GUNDAN VALA DIKE'
 
Ji rojnamevanên ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînin Keser bûldan, geşedanên dawî nirxandin. Bûldan diyar kir ku di 2 salên dawî de Tirkiye negihaştiye aramnca xwe û got: "Tirkiye bi biakaranîna êrişên hewayî û çekên qedexekirî xwest bigihê armanca xwe. Lê heya niha tu encam bi dest nexistiye û derbên giran xwarine." 
 
Bûldan bal kişand ku Tirkiye dest bi valakirina gundan kiriye û got ku hêza ku piştgirî da vê rewşê PDK ye. Bûldan der barê baregehên leşkerî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi erêkirin û piştgiriya PDK'ê hatine avakirin de agahî dan û got: "Tirkiye ji 20 heta 30 kîlometreyan ketiye nava xaka Başûrê û nêzî 30 baregehên nû ava kiriye. Tenê li herêmên Duhok, Amediye û Şeladizê, nêzîkî 83 baregehên leşkerî yên girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hene. Piştî ku hin tevgerên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li ser xaka Basûrê bi dîmenan hatin tomarkirin, ji aliyê TSK û PDK'ê ve gef li gelek gundên kurdan hatin xwarin. Ji gundiyan re hat gotin ku yan gundên xwe vala bikin yan jî dê gundên wan bên bombebarankirin."
 
NOQTEYÊN KONTROLÊ
 
Bûldan diyar kir ku Tirkiye di 22, 23 û 24’ê hezîranê de bi gelek wesayîtên zirxî, tanq û leşkeran ketiye navçeya Amediye û bajaroka Kanî Masî ya Dihokê û got: “Di 24’ê hezîranê de leşkerên dewleta tirk êrişî gundê Kêste yê Kanî Masiyê kirin. Her wiha nasnameya xelkê gund kontrol kirin. Di medyaya dîjîtal de jî gelek dîmenên leşkerên tirk ên dema kontrolkirina nasnameyan û li gundan digeriyan hatin weşandin. Di van demên dawî de li gelek kolanên sereke yên Dihokê noqteyên kontrolê ava kirine."
 
HEVKARÊ TIRKIYEYÊ: PDK
 
Bûldan da zanîn ku bi avakirina noqteyên kontrolê yên Tirkiyeyê PDK'ê jî li hemû bazarên Şeladizê kamerayên ewlehiyê kom kirine û dest bi lêkolînê kirine ku kî zêde xwarinê dikire û got: “Xwestin bizanin ka ev xwarin ji bo malbatan hatiye kirîn yan ji bo endamên PKKê. Ji ber vê çendê gelek kes hatin binçavkirin. Ji aliyekê ve dagirkeriya dewleta tirk û zextên hêzên PDK'ê yên li ser gel dewam dikin û li aliyê din dewleta tirk êrişên li Avaşîn, Metîna, Zapê û Herêmên Xakurkê û Garê didomîne. Armanca van erişan dagirkirina axa Başûrê ye."
 
Bûldan wiha domand: "Niha li dijî van êrışên dewleta tirk bertek hene, lê ev bertek kêm in. Dagirkeriya li Başûrê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rastî nerazîbûnê nayê, ji ber ku bêyî hevkarî û daxwaza wan dewleta tirk nikarıbû vê dagirkeriyê bidomîne. Dema em li dîrokê dinêrin, ji xeynî xiyaneta PDK'ê ya li gelê kurd tiştekî din nayê dîtin. Zêdeyî 30 sal in hevkariya dewleta tirk û PDK'ê didome. PDK niha jî destekê dide. Di dagirkeriya li Başûr de PDK di warê lojîstîk, aborî û îstîxbaratê piştgiriyê dide dewleta tirk."
 
 

Sernavên din

16/07/2024
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene