Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin

  • rojane
  • 17:50 29 Tîrmeh 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiya “Deng bide azadiyê” didomînin, banga “Rê li ber Îmraliyê vekin” kirin.
 
 Çalakiya “Deng bide azadiyê” ku malbatên girtiyan ji bo azadiya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin berdewam dike. Malbatên girtiyan îro jî li gelek bajaran li ber girtîgehan hatin bahev. 
 
ÎZMÎR 
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hatin bahev. Di daxuyaniya ku gelek nûnerên saziyan û malbatên girtiyan tev li bûn de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin. EM ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê” hate vekirin. Di daxuyaniya ku pêşmalkên “Ji tecrîdê re na” li xwe hatin kirin de beşdarvanan her tim dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.  
 
Malbata girtiyan Medîne Kaymaz a li vir axivî, anî ziman ku li dijî polîtîkaya zext, zilm û tecrîd a li girtîgehan di çalakiyê de ne û bi lêv kir ku van zextan qebûl nakin. Kaymaz, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku heta ku tecrîd ranebe ne aştî, demokrasî û edalet pêk nayê. Kaymaz, bi lêv kir ku li dijî polîtîkaya tecrîdê li ber xwe didin û wiha domand: “Em tenê ji bo gelê kurd û zarokên xwe yên girtî na têkoşin. Ji bo ku hemû di hawîrdora aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê de bijîn têdikoşin. Ji bo ku hemû şert pêk werin bila tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Bila rêya Îmraliyê bê vekirin. Bila hawîrdora aştiyê pêk were. Heta ku deriyên Îmraliyê vebin dê têkoşîna me bidome.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  
 
EDENE 
 
Li Edeneyê, malbatên girtiyan li dora Girtîgeha Kampus a Kurkçulerê hatin bahev û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Endam û rêveberên Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azadiyê (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîz û Edeneyê (AYKAY-DER) beşdar bûn. 
Malbatên girtiyan ên pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê” vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin û meşiyan. Destûr nehate dayîn ku girse biçe pêş girtîgehê. Beşdarvanên ku polîsan ew dorpêçkirin di dorpêçê de daxuyanî dan. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN WE ÎFLAS KIRINE’  
 
‘Hevserokê DEM Partiyê yê Seyhanê Şefîk Ozbey ê li vir axivî, destnîşan kir ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan mûameleya nebaş û pêkanînên antîdemokratîk berdewam dikin. Ozbey, bi lêv kir ku tecrîda Îmraliyê binpêkirina destûra bingehîn û sûc e û xwest tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin. Ozbey, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi îmha, înkar û bişaftinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Hûn nikarin çand, ziman, govend, kevneşopiyên gelê kurd qedexe bikin. Gelê kurd vê qebûl nakin. Em careke din bang li desthilatê dikin; Demildest tecrîdê rakin. Polîtîkayên we yên ewlehiyê yên heta niha pêkanîne îflas kirine. Ji ber vê yekê nêzîkatiya li Abdullah Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li siyasetê ye, li hiqûqê û beşên civakî ye.”
 
Daxuyanî piştî stranên li ber erbanê hatin gotin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN  
 
Li Mêrsînê, malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kampusa Girtîgehê çalakiya rûniştinê kir. Malbatên girtiyan ên di hefteya 15’emîn de pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, xwestin demildest tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan azad bibe.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.  
 
AMED
 
Di pêşengiya malbatên girtiyan de li Amedê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” pêk hat. TUAY-DER’a Amedê, MED TUHAD-FED, Dayikên Nobetên Edaletê, DBP, parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û hevserokên bajêr û gelek kes beşdarî çalakiya li ber Kampusa Girtîgeha Amedê hate kirin bûn. 
 
Di çalakiya ku pankarta “Deng bide azadiyê” hate vekirin de, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq hiqûq edalet” hatin berzkirin. Girseyê bi tilîlî û çepikan tecrîd şermezar kir.  
 
Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazmiye Boltan a li vir axivî, wiha got: “Parêzer û malbatên herkesê diçin hevdîtinê, bila malbat û parêzerên Abdullah Ocalan jî hevdîtinê bikin. Heta ku malbata Abdullah Ocalan û parêzerên wê bi malbatê re biaxivin dê çalakiyên me berdewam bikin.” 
 
‘TECRÎDÊ RAKIN’  
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî anî ziman ku malbat li dijî zext û îşkenceya li girtîgehan demekî dirêj e hewl didin dengê xwe ji Wezareta Dadê û saziyên navnetewî re ragihînin lê Wezareta Dadê vî dengî nabihîze. Eren, wiha domand: “Em hemû hincetên îşkence, rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan a li girtîgehan baş dizanin. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ê li navenda îşkenceyê Îmraliyê 25 sal in tê ragirtin demildest bê rakirin. Tecrîda li Îmraliyê tê wateya bêtir şer, birçîtî û xizanî. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser nekin tecrîd tê sepandin.YE, Konseya NY vê dibêjin lê li hundir Wezareta Dadê, AKP û MHP, li gorî hiqûqa navnetewî û hiqûqa xwe tevnagerin. Ji ber polîtîkayên şer hemû bêhiqûqî bi awayekî rewa li gelê kurd tên ferzkirin.”
 
Eren, bal kişand ser ku zilma li ser kurdan ne tenê bi girtîgehan her wiha bi êrîşên li ser xweza, ziman, çand û bîra wan berdewam dike û ev bang kir: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê vê pirsgirêkê ye rakin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/08/2024
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin