Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe

  • rojane
  • 09:50 10 Tebax 2024
  • |

AMED - Xelkê Farqînê bertek nîşanî êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dan û gotin ji ber polîtîkayên şer aboriya wan tengav dibe û ev şer dike ku xelk feqîr bibe. 

 
Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên li ser başûrê Kurdistanê didomîne. Ji ber êriş û bombebaranan gelek gund tên valakirin û xelkê gundan neçar dimîne ku jig undan koç bike. Ji ber lêçûnên şer bandorek mezin li aboriya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dike û ev yek dike ku hin bêtir krîza aborî zêde bibe û xelk feqîr bibe. Me polîtîkayên şer û bandora wê ya li ser aboriya xelkê li navçeya Farqînê ji welatiyan pirsî. 
 
‘EWILÎ GUNDÊN ME NIHA JÎ GUNDÊN BAŞÛR TÊN VALAKIRIN’ 
 
Mehmet Kaylû bal kişand ser polîtîkayên şer û aboriyê û wiha got: “Welatek di nav şer de be, em nikarin bibêjin ew welat aboriya wê baş e. Tirkiye di bin navê ‘ewlehiyê’ de mirovan dikuje û wan ji gundên wan koçber dike. Li kî derê kurdek hebe armanca wan a sereke tunekirina kudan e. Ev sed sal in Tirkiye vî şerî dimeşîne. Heya ev şer berdewam bike wê rewşa aboriyê jî baş nebe. Hemû budçe ji bo standina tank, topan vediqetînin. Li bakurê Kurdistanê ji sala 1990’î heya salên 2006’î gundên me hatin valakirin û talankirin. Milet hemû koçberî bajaran kir. Niha jî dixwazin kurdan li başûrê Kurdistanê tune bikin.” 
 
‘ÎRADEYA WAN ÇAWA QEBÛL DIKE?’ 
 
Kaylû anî ziman ku ên ku vî şerî dimeşînin tenê xwe dixapînin û got: “Rêxistineke hêza xwe ji gel girti be tu carî tune nabe. PDK jî ji bo aboriyê û dewlemendiya xwe biparêze vîna xwe bin pê dike. Îradeya wan cawa qebûl dike ku Tirkiye ketiye nav gundê wan. Zarokên piçûk jî dizanin ku malbata Barzanî hebûna xwe li ser tunekirina bakurê Kurdistan ava kiriye. Em hêvî dikin ku demildest dev ji vê şaşîtiyê berdin.” 
 
‘MALBATA BARZANÎ BERJEWENDIYÊN XWE DIFIKIRE’ 
 
Akin Başaran jî bi lêv kir ku dema pêvajoya aştiyê di warê aboriyê de rehetbûnek jî çêbûbû û got: “Dema şer tune be welat ji her aliyî ve bêhnê distîne. Di şerê li dijî başûrê Kurdistan de sekna PDK’ê li dijî kurdewariyê ye. Malbata Barzanî berjewendiyên xwe difikire. Siyaseta PDK’ê ya qirêj ji berê ve heya niha berdewam dike. Hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê sedemê krîza aborî şer e. Dema şer bisekine wê aborî jî baş û dirust bibe.” 
 
‘PERA DIDIN BARÛTÊ Û BI SER GELÊ KURD RE DIBARÎNIN’
 
Servet Akincî jî destnîşan kir ku destpêkirina şerê li dijî başûrê Kurdistanê li hemberî destkeftiyên gelê kurd e û wiha axivî: “Tirkiye hebûna xwe li ser şer ava kiriye. Pereyan didin barûtê û bi ser gelê kurd re dibarînin. Ji ber şer milet hemû birçî ye. Dema ev şer biqede hemû kes wê bêhn bistîne. Mesût Barzanî bi gelê xwe re xiyanetê dike. PDK di nava şaşîtiyek mezin de ye. Divê dest ji vê şaşîtiyê berde.” 
 
‘HETA ŞER HEBE ABORÎ JÎ WÊ XERAB BE’
 
Alî Bîçer jî da zanîn ku armanca şerê li dijî başûrê Kurdistanê qetilkirana kurdan e û wiha got: “Heya şer berdewam bike tu carî ev krîza aborî jî çareser nabe. Şer û kuştin ne çareserî ye û em aştiyê dixwazin. Alîkariya ku mala Barzanî bi Tirkiyeyê  re dikin pirr şaş e. Heke Barzanî kurd be, xwîna wî paqij be divê dev ji wê alîkariyê berde.”
 
‘LI ROJHILATA NAVÎN BERÊ HER KESÎ LI KURDAN E’ 
 
Şahîn Yûrter jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn çi diqewime her kes berê xwe dide kurdan û got: “Ev şer bandoreke pirr mezin li ser aboriyê dike. Dema ku ev şer bê sekinandin hemû kes wê ji aliyê aboriyê ve bêhnekî bistîne.”
 

Sernavên din

10/08/2024
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
16:22 Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
16:03 Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da
16:00 Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
15:17 Li Cûdî şewat derket
15:16 Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin
14:37 Girtî Erdemcî hate derbkirin
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin