Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin

  • rojane
  • 12:16 11 Cotmeh 2024
  • |

AMED - Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku cezakirina miwekîlê wî Selçûk Mizrakli ne bi delîlên şênber hatiye kirin û got: “Dadgehê, helwesta siyasî ya Selçûk Mizrakli ceza kir.”

 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizrakli ji ber îtîrafkariya Hîcran Berna Ayverdî hatibû girtin. Dadgeha Amedê ceza li Mizrakli birîbû û ev ceza çûbû Dadgeha Bilind. Lê Dadgeha Bilind bi hinceta kêmasiyên lêpirsînê hene ceza xera kir û şand Dadgeha Amedê. Di ecnama darizandinê de Dadgeha Amedê dîsa 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî û şand Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê Mizrakli erê kir. 
 
Dema Mizrakli Parlamenterê HDP’ê bû bi îdiaya ku di organên Kongreya Civaka Demokrtatîk (KCD) cih girtiye, doz lê hat vekirin. Mizrakli ji ber parlamenter bû negirtî hat darizandin. Mizrakli di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat bijartin. Beriya hilbijartinê bi 11 rojan, îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî ku di pevçûnên dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de cih girtiye, îfade li ser Mizrakli dabû. Piştî qeyûm tayînî şûna Mizrakli hat kirin, di meha cotmeha 2019’an de hatibû girtin. Mizrakli bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û ceza lê hat birîn. 
 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar
 
‘TEVÎ KU DELÎLÊN ŞÊNBER TUNE NE JÎ CEZA HAT ERÊKIRIN’
 
Ji parêzerên Mizrakli, parêzer Mehemt Emîn Aktar pêvajoya dozê û biryara darazê nirxand û destnîşan kir ku sedema ewl a ku Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli xera kir îdiayên dihat kirin ji delîlan dûr bûn û ji ber vê yekê cara pêşî doz xera kir. Aktar anî ziman ku li gel tiştek û delîlek şênber li ser Mizrakli derneket jî dîsa darizandina heyî dikin hincetê cezakirinê. 
 
‘BEYANÊN ÎTÎRAFKAR AKBIYIK KIRIN HINCET’
 
Aktar diyar kir ku beyanên îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî kirine hinceta cezakirina Mizrakli û beyanên wê paşê derket holê ku derew in. Aktar da zanîn ku ji ev ev îdia û delîlên pûç têr nekirin, paşê rabûn ji ber beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik doz li Mizrakli vekirin û her du dozan kirin yek. 
 
‘DIXWAZIN TU LI BER XWE NEDÎ’
 
Aktar anî ziman ku ew ne li bendê bûn ku Dadgeha Bilind ceza erê bike û got ku erêkirina cezayê Mizrakli carek din wan şahidî kiriye ku daraz wek amûrekê tê bikaranîn. Aktar destnîşan kir ku armanca erêkirina vî cezayî zêdekirina zextên li ser siyasetê ye û wiha got: “Dema ku di sala 2019’an de qeyûm hat tayînkirin, Selçûk Mizrakli nêzî du mehan her roj tev li çalakiya li dijî qeyûm a li hemberî şaredariyê dihat kirin dibû. Her roj gel li wir daxuyaniyan dida. Berxwedanek hebû. Lê êdî em bi viya baş dizanin; heke tu li ber xwe nedî, bertek nîşan nedî, bêdeng bimînî, dewlet xwe têkilî te nake. Dewlet te wekî kurdekî hatiye islahkirin qebûl dike. Lê belê heke tu li mafên xwe bigerî û ji bo vê yekê helwestek biryardar nîşan bidî dixwaze zextan li ser te bike û te tasfiye bike.” 
 
'HELWESTA SIYASÎ YA MIZRAKLI HAT CEZAKIRIN’ 
 
Aktar destnîşan kir ku di mantiqê bingehîn ê cezakirina siyasetmedarê kurd de sedem çalakî lidarxistina wan nîne û got: “Heke îtîrazek li ber pegala serdestiya heyî ya dewletê hebe, kesan ceza dikin. A rast tişta daxwazî û armanca siyasetmedarê kurd ceza dikin. Di şexsê birêz Mizrakli de jî tişta ku hatiye cezakirin, ne çalakiyên wî ne ji ber helwest û xeta wî ya siyasî ye.” 
 
Aktar da zanîn ku ew ê li dijî biryara Dadgeha Bilind serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin û heke ew ji wir jî encamê negirin dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 

Sernavên din

31/10/2024
14:38 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Gemîcîoglû di xetereyê de ye
14:29 Li dijî qeyûm banga kombûna li Qada Esenyûrtê hate kirin
14:25 Pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
14:22 Bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz dan: Em ê serî netewînin
14:08 Ji Wezîr Tunç daxuyaniya têkildarî tecrîdê
14:07 Dema binçavmayinê ya 20 kesên li Stenbolê hate dirêjkirin
14:05 TEV-DEM: Divê mirovahî xwedî li Rojava derkeve
13:45 Şaredariya Esenyurtê hate dorpêçkirin
13:35 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû banga hevpar: Bila were berdan
13:21 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre
12:59 Cezayê li rojnamevan Jîna Muderîs hatiye birîn, tê bicihanîn
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:01 Çawişê pispor bi 12 kîloyên tiryakê hate girtin
11:57 Piştî desteserkirina îradeyê li meqamê şaredariyê wêne kişand
11:12 Şanoya Bajar bi lîstika 'Çalakiya Malçêkirî' xwe ji bo Rojên Şanoya Jinê amade dike
11:09 Dogan: Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Stenbolê
10:45 Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê: Divê em serkeftina bi hev re bikin armanc
10:42 Doza Emîne Şenyaşar hat lidarxistin
10:27 Platforma Saziyên Demokratîk li dijî qeyûm banga berxwedanê kir
10:25 MYK’a DEM Partiyê li Stenbolê dicive
10:24 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin!
10:01 Berdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin: Biryar ne hiqûqî ye
09:48 Îdianameya rojnamegerên di hefsa malê de hate qebûlkirin
09:27 Îfadeya Ahmet Ozer: Îradeya gel tê xespkirin
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin
09:03 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide
09:01 Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin
09:01 Berwarî: Ji ber binpêkirina qada hewayî divê giliyê Tirkiyeyê bê kirin
09:01 Ji ber fabrîqe û makîneyan karê necariyê tune dibe
09:00 Rojnamevan Koyluoglû: Ji bo avakirina hikûmeteke nû YNK yekane alternatîf e
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2024’AN
30/10/2024
23:55 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin
23:07 DEM Partî: Hevserokên me yên giştî û endamên MYK'ê wê li Stenbolê bin
23:02 Rojnameger Degerê giliyê kesên ku gefan lê dixwin kir
21:46 Şaredarê Esenyûrtê Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
20:59 Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya hat girtin
19:54 'Nobeta Azadiyê' di hefteya 645’an de ye
18:20 Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:24 Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da
16:16 Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin
16:00 Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin
15:29 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn
14:54 Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin
14:18 Erdogan û Tunç pirsa ‘mafê hêviyê’ bêbersiv hiştin
14:07 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
13:34 Encamên fermî yên hilbijartina Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin
13:32 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:23 AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da
13:21 Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin
13:09 Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere
12:52 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir