HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt

  • rojane
  • 10:51 29 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr da xuyakirin ku HDK li ser bingeha avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt xwe ji bo serdema nû amade dike û got: “Di serdema nû de em HDK’yeke xurt, rêxistinbûyî û hin bêhtir bipratîk hedef dikin.”
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku nasname, bawerî û çandên cuda di nava xwe de dihewîne, ji 15’ê cotmeha 2011’an ku hatiye avakirin ve xebatên xwe didomîne. HDK dê di vê çarçoveyê de di 3’yê mijdarê de bi dirûşma “Bihêvî, biberxwedan, bi hev re ber bi azadiyê ve” dê 13’emîn Lijneya Giştî li dar bixe. Lijneya Giştî ku amadekariyên wê di asta qedandinê de ne dê li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê pêk were. 
 
HDK ku ji roja avabûye û vir ve bi tora rêxistinbûyînê ya bi rêya meclisan li gelek qadan dixebite, wê bi Lijneya Giştî bi pêkhate û meclisên xurttir bikeve serdema nû. Li ser vê bingehê di serdema nû ya HDK’ê de wê Meclisa Edaletê û pêkhateyên nû ku karkerên motokurye, kaxiz û înşaetê jî di nav de cih digirin dê hebin. 
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr têkildarî amadekariyên lijneya giştî nirxandin kirin. 
 
WEKE LIHEVKIRINA BINDESTAN HDK
 
Demîr, bi bîr xist ku HDK’ê di serî de çareseriya pirsgirêka kurd a di bingeheke demokratîk li ser têkoşîna wekhevî û mafên bindestan li Tirkiyeyê xwe ragihandiye û da zanîn ku HDK li dijî pergalê di bin banekê de weke lihevkirina bindestan hate avakirin. 
 
DIYALEKTÎKA KONGRE-PARTIYÊ
 
Demîr, diyar kir ku HDK Û HDP (DEM Partî) weke encama fikriyata partî û kongreyê derketin holê lê ev diyalektîk dê bi Lijneya Giştî dîsa bigirin dest û wiha got: “Piştî avakirina HDK’ê salekê weke partiya kongreyê HDP hate avakirin û biryar hate girtin û bi wê partiyê bikevin hilbijartinê. Li pişt re ji ber temsiliyeta partiyê ya li Meclisê cih cih rewşeke ku têkiliya di navbera partî û kongreyê de nehate fêmkirin derket holê. Ji ber vê yekê yek ji nîqaşên me yên vê serdemê ew e ku li ser pêkanîna diyalektîka kongreya partiyê bixebitin. Ji ber ku têkilî qut bûne, risk heye ku partî ji hegemonya îdeolojîk dûr bikeve. Ji ber ku HDK ne saziyeke sivîl a civakî ye, avaniyeke ku perspektîfa wê ya polîtîk û hedefên wê heye ye. Di serdema nû de ji bo ev fikriyat di bin banê partiyê de zindî bibe dê hewldanek û kedeke me ya zêde hebe.”
 
BERBI PÊVAJOYA AVAKIRINA NÛ VE
 
Demîr, bi bîr xist ku avakirina HDK’ê li ser dirûşma “Rêwîtiya ber bi hêviyê ve” esas girtine û bi lêv kir ku dê di 13’emîn Lijneya Giştî  de balê bikişînin ser vê dirûşmê. Demîr, îşaret kir ku bi vê yekê bi lijneyê re dê bikevin pêvajoya avakirina nû û wiha dirêjî da axaftin axwe: “Em 13’emîn Lijneya Giştî weke pêvajoya avakirinekê difikirin û me xwe li gorî vê amade kir. Me di serdema nû de sewirand ku bila di damezrandina HDK’ê re têkildar be, xwe bigihînin girseyên mezin û bi perspektîfeke nû wan birêxistin bikin. Ji ber vê yekê me pêvajoyên amadekirina kongreyê bi nîqaşên tund bi hemû pêkhateyên xwe re derbas kir. Me nîqaşên polîtîk û îdeolojîk, xwenirxandin, nirxandina pêkhateyên kongreyê û her wiha bi awayekî rexneyî li ser kêmasiyên xwe û çawaniya amadekirina serdema nû nîqaş kir.”
 
‘DIVÊ JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR EM WERIN CEMHEV’ 
 
Demîr, diyar kir ku beriya lijneyê ji bilî pêkhateyên heyî yên HDK’ê bi beşên cuda re hatine bahev û da zanîn ku di encama hevdîtinên hatin kirin de di çarçoveya pêvajoya avakirina jinûve de pêkhateyên nû tev li HDK’ê bûn. Demîrê, axaftina xwe wiha domand: “Ji bilî pêkhateyên HDK’ê em bi qadên têkoşînê yên civakî re hatin bahev. Me bi wan re nîqaş kirin. Ev karkerên ku kaxizan kom dikin, motokurye bûn. Ev kom gelek berfireh in û pirsgirêkên gelek cidî dijîn. Di heman demê de bi karkerên înşaetê û kedkarên hin karên cuda de dixebitin re hatin bahev. Me li eniya jinê jî nîqaşên cuda kirin. Em armanc dikin ku bi van avanihayn re têkiliyê deynin û ji bo têkoşîna hevpar dîsa werin bahev.”
 
MECLISÊN NÛ 
 
Demîr, bal kişand ku ji bilî Meclisên ku di nava HDK’ê de cih digirin ligel lijneyê dê Meclisa Edaletê jî tev li HDK’ê bikin û ev tişt got: “Meclisên HDK’ê yên weke Meclisa Jinan, Meclisa Ciwanan hene. Ji bilî wan Meclisa Bawerî û Gelan, Koç û Penaberiyê, Meclisa Kedê, Meclisa Çand û Hunerê hene. Em ê di serdema nû de Meclisa Plansazên Bajêr a Endezar û Avahîsazan hinek din aktîf bikin. Me armanc kir ku ji bilî van Meclisan Meclisa Edaletê ava bikin. Ji ber ku li welat nîqaşên dadgeha destûra bingehîn a nû tên kirin. Ji bilî wan binpêkirinên mafan ên cidî û bêhiqûqî hene.”
 
‘EM HDK’YEKE BIPRATÎK ARMANC DIKIN’ 
 
Demîr herî dawî ev tişt gotin: “Di civakê de nerazîbûnên cidî, dînamîkên cuda yên têkoşînê hene. Rastiya ku hemû di qenalên cuda de vê têkoşînê dimeşînin, rewşeke ku desthilatdariyê qels dike ye. Di serdema nû de em HDK’yeke xurt, rêxistinbûyî û hin bêhtir bipratîk hedef dikin.”
 
MA/ Îbrahîm Irmak 
 

Sernavên din

07/12/2024
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin