Pirsgirêka kurd a carnan heye carnan nîne!

  • rojane
  • 10:41 1 Mijdar 2024
  • |
img
AMED - Îktîdara AKP’ê di nava 22 salan de her cara dixitime berê xwe da pirsgirêka kurd û li deriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da. Ji ber ku gavên şênber neavêt pêvajo xitimîn û zimanê wê yê di nîqaşên ser pêvajoya nû de jî “baweriyê” nade. 
 
Ji damezirandina komarê heta niha gelek partî bûn îktîdar û her carê guherîn lê nêzikatiya li hemberî pirsgirêka kurd tu caran neguherî. Ji ber polîtîkayên tunehesibandin û înkarê, pirsgirêk hêj kûrtir bû. Gelek partî ji ber neçareserkirina pirsgirêkê, tune bûn û çûn. Ji ber neçareseriyê, krîzên aborî, siyasî û civakî tu caran xelas nebûn. Ev rewş, di 22 salên îktîdara AKP’ê de jî qet neguherî. AKP a ku bi sozên demokrasî û mafên mirovan bû îktîdar, car bi car têkildarî çareseriyê gotin kir lê demekî kin piştre dîsa serî li înkarê da. 
 
'HEKE TU BIBÊJÎ PIRSGIRÊK TUNE YE, PIRSGIRÊK NAMÎNE’ 
 
Piştî ku AKP bû îktîdar, di 30’ê mijdara 2002’yan de dawî li Rewşa Awarte (OHAL) a li bajarên bakurê Kurdistanê anî. Tayyîp Erdogan ê AKP’î di 22’yê kanûna 2002’yan de li paytexta Rûsyayê Moskovê çû serdana înşaeta Navenda Bazirganiya Tirk û nêrîna xwe ya têkildarî pirsgirêka kurd eşkere kir. Karkerên kurd ên li ser înşaetê ji Erdogan re gotin; “Divê pirsgirêka kurd çareser bibe.” Erdogan jî weke bersiv got; “Heke tu bibêjî pirsgirêk tune ye, pirsgirêk ji holê radibe. Em dibêjin pirsgirêkeke wiha tune ye.” 
 
Erdogan, di sala 3’yemîn a îktîdara partiya xwe de îcar hate Amedê û got; “Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e.” Lê tevî van gotinan jî tu gav neavêt. Demekî kin piştre di 24’ê adara 2006’an de li Zozanên Şênê ya Mûşê çekên kîmyewî bi kar anî û 14 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Erdogan wê demê serokwezîr bû û di 28’ê adara heman salê de ji bo tundiya polîsan a li dijî çalakiyên gel jî wiha got: “Jin jî be, zarok jî be, kal jî be çi pêwîst bike dê were kirin.” 
 
Piştî gotinên Erdogan, polîsan li Amedê êrişî merasîma definkirina cenazeyên 6 HPG’iyan kir. Çalakiyên protestoyî li gelek bajaran belav bûn û zarok jî di nav de 13 kes hatin qetilkirin. Bi sedan kes jî birîndar bûn. 
 
PÊVAJOYA OSLOYÊ
 
AKP a ku ji siyaseta şer nekarî encamekî bi dest bixe, di sala 2008’an de bi rêya MÎT’ê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan kir. Di sala 2008’an de pêvajo di navbera Misteşarê MÎT’ê Emre Taner û Abdullah Ocalan de li Îmraliyê dest pê kir. Welatê koordînator jî Norweç bû û li bajarê Norweçê Osloyê di navbera rêveberên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û rayedarên dewletê de hevdîtin hatin destpêkirin. Ev hevdîtin, weke “Hevdîtinên Osloyê” di dîrokê de cih girtin û çendek hatin kirin. 
  
Erdogan, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an careke din hate Amedê. Erdogan vê carê jî got; “Hûn dixwazin ji vê re bibêjin pirsgirêka kurd hûn dixwazin bibêjin pirsgirêka Başûrrojhilat an jî pirsgirêka Rojhilat bibêjin yan jî weke dawî bibêjin pirsgirêka kurd. Em çi jî jê re bibêjin, me têkildarî wê xebat dan destpêkirin.” 
 
Serokkomar Abdullah Gul jî di 11’ê adara 2009’an di serdana Tehranê de ji bo pirseke têkildarî pirsgirêka kurd got; “Dê tiştên baş çêbibin.” Gul, di 9’ê gulanê di dema vegera ji serdana Pragê de jî wiha got: “Dixwazin bibêjin pirsgirêka terorê, dixwazin bibêjin pirsgirêka Başûrrojhilat an jî pirsgirêka kurd, ev meseleye meseleya herî girîng a Tirkiyeyê ye û divê teqez were çareserkirin.” Di daxuyaniyan de çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û muzakere derdiketin pêş. 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di sala 2009’an de ji bo gotinên Abdullah Gul ev nirxandin kir: “Daxuyaniyên birêz Gul girîng in. Bi taybet jî dema em li dîroka têkiliyên tirk-kurdan dinêrin, dibe ku encamên ku roleke dîrokî bilîzin biafirîne. Ez jî dê di vê mijarê de berpirsyartiya xwe bicih bînim. Hewce nake bitirsin. Ev her du gel, heke gelên kurd û tirk bi hev nekevin, kesek nikare tiştekî bike. Weke du gelan heke em vê pirsgirêkê çareser bikin, dê pêşiya Tirkiyeyê vebe û Tirkiye bibe welatê pêşeng ê Rojhilata Navîn.” 
 
ENDAMÊN KOMA AŞTIYÊ HATIN GIRTIN
 
Li ser bangawaziya Abdullah Ocalan, 4 jê zarok bi giştî 34 kes ku weke Koma Aştiyê dihat pênasekirin, di 19’ê cotmeha 2009’an de ji Qendîl û Mexmûrê hatin û ji Deriyê Sînor ê Xebûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê ketin Tirkiyeyê. Koma Aştiyê ji hêla bi deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Îktîdarê li dijî gotinên komên nîjadperest û neteweperest paşvegav avêt. Lewma jî hatina koma duyemîn a ji Ewropayê hate betalkirin. Demekî kin piştre jî derheqê 30 kesên di koma ewil de cih girtin doz hatin vekirin û 17 jê hatin girtin. 
 
OPERASYONÊN KCK’Ê
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di 11’ê kanûna 2009’an de biryara girtina Pratiya Civaka Demokratîk (DTP) da. Parlamenteriya siyasetmedarên kurd Ahmet Turk û Aysel Tugluk hatin betalkirin. Di 25’ê kanûnê de jî li dijî siyasetmedarên kurd bi navê “Operasyonên KCK’ê” operasyona qirkirina siyasî hate destpêkirin. Siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas, rewşenbîr û nivîskar jî di nav de bi hezaran kes hatin girtin û binçavkirin. 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
 
Îktîdara ku careke din serî li polîtîkayên ewlekariyê da, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî girantir kir. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve destûr nehate dayin Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê hate girankirin û agahî ji Abdullah Ocalan nedihatin girtin, girtiyên PKK û PAJK’î di 12’ê îlona 2012’an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi hezaran kes tev li çalakiyê bûn û 68 rojan domiya. Di encama çalakiyê de deriyên Îmraliyê hatin vekirin. 
 
Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û got ku greva birçîbûnê gihiştiye armanca xwe û banga bidawîkirinê kir. Di vê pêvajoyê de Tayyîp Erdogan beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û got ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dikin. Bi domdarî Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Êlihê Ayla Akat Ata di 3’yê çileya 2013’an de çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. 
 
MUTEBEQETA DOLMABAHÇEYÊ
 
Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de got; “Ev 20 sal in ez ji bo aştiyê hewl didim.” Hevdîtin heta 5’ê nîsana 2015’an domiyan. Ev yek, di heman demê de bû destpêka pêvajoya ku weke “Pêvajoya çareseriyê” dihat pênasekirin. Bi avabûna atmosfera çareseriya demokratîk re di 21’ê Adara 2013’an di Newroz Amedê de danezanek hate xwendin û Abdullah Ocalan banga “Bila çek bêdeng bibin û êdî fikir û siyaset biaxive” kir. 
 
Pêvajo nêzî 2 salan domiya û di 28’ê sibata 2015’an de Mutebeqeta Dolmabahçeyê hate ragihandin. Di mutebeqetê de têkildarî pirsgirêka kurd, çareseriya demokratîk û sererastkirinên di destûra bingehîn de dihat vegotin. Piştî ragihandina mutebeqetê her kes li benda gavavêtinê bû. Lê Erdogan ev mutebeqet înkar kir. 
 
ÊRIŞ 
 
Bi vê daxuyaniya Erdogan re hevdîtinên di 3’yê çileya 2013’an de dest pê kirin, di 5’ê nîsana 2015’an de hatin bidawîkirin. Bi bidawîbûna hevdîtinan re AKP dîsa vegeriya kodên xwe yên berê. Di vê pêvajoyê de li gelek bajaran bombe hatin teqandin. Di pêvajoya ber bi hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de li dijî avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edene û Mêrsînê êrişên bombeyî hatin lidarxistin. Her wiha di 5’ê hezîrana 2015’an de li dijî mitînga partiyê ya li Amedê êrişa bombeyî hate kirin. 
 
AKP a ku di hilbijartinên 7’ê hezîranê de encama dixwest bi dest nexist, konsepta şer xist meriyetê û biryar da ku hilbijartin jinûve were lidarxistin. Hilbijartin di 1’ê mijdarê de dîsa hate lidarxistin. Beriya wê jî di 22’yê tîrmeha 2015’an de li Pirsûs a Rihayê bombe hate teqandin û 33 ciwan hatin qetilkirin. Di 22’yê tîrmehê de jî li Serêkaniyê ya Rihayê du polîs hatin kuştin û AKP’ê bi vê hincetê, di 24’ê tîrmeha 2015’an de bi balafirên şer êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Kesên di çarçoveya bûyera weke hinceta bidawîkirina pêvajoyê hatibû nîşandan hatin girtin, hatin berdan lê bûyer nehat ronîkirin. 
 
PLANA TÊKBIRINÊ 
 
Derket holê ku di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a di 30’ê cotmeha 2014’an de AKP’ê “Plana Têkbirinê” ya ji 10 xalan pêk dihat amade kiriye û xistiye meriyetê. Di çarçoveya vê planê de parêzbendiyên gelek parlamenterên HDP’ê hatin betalkirin û hatin girtin. Her wiha li şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qeyûm hatin tayînkirin û hevşaredar hatin girtin. Li gelek bajarên Kurdistanê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Bi sedan kes hatin qetilkirin û bi dehhezaran kes hatin koçberkirin. 
 
PEYAMA ABDULLAH OCALAN 
 
Piştî pêvajo bi dawî bû, sepanên OHAL’ê careke din li bajarên bakurê Kurdistanê ketin meriyetê. Bi referandûma sala 2017’an ve êdî derbasî “Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê” kete meriyetê û bi vê yekê re zextên li ser gel jî zêdetir bûn. Tecrîda li Îmraliyê bêhtir giran bû. Hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re hatin astengkirin. Ji ber rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû. Ji ber zexta raya giştî, piştî 8 salan di sala 2019’an de cara ewil parêzer çûn Îmraliyê û 5 hevdîtin li dar xistin. Abdullah Ocalan, helwesta xwe ya di mijara aştî û çareseriyê de domand û di hevdîtina 2’yê gulana 2019’an a bi parêzeran re de got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hewcehî bi lihevkirineke civakî û muzakereyên demokratîk heye. Abdullah Ocalan, ev peyam da raya giştî; “Helwesta me ya li Îmraliyê ew e ku helwesta xwe ya di Danezana Newroza 2013’an de bêhtir kûr bikin û zelaltir bikin û bi biryardarî didomînin. Ji bo me aştiyeke birûmet û çareseriya siyaseta demokratîk sereke ye.” 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina dawî ya bi parêzerên xwe re ya di 7’ê tebaxa 2019’an de jî diyar kir ku ji bo çareseriyê amade ye û ev tişt anî ziman: “Ez hewl didim ji bo kurdan cih vekim, werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Em dibêjim ku dikarim di nava hefteyekê de rewşa pevçûnan û îxtîmala wê ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez ji xwe bawerim, ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê dewlet û aqilê dewletê jî tişta pêwîst bike.” 
 
HEVDÎTINA TELEFONÊ YA DI NÎVIYÊ DE HATIYE QUTKIRIN 
 
Piştî vê dîrokê, li Îmraliyê tecrîda girankirî kete meriyetê. Piştî zêdebûna fikarên di raya giştî de, birayê Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan bertek nîşanî şêweyê hevdîtinê û astengkirina hevdîtina bi parêzeran re da û ev hişyarî kir: “Gelo dê ev pirsgirêk di demên pêş de çawa be? Ev pirsgirêka tenê dikare bi rêya hiqûqê were çareserkirin. Heke hevdîtinek were kirin, divê ev bi parêzeran re be. Ji ber ku ev rewş hem rewşeke siyasî hem jî hiqûqî ye.” Piştre jî telefon di niviyê de hate qutkirin. 
 
Ji bo rakirina tecrîda mutleq a li Îmraliyê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê kampanya hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Kurdistanê û li gelek navendên cîhanê bi milyonan kesan çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Kesayetên navdar ên cîhanê û yên Xelata Nobelê wergirtin tev li vê kampanyayê bûn. 
 
Dema kampanya didomiya, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 2’yê cotmehê de gaveke balkêş avêt. Bahçelî, silav da Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê. 
 
Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya di 22’yê cotmehê de têkildarî tecrîda Abdullah Ocalan li xwe mikûr hat û ji bo “Mafê hêviyê” şertê “tesfiyekirina rêxistinê” danî pêş. 
 
HEVDÎTINA PIŞTÎ 43 MEHAN
 
Ji Abdullah Ocalan 43 mehan agahî nedihatin girtin û piştî 43 mehan, biraziyê Abdullah û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 23’yê cotmehê de li Îmraliyê hevdîtin kir. Omer Ocalan têkildarî hevdîtinê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyam parve kir. Omer Ocalan got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Tecrîd didome. Heke şert û merc ava bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoya pevçûn û tundiyê veguhêzim ser bingeheke hiqûqî û siyasî.” 
 
Her wiha Erdogan jî piştgirî da gotinên Bahçelî. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya di 30’ê cotmehê de xwedî li gotinên Bahçelî derket û ev tişt anî ziman: “Muxatabê me yê esasî, birayên me yên kurd bi xwe ne.” 
 
ÊRIŞ Û QEYÛM
 
Lê belê di serdemeke ku nîqaşên behsa xeberê dihatin kirin de dewleta tirk careke din êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Demekî kin piştre jî Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ku bi rêbaza “Lihevkirina Bajar” hatibû hilbijartin, girt û li şûna wî qeyûm tayînnkir. 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

14/12/2024
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin