Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê

  • rojane
  • 16:29 7 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Danişîna doza Narîn Guran a li Amedê hatibû qetilkirin, piştî navberê dîsa dest pê kir. Niha jî dayika wê Yuksel Guran îfadeyê dide. 

Danişîna yekemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Di dozê de bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar tên darizandin. Her çar bersûc jî ji ber sûcê “Hevkariya hev kirine û zarok bi qesdî kuştine” bi cezayê muebbeta giran tên darizandin.
 
Beriya danişîna dozê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hatin girtin. Di heman demê de di hundirê edliyeyê de jî bariyer hatin danîn. Tenê serokên baroyan, parêzerên dozê û rojnaemger girtin salona runiştinê. Parêzerên li ber salona runiştinê dipan îzdîham jiyan û parêzeran gotin ev rewş nayê qebûlkirin.
 
Gelek serokên baroyan, bi sedan parêzer û rêxistinên zarok û jinan, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl dozê dişopînin. Danişîn, di saetên zû yên serê sibehê de dest pê kir û ji ewil îfadeyên Nevzat Bahtiyar û Enes Guran hatin girtin. 
 
Di runiştina duyemîn de dayika Narînê, Yuksel Guran axivî.
 
Heyeta dadgehê piştî navberê bi îfadeyên Yuksel Guran berdewam kir. Yuksel Guran wiha got: “Ez sibehê saet di 05.00’an de rabûm. Çûm ser erd û hatim. Saet di 06.30’an de hatim malê. Min karê malê kir. Du zarokên min ji bajarên dur hatibûn ez pir kêfxweş bûm. Min taştê amade kir. Ev sifreya me ya dawî bû. Li me kirin jehr. Cilên me hebûn. Min bir mala Hediye Guran ji bo bike maşîneya cilan. Ev geriyam. Narîn û birayê xwe Eren li şaneşînê dilîstin. Zarokên min li dora min bûn. Bûka apê min hatibû; mala xwişka min ez jî çûm wir. Enes li xwişka min geriya. Got ez birçîme bê malê.  Narînê ji min kartolê qelandî xwest. Saet di 13.00’an de sifreya min amade bû. Piştre hinek karê min hebû. Mine w kirin. Çavê Narînê her tim li saetê bû. Narînê got ez diçim dersa Kuranê. Min got neçe. Lê wê israr kir. Min destur da. Narîn derket çû mizgeftê. Piştî Narînê kurê min Muhammed hat hundir. Raza lê çiqas raza ez nizanim. Zarokên min Muhammed û Enes rabûn gotin Hediyeyê cil anîne. Hevalê Enes telefon kir. axivîn û piştre dîsa raza. Min jî got ‘rabe tu pir razaye hinek derkeve derve.”
 
HEVPEYVÎN JÊ PIRSÎN
 
Yuksel Guranê bal kişand ser îradeya xwe ya li cendermeyan û wiha got: “Fermandar ji min re got te Salîm dîtiye, ewil nehat bîra min piştre dema dînamo vedikir min carekê tenê bi qasî saniyekê dît. Min ser banê şuşt. Min xwarin çêkir. Min ji kurê xwe re Esen pirsî. Got li dervey.”  Li ser vê heyeta dadgehê ji Yuksel Guran gotinên wên yên di roportajan de yên wekê ‘Kê girtiye bila bînin li cihekî deynin, bila gora wê diyar be’ pirsî. Yuksel Guran îdia kir ku wê tiştek wisa negotiye.
 
Yuksel Guranê piştre pêvajoya windabûna Narînê vegot: “Windabûna Narînê qet nehat hişê min. Min ji hevalê wê Narîn pirsî. Min ji meta wê amûjna wê pirsî. Lê gotin em nizanin, gotin nehatiye vir. Ez çûm mizgeftê. Min li derî xist. Min got Narîn li ku ye. Lê gotin saet di 18.00’an de dîtin. Ez hinekî rehet bû. Lê dîs tirsiyam.  Em hemû gundî li Narînê geriyan. Em nizanin kî li cendermeyan geriya. Piştre her kes hat gund.” Serokê dadgehê got ‘Salîm kuşt an jî Nevzat’. Yukselê wiha got: “Ez nizanim. Dibe Salîm jî kiribe dibe Nevzat jî kiribe. Lê rewşa Nevzat li holê ye. Xwedê bela xwe bidê. Ez teslîmê Xwedê dikim.” Serokê dadgehê got: “Her tişt li holê ye lê Nevzat negot wî kuştiye, dibêje Salîm kuştiye.”
 
Serokê dadgehê ji Yukselê pirsa çima Enes Guran tê pirsîn kir. Yuksel Guran wiha vegot: “Ez li qerekolê bû. Fermandar H. Got wê bê mala wan û ji wê re tiştekê bêje. Hat mala min, got ‘li Enqereyê  li malekê di destê mafyayê de wÊneyê te, Enes, Eren û malbatê heye. Wê we hemûyan bikuje.’” Serokê dagehê got ev ji te re bi mantik tê?"
 
Serokê dadgehê ji Yuksel Guran dîsa roportaj pirsîn. Lê Yuksel Guran roportajên dan dîsa înkar kir. seorkê dadgehê ji Yukselê pirsa ‘di qeydên HTS’ê de Salîm Guran tê mala’ pirsî û got: “Na teqez kes nehat mala me. Ger hatime dora malê ez nizanim.” Serokê dadgehê pirsa;”Qeydên baz yên Esen, yê te, Nevzat û Salîm mala we nîşan dide. Di saeta tu dibêjî ez razame, tu ranezayî, li ser piyanî. Li dora malê bigere hûn çawa nabînin. Têkiliyek te bi Salîm re heye? Salîm reîsê malbatê ye?” Yuksel Guran got: “Teqez tu têkiliya min bi wîre tuneye. Nevzat îftereyÊ davêje. Ez nizanim Salîm kuştiye an nan. Xweda her tiştî dizane. Nevzat îftereyê davêje.” 
 
Li ser vê serokê dadgehê pirsa "Nevzat çima îftereyê bavêje?" pirsî.
 
Piştre dozger da zanîn ku Yuksel Guran îfadeyên bi naqok dide.
 
Serokê dadgehê ji Yuksel Guran re got: “Hûn dibêjin ‘xusumeta me tuneye. Ava wî tunebû me başî kir av dayê’. Çima Nevzat bikuje?Her wiha hemû Tirkiye bibû yek li Narînê digeriya, we digot ‘em pê parçe parçe bikin’. Lê Nevzar malbata xwe negirt û ji gund dernket. Qet nebihist ku hûn parparçe dikin, qet netirsiye? Nevzat nabêje min kuştiye jî’.” Li ser vê Yuksel Guran got ‘ez nizanim demekî netirsiyeye.’ 
 
Piştre gumanbar Salîm Guran îfade da û got seranserê rojê li ser erd bûye. Gumanbar wiha got: “Telefona min lê da. Gotin li jor erd wesayîtek biguman heye. Ez çûm, ligel min her dur kurê min hebûn. Xwestin bên min got hewce nake. Ev du sê mehe ez bi van kesan re hatime gel hev. Ji ber deynê wî hebû. Arîf deyn neda. Navbera wan de pirsgirêk derket. Ji ber vê ez qet neaxivim. Navbeta 18.30 û 18.40 de min agahî girt ku Narîn winda bûye. Ez li ser erd bûm keça min Gîzem li min geriya. Got Narîn winda bûye. Ligel min Mehmet Selîm Atasoy hebû, ew û kurê xwe jî ligel min hatin. Ez vegeriyam gund. Hemû gundî liwir bûn. Min cidiyet fêm kir. Min hema telefonê fermandar Şakîr kir. Min got biraziya min winda ye.”
 
‘TE ÇIMA PAQIJ KIR'
 
Salîm Guran der barê bernameya qeda deng a telefonê de jî axivî û got: “Ez bernameyan ji bo saetan qed bikim bikar tînim.” Li ser vê serokê dadgehê pirsa ‘Çima dema Narîn winda dibe ku ev ev bername hîn bêtir lazime, paqij dikî?, çima paşeroja telefona xwe paqij dikî pirsî. Gumanbar wiha got: “Min bi jinan re cuda axaftin kiribû. Ji ber wê min paqij kir.” Serokê dadgehê got; “Te ew axaftin paqij nekirine. Ew axaftin hene di telefonê de.” Gumanbar li ser vê got ew tiştekî nizane.
 
Serokê dadgehê her wiha diyar kir ku ji bo îfade bên guhertin xizm û gundî hatine tehdîdkirin û li ser vê gumanbar wiha got: “Cenderme îşkence li wan kirine û îfade pê dane guhertin.” Serokê dadgehê got ‘çima cenderme îşkeceyê bike û bêje Salîm Guran kiriye’. Gumanbar got; “ez nizanim.” 
 
‘HAYA MIN JI KOMA JWHATSAPPÖ TUNE YE'
 
Dadgehê got çima gumanbar Bahtiyar bêbextî xistiye stuyê wê û Yuksel Guranê û li ser vê gumanbar wiha got: “Bila Nevzat Bahtiyar baixive. Bêje min kiriye. Xwedê bela xwe bidê.  Serokê dadgehê diyar kir ku Nevzat dibêje min nekuştiye. Her wiha koma watsabê ya bi navê Narîn jî hat bibîrxistin û gumanbar got agahiya wî ji komek wisa tuneye.
 
Gumanbar gelek tiştî înkar kir û li ser vê serokê dadgehê got ‘dozger çima îdiayek wisa bike îdanameyê. Te çi bi dozgeran kir ku ew dijminahiyek wisa bikin. Çima dozger bejin Salîm Guran wisa kiriye.”
 
Runiştin bi îfadeyên Salîm Guran didomin.

Sernavên din

19/12/2024
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan