HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar

  • rojane
  • 16:00 7 Kanûn 2024
  • |
STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî yên di foruma “Ji şer re na” ya HDK’ê de axivîn, diyar kirin ku sedema krîzên piralî yên li Tirkiyeyê şerê tê domandin e û wiha gotin: “Em xwedî li xweparastina gelên Rojava û yên li Sûriyeyê derdikevin û soza têkoşîna hevpar didin.” 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li hotêleke Stenbolê bi dirûşma “Ji Filistînê heta Sûriyeyê, ji Xezeyê heta Rojava, em ji şerê emperyal ê li gelan tê ferzkirin re dibêjin na” forum li dar xist. Di forumê de pankarta “Ji Filistînê heta Sûriyeyê, ji Xezeyê heta Rojava, em ji şerê emperyal ê li gelan tê ferzkirin re dibêjin na” hate daliqandin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. 
 
BÊDENGIYA LI DIJÎ ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ 
 
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di forumê de diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn dest pê kirî bi hevkariya kapîtalîstan û nokerên wan mezin dibe û got: “Hilberînerên çekan tenê bi rêya şer dikarin berîkên xwe tije bikin û mêtingeriyê bikin. Li gorî wan ji bo desteserkirina çavkaniyên petrolê yên li Rojhilata navîn û beşdarkirina gelan a pergala kedxwariyê bi şer pêkan e. Ev şer, gelên me neçarî xizanî û tunebûnê dikin. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê rê li be travmayan vekir. Texrîbata mezin a barbariya DAIŞ’ê hêj di bîra her kesî de ye. Niha jî gelên me bi çeteyên DAIŞ’ê yên nû re rû bi rû ne. Bandora qirkirina mezin a li dijî Êzidiyan hêj didome. Hêj niha jî dixwazin zarokan li ser înternetê bifiroşin. Mirovatî, li hemberî qirkirineke wiha bêdeng e. Krîza penaberan didome û bi sedan sûriyeyî di rêyên koçberiyê de dimirin. Bi milyonan jê li Tirkiyeyê rastî cihêkariyê tên.” 
 
‘SEDEMA KRÎZÊN PIRALÎ ŞERÊ TÊ DOMANDIN E’ 
 
Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku xelkê Filistînê di bin êrişan de ye lê hêj jî Tirkiye bi Îsraîlê re hevkariyê dike û wiha domand: “Yên ji şer re dibêjin na girtî ne. Destkeftiyên mirovahiyê yên li Rojava bi saya berxwedaneke mezin hatin bidestxistin bi xetereyan re rû bi rû ne. Em gelên cîhanê dikarin van emperyalan têk bibin. Lewma divê em bi hev re li dijî şer dengê xwe bilind bikin û bidin sekinandin. Şerê heyî tenê bi yekitiya gelan dikare were bidawîkirin. Guleyên wan şeran ji sifreya gelên me diçe. Sedema krîzên piralî yên li Tirkiyeyê, şerê tê domandin e. Lewma divê em bi destên hev bigirin û vî şerî bidin sekinandin.” 
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina  Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû jî diyar kir ku divê bi hev re lidijî şer bisekinin û bi hev re têbikoşin. 
 
Hevseroka Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan jî got ku Tirkiye li Rojhilata Navîn û welêt navnîşana aştiyê nîşan dide lê li dijî gelan şer dide destpêkirin. Kadriye Dogan got ku divê daxwaza aştiyê pir xurt birêxistin bikin û dengê xwe li qadan bilind bikin. 
 
Sekreterê Perwerdeyê yê CHP’a Stenbolê Alî Ekber Comert jî destnîşan kir ku divê ji bo bidawîkirina şer bi hev re têbikoşin, ji bo vê divê pratîkên çareseriyê bên kirin û got: “Divê em bi hev re li ser xeta têkoşîna hevpar bimeşin.” 
 
Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî anî ziman ku di demeke wiha de gotina “Ji şer re na” girîng e û divê şoreşger bi hev re li dijî şer derkevin, ew xwedî li xweparastina mafdar û rewa ya gelên Rojava û Sûriyeyê derdikevin û soza têkoşîna hevpar didin. 
 
Forum, bi nîqaşan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

06/01/2025
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû