Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand

  • rojane
  • 09:59 20 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Rojnameger Cîhan Bîlgîn ku li kuçeyên Amedê weke generala biçûk a Apê Mûsa dest bi xebatên Çapemeniya Azad kir, her tim li ser şoreşa jinan û berxwedanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinî û bi nûçeyên xwe, pêvajoyên weke “dîrokî” pênase dikir, ronî kir. 

Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di encama hedefgirtina dewleta tirk de kedkarên Çapemeniya Azad rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Sûriyeyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajaroka Sirrînê de bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. 
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn di 27’ê Cotmeha sala 1995’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji dayik bû. Piştî perwerdeyê, di sala 2014’an de Çapemeniya Azad nas kir. Weke generala biçûk a Apê Mûsa, li kolanên Amedê dest bi xebatan kir. Cîhan Bîlgîn, belavkariya rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê kir. Di sala 2014’an di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de beşdarî çalakiya nobetê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bû. Xeyala wê ya herî mezin jî ew bû ku “Şoreşa Jinê” ya piştî rizgarkirina Kobanê bibîne û şahidiya wê bike. Li ser vê yekê, di sala 2016’an di meha Kanûnê de berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) xebatên xwe yên Çapemeniya Azad domand. 
 
LI PEY ŞOPA HEQÎQETÊ BÛ
 
Cîhan Bîlgîn, yek ji xwendekarên kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran (Seyît Mahmût Evran) bû. Cîhan Bîlgîn, bi çêkirina her nûçeya xwe bi raya giştî re “heqîqet” parve kir. Ji Qamişloyê heta Hesekê, ji Hesekê heta Şehba û Minbicê, her tim berê kameraya xwe da berxwedêran. Di dema êrişa DAIŞ’ê ya di 20’ê Çileya 2022’yê ya li dijî Girtîgeha Sina ya Hesekê de jî tevî hevalê xwe yê rojnameger Nazim Daştan kêlî bi kêlî rastî ragihand û bû yek ji wan rojnamegeran ku rastiya li wir bi cîhanê re ragihand. Cîhan Bîlgîn yek ji wan rojnamegeran bû ku tev li kampanyaya li dijî “êrişên dagirkeriyê” yên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû destpêkirin bû. Cîhan Bîlgîn, ne tenê bi nûçeyên xwe, di heman demê de bi hestiyariya xwe ya li hemberî bûyerên civakî jî her tim ji hevalên xwe re bû mînak. 
 
JIN Û BERXWEDAN ŞOPAND
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn ku berê kameraya xwe da têkoşîna jiyanê ya jinan, çîrokên jinên hatin qetilkirin, binpêkirinên mafan û jinên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, heta kêliya dawiyê jî berxwedana li Minbicê vegot ku rastî êrişa dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê hatibû. Piştî biryara derketina ji bajar a Meclisa Leşkerî ya Minbicê, îcar jî ji bo geşedanên li Tişrînê û Qereqozaqê ragihîne, tevî rojnameger Nazim Daştan berê xwe da herêmê. Dema ji Qereqozaqê ber bi Sirrînê ve diçû, li nêzî bajarokê Sirrînê tevî “agirbesta” di navbera dewleta tirk û HSD’ê de jî bi SÎHA’yên dewleta tirk tevî Nazim Daştan hate qetilkirin. 
 
Nûçeya Cîhan Bîlgîn a dawî ku di ANHA’yê de hate weşandin, bi yek ji fermandarên eniya Qereqozaqê Roj Engîzek re hevpeyvîn kiribû. Di nûçeya xwe de berxwedana jinan raxistibû ber çavan. 
 
‘PÊVAJOYA DÎROKÎ LI BENDA ME YE’
 
Cîhan Bîlgîn, beriya were qetilkirin têkildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî bû. Di nirxandinên xwe de bal kişandibû ser armanca dewleta tirk û koma paramîlîter a ji Turbeya Silêman Şah û wiha gotibû: “Gelên herêmê di encama berxwedaneke mezin de tarîtiya DAIŞ’ê têk bir. Lê belê niha jî dewleta tirk dixwaze heman tarîtiyê bîne ser vê xakê. Divê gelên cîhanê mîna li dijî DAIŞ’ê, niha jî li dijî êrişan dengê xwe derxîne. Pêdiviyeke jiyanî ye ku di avakirina Sûriyeya nû de statûya modêla Rêveberiya Xweser were naskirin.” 
 
Cîhan Bîlgîn, demekî kin beriya were qetilkirin, ji hempîşeyekî xwe re peyama dawî şandibû û wiha gotibû: “Pêvajoyeke dîrokî li benda me ye.” Bi vê peyama xwe bal kişandibû ser girîngiya geşedanên dîrokî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 
 
Cîhan Bîlgîn a li ANHA’yê dixebitî, di nava 8 salan de gelek nûçe amade kir. Çendek nûçeyên di demên dawî de çêkirî û deng vedayin wiha ne: 
 
 
 
 
 
 
 
 
MA / Ahmet Kanbal - Emrullah Acar

Sernavên din

08/01/2025
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e