Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin

  • rojane
  • 11:08 20 Kanûn 2024
  • |

ENQERE - “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” gihişt Enqereyê û meşvanan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hage gotin: “Ji bo rakirina tecrîda girankirî, çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha muzakereyan û demokratîkbûna Tirkiyeyê, em bang li Meclisê dikin ku li berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabe.”

Piştî bangawaziya rewşenbîran a li Stenbolê, di 16’ê Kanûnê de bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” hate destpêkirin û meş piştî Amed, Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê, gihişt Enqereyê. Meşvanên ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî tê de cih digirtin, hatin pêşiya deriyê Meclisê. Bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li ber Deriyê Çankayayê yê Meclisê daxuyanî hate dayin. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ser navê meşvanan û rewşenbîran metna hevpar xwend. Çîgdem Kiliçgun beriya daxuyaniyê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got ku ew ê her bibin şopdarên Çapemeniya Azad û heqîqetê. 
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HIQÛQA NAVXWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ XITIMANDIYE’ 
 
Metna ku ji hêla Çîdem Kiliçgun Ûçar ve hat xwendin wiha ye: 
 
 “Li Tirkiyeyê îradeya çareseriya demokratîk ji hêla deshtilatdariyê ve hatiye xitimandin. Bi vê xitimandinê re li Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan rejîma tecrîda mutleq hat destpêkirin. Îro jî tecrîd bi şiklekî giran berdewam dike. Tecrîd tê wateya xitimandina hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û hiqûqa neteweyî. Tecrîd bûye belgeya neçareserkirina pirsgirêka Kurd a bi awayek demokratîk û Tirkiye ji demokrasiyê, hiqûqê û edaletê dûr bûye. Bi tecrîdê re hiqûq temamî hatiye xitimandin. Tecrîd tê wateya redkirina çareseriya demokratîk. Ev tecrîd tercîha siyasî ya desthilatdariyê ye. Tecrîda li Îmraliyê bûye çavkaniya otorîterbûn û dubendiya civakî. 
 
Ji bo pêşî li demokrasiyê, serdestiya hiqûqê û pêvajoya aştiyê were vekirin gava ewil a çareseriyê rakirina tecrîdê ye. Ji bo rakirina tecrîda girankirî, çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha muzakereyan û demokratîkbûna Tirkiyeyê, em bang li Meclisê dikin ku li berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabe.
 
DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN
 
Di vê çarçoveyê de em bang dikin; divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û dikaribe ji bo çareseriyê û aştiyê bi rola xwe rabe divê şert û mercên azad werin afirandin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî tecrîdê rabin û pênûsa xwe bidin xebitandin û gotina xwe bêjin. 
 
BANG LI MECLISÊ KIR
 
Em bang li Meclisê dikin ku demildest tecrîda mutleq rake û çareseriya demokratîk wek wezîfeyek û berpirsiyarek dîrokî li ber Meclisê sekinandî ye. Her kesê ku aştî û demokrasiyê dixwaze divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û ji bo çareseriya demokratîk û serdestiya dadê û hiqûqê bi rola xwe rabin.” 
 
‘DIVE BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Piştre jî Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş axivî û qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û ji malbatan, Çapemeniya Azad û gelê Kurd re sersaxî xwest. Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku divê demildest şert û mercên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe werin afirandin û wiha got: “Pêwîste birêz Ocalan gavek beriya gavekî azad bibe.”
 
 

Sernavên din

26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
11:11 Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
11:01 Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
11:00 Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
10:44 'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
10:26 Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
09:48 Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
09:47 'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
09:09 Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
09:04 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tehliyeya 7 girtiyan hate astengkirin
09:03 Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
08:55 Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
23/12/2024
21:22 Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin