Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê

  • rojane
  • 11:49 29 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Hunermendên Kurd bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û wiha got: “Rojava, stran û helbestên me ye. Wer in, em bi hev re ji bo Rojava bibin dengê azadiyê.”

Hunermendên Kurd, êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi daxuyaniyekê protesto kirin. Daxuyanî ji hêlahunermend Ferhat Ertaş ve hate xwendin.
 
‘DIXWAZIN ŞOREŞA ROJAVA BIFETISÎNIN’
 
Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Hunera azad li cem Şoreşa Rojavayê ye” wiha ye: 
 
“Wekî ku tê zanîn van demên dawî li Sûriye û Rojava geşedanên girîng diqewimin. Rejîma Baasê ku di dîktatoriyê de israr dikir, têk çû. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ev rewş ji bo xwe wekî firsendekî dîtin û demildest êrişên xwe yên hovane li hemberî Rojava zêde kirin. Dixwazin bi vî awayî Şoreşa Rojava bifetisînin û têk bibin.
 
BI ZIMANÊ HUNERA AZAD EM Ê NIRXÊN ŞOREŞÊ BIPARÊZIN
 
Lê Şoreşa Rojava, pêvajoyeke dîrokî ye ku tê de daxwazên wekhevî û azadiya gelan hene. Ev şoreş ne tenê guherîneke siyasî ye, di heman demê de tevgereke çand û hunera Kurdî ye.
 
Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêş ketiye, bûye sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiyê. Em wek hunermend, radigihînin ku em li gel vê şoreşê ne û bi zimanê hunera azad nirxên wê diparêzin.
 
SIVIKKIRINA ÊŞNA Û XURTKIRINA HÊVIYÊN AŞTIYÊ ERKA ME HUNERMENDAN E
 
Li hemberî şer; huner yek ji xurtirîn amûrên berxwedanê ye. Li Rojava têkoşîna ji bo avakirina azadiyê, di heman demê de banga aştiyê ye. Jinûveavakirina nirxên mirovahiyê yên ku şer wêran kiriye, sivikkirina êşan û xurtkirina hêviyên aştiyê yek ji erkên me hunermendan e. Huner li dijî şer û koletiyê banga aştî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê, em ê wek hunermend ji bo gihandina peyama aştî û azadiya Rojava li her qadê jiyanê vê bangê bikin.
 
HUNERMENDÊN WELATPARÊZ DÊ LI GEL ŞOREŞA ROJAVA BISEKININ 
 
Rojava di heman demê de çavkaniya hunerê ye ji bo hunermendan e. Şoreşa ku li Rojava pêk hatiye, bi têkoşîna azadiya jinan, ciwanan û gelan re, hêza veguhêrîner a hunerê tîne cem hev û têgihiştineke etîk û estetîk a nû derdixe holê. Em wek hunermendên welatparêz, bi parastina estetîka azadiyê, bi hunera xwe li gel şoreşa Rojava bisekinin.
 
Rojava ku di tarîtiya şer de ronahiya aştiyê pêxistiye, têkoşîneke ji bo rûmeta mirovahiyê ye. Dengê vê têkoşînê, wê di zimanê hunera azad de bilind bibe. Em ê ji bo aştî û azadiyê bi hunera xwe li ber xwe bidin û biafirînin.
 
BANGA JI BO GEL Û HUNERMENDAN 
 
Di vê çarçoveyê de, em hemû hunermend û gelê xwe vedixwînin ji bo piştgiriya azadiya Rojava. Rojava warê me ye, Rojava mala me ye, Rojava ruh û canê me ye. Rojava stran û helbesta me ye. Wer in, ji bo Rojava em bibin çiraya ronahiyê û qerîna azadiyê. Em bi hev re dengê berxwedana Rojava xurtir bikin û xwedî li nirxên vê şoreşê derkevin. Bijî hunera azad! Bijî Şoreşa Rojava!”

Sernavên din

11/02/2025
10:04 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan
09:52 Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot
09:28 Çîrokên çalakvanên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
09:09 Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike
09:08 Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?
09:07 Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN