OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin

  • rojane
  • 16:40 29 Kanûn 2024
  • |

AMED - OHD û MED TUHAD-FED’ê bal kişand ser zext û binpêkirinên di nava salê de li girtîgehan hatine kirin û wiha got: “Di çarçoveya mafê hêviyê de hewceye pêvajoya hiqûqî ya derheqê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din ên di rejîma muebbeta girankirî de tên ragirtin, tavilê were destpêkirin.”  

 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) rapora xwe ya têkildarî girtîgehan eşkere kir. Daxuyanî, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê hate dayin. Rapora bi sernavê “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê ya 2024’an” ku daneyên wê dê di rojên pêş de bên eşkerekirin, 92 girtîgehan dihewîne. 
 
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, Hevserokên Giştî yên MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat û gelek endamên OHD û MED TUHAD-FED’ê yên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel ve hate xwendin. 
 
TECRÎDA 25 SALAN
 
Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Rapor, li ser serlêdanên hatine kirin hatiye amadekirin. Girtî, rastî cezayên disiplînê yên keyfî û derhiqûqî tên.” Ayşe Şehrîban Demîrel, bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Normên herî biçûk ên hiqûqê jî tên binpêkirin û cezayên disiplînê yên neheq tê dayin, daxwaza hevdîtina bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ev yek, mînaka herî şênber a tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
Ayşe Şehrîban Demîrel, bi domdarî got ku bi hevdîtinên di 23’yê Cotmehê û 28’ê Kanûnê de yên bi Abdullah Ocalan re tecrîd ji holê ranebûye û wiha got: “Ji bo jiholêrakirina bêhiqûqiya bi salan tê domandin divê gavên şênber bên avêtin. Divê demildest di çarçoveya mavê hêviyê de ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan gav bên avêtin. Salên domdirêj e mafê hevdîtinê yê bi parêzer û malbatan re yên birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin, bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin. Tevî vê rewşê jî CPT’yê di 13- 22’yê Sibata 2024’an de ji bo armanceke taybet serdana Tirkiyeyê kiriye. Lê belê rapora xwe eşkere nekir û bi vê yekê nîşan da ku li ser şopa Tirkiyeyê ye. Di çarçoveya mafê hêviyê de hewceye pêvajoya hiqûqî ya derheqê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din ên di rejîma muebbeta girankirî de tên ragirtin, tavilê were destpêkirin.” 
 
ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA TEHLIYEYÊN BIŞERT 
 
Ayşe Şehrîban Demîrel, got ku yek ji pirsgirêkên herî mezin a di pergala înfazkirina cezayê ya Tirkiyeyê de jî girtiyên nexweş in û wiha pê de çû: “Girtiyên rewşa wan giran, tevî serlêdanan jî serlêdanên wan bi demê re tên vehêlandin û bi hinceta raporên saziyên tipa edlî yên ne li gorî pîvanên zanistê hatine amadekirin tehliyeyê girtiyên nexweş tên astengkirin. Bi vê yekê re mafê jiyanê tê binpêkirin. Berdana gelek girtiyan tê taloqkirin û astengkirin. Mafê ewlehiya hiqûqî tê binpêkirin, nirxandinên subjektîf tên kirin û bi pêvajoyên îdarî yên kefî re gelek caran daxwaza tehliyeya bişert tên redkirin. Têgeha ‘başhaliyê’ ku yekser bandorê li mafê azadî û ewlehiyê dike, bi vî awayî ji biryarê keyfî yên rayedarên girtîgehê re hatiye hiştin. Bi hincetên weke derbasî qawîşên kesên serbixwe nebûne, zextên poşmantiyê, hincetên weke girtî teserûfa bikaranîna av û ceyranê nekiriye, cezayên disiplînê yên berê hatine dayin, ji pirtûkxaneya girtîgehê biqasî tê xwestin pirtûk nexwendiye, biryarên fikaredar e yên ji bo nameyên hatine şandin, ji bo gardiyanan nebûne alîkar, navbera wî/wê ya bi personelan re nîne û hwd. ên lijneya îdare û çavdêriyê tehliye tên astengkirin. Ji bo ku girtiyên mafê wan ê tehliyeya bişert hatiye astengkirin tavilê bên tehliyekirin, divê karûbarên pêwîst bên kirin.” 
 
ZEXTÊ LI KESÊN PEREYAN DIŞÎNIN DIKIN
 
Ayşe Şehrîban Demîrel, da zanîn ku li gorî agahiyên ji girtiyan girtine, di demên dawî de gelek girtî li girtîgehên cuda hatine sirgunkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sewqên ji bo girtîgehên dûr tên kirin hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatên wan dibe pirsgirêk. Zext li malbat, vasî û parêzerên ji girtiyan re pereyan dişînin dikin. Kes tên binçavkirin, derheqê wan de doz tên vekirin û ceza tên dayin. Girtinên bi îdiaya ‘fînansoriya rêxistinê dikin’ hêj didomin. Ji ber vê zextê, girtî nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin û ev yek jî bi xwe re hem pirsgirêkên fîzîkî hem jî yên ruhî tîne. Kesên rastî zexta darazê tên jî tên binçavkirin, doz lê tên vekirin û girtin. Ev yek li ser xizmên girtiyan rê li ber encamên jêneveger vedike. Ji karên xwe dibin, ji azadiya xwe mehrûm dibin û ji hêla civakî zirar digihije wan. 
 
MAFÊ RAGIHANDINÊ
 
Nameyên girtî ji malbatên xwe re jî dinivîsin bêyî hincetek were nîşandan tên astengkirin. Bi taybet jî nameyên bi Kurdî yên girtî dişînin an jî yên ji girtiyan re tên şandin, tên astengkirin. Ev yek nîşan dide ku zexta li ser Kurdî li girtîgehan jî didome. Di heman demê rojname û kovar bi awayekî keyfî tên qedexekirin. Mafên azadiya xweîfadekirinê û ragihandinê yê girtiyan ku bi qanûnên navneteweyî û destûra bingehîn hatine misogerkirin jî tên binpêkirin. Di vê çarçoveyê de pirtûk hatine bisînorkirin, rojname û kovar tên asetngkirin. Divê ev qedexe û astengkirin tavilê bi dawî bibin. Divê demildest sepanên keyfî, derhiqûqî û mafan bisînor dikin tavilê bên bidawîkirin. Divê derheqê xebatkarên cemaweriyê yên bi awayekî fiîlî derhiqûqî tevdigerin de mekanîzmayên lêpirsînê bi awayekî çalak bikevin meriyetê. Em ê binpêkirinên li girtîgehan bişopînin û ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan em banga berpirsyartiyê li her kesî dikin.” 
 

Sernavên din

30/12/2024
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir