Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye

  • rojane
  • 10:12 17 Çile 2025
  • |
img
RIHA - Endamê NLSR'ê Kurdyar Direhî diyar kir ku plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Rêveberiya Xweser ji ber berxwedana HSD'ê pêk nehatiye û got: "Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye."
 
Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NLSR) Kurdyar Direhî, hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, peyamên Ocalan û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got ku Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) a girêdayî wê, êrişên xwe didomînin. Direhî diyar kir ku Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku hikûmeta Sûriyeyê xistiye destê xwe, rasterast ji Tirkiyeyê destek digire û got ku di êrişa HTŞ'ê ya ku di encamê de rêveberiya Şamê hat rûxandin, DYA, Îsraîl û Ingilistan bi xwe cih girtine. Direhî got: "Dema van dewletan ev gav avêtin, rasterast li bendê nebûn ku rejîma Esad têk biçe. Plana wan ew bû ku rejîma Esad neçar bikin ku polîtîkayên xwe biguherîne. Bi rastî jî dixwestin peyamekê bidin rejîma Şamê û bêjin 'Werin û bi me re li ser heman maseyê rûnin.' Dê li ser vê maseyê Sûriyeyeke yek-navendî tunebûya an jî ji bo temînkirina pergaleke federal û di vê pergala federal de wê hebûna wan bihata gengeşekirin. Lê pêşketinê encameke ku ew jî ne li bendê bûn afirnad." 
 
Direhî da zanîn ku Tirkiye bi fersend nêz dibe û hewl dide feraseta ku li Şamê xwedî bandoreke mezin e ava bike û got: "Belê, HTŞ girêdayî Tirkiyeyê ye, lê divê bandora dewletên din ên li vir neyê jibîrkirin."
 
Direhî diyar kir ku siberoja hikûmeta HTŞ'ê ne zelal e û got: "HTŞ'a ku dewlet girtiye destê xwe, ne xwedî wê hêz û ne jî têgihîştinê ye ku bi rastî nûnertiya her kesî bike. Ev rewş hem niha û hem jî li Sûriyeyê nediyariyeke mezin dide Sûriyeyê. Rewşa pêşerojê ya HTŞ'ê ji neteweyên din cudatir e. Xuya ye ku dewlet wê diyar bikin. Sûriye welatekî pirneteweyî ye, pir bawerî ye. Hikûmeteke sunî-îslamî ku ew dixwazin wê nebe. Piştî hilweşandina Şamê du hêzên sereke derketin holê, yek jê HSD ye. Li gel wan komên paramîlîter ên bi navê SMO jî hene ku dixwestin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rakin û van cihan dagir bikin, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi awayekî neçaverêkirî bersiv da wan. Êrişên xwe didomîne, bi planeke mîna sala 2019’an a Serêkaniyê xwest Kobanê û piştre jî Rêveberiya Xweser dagir bike. Lê belê ne HSD HSD'ya berê ye, ne jî Trump Trumpê berê ye. Pêşerojek federal li benda Sûriyeyê ye."
 
Direhî bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê re jî û diyar kir ku Abdullah Ocalan beriya niha bi salan der barê pêvajoya muhtemel de biryar dabûn û ev tespît di pêvajoyê de careke din rast hatin îspatkirin. Direhî diyar kir ku piştî rizgarkirina Kobanê tecrida li ser Abdullah Ocalan gav bi gav kûrtir bûye û got: "Tirkiye bi polîtîkayên şer li aliyekî tecrîdê girantir kir û li aliyê din jî şerê bi PKK'ê re gurtir kir û pirsgirêka kurd kûrtir kir. Tirkiyeya ku hewl dida pirsgirêka kurd çareser bike, li gel van hemû êrişan jî nekarî Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Wî fêm kir ku dê bandorek hebe, ji ber vê yekê Devlet Bahçelî di meha Cotmehê de ev bang kir."
 
 
Direhî got: "Rêberê gel birêz Abdullah Ocalan wekî duh îro jî banga aştiyê dubare kir û diyar kir ku pirsgirêka li Rojhilata Navînê wê bi tifaqa tirk-kurdan çareser bibe. Ocalan ev tesbît kiriye û gotiye, ger Tirkiye ji dil nêzikî vê pirsgirêkê nebe, wê ji holê rabe." Direhî da zanîn ku di encama têkoşîn û destkeftiyan de 2 hevdîtin li Îmraliyê hatin lidarxistin û diyar kir ku di hevdîtina dawî de ji bo ku Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike divê Abdullah Ocalan çareser bike û got ku ev gengeşe ji dema Tûrgût Ozal ve heta niha dewam dikin. Direhî gotina xwe wiha domand: "Lê belê em dibînin ku tu eleqeya Tirkiyeyê bi çareseriyê re nîne. Bi pêvajoyê dilîze. Dixwaze li Bakurê Kurdistanê kurdan bê destkeftî bihêle û destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê jî têk bibe. Eger Tirkiye guh nede tesbîtên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, em ê bi tespîtên birêz Abdullah Ocalan bibînin ku Ocalan çiqas mafdar e."
 
Direhî da zanîn ku gotinên Abdullah Ocalan ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navînê jî wê bandoreke mezin bike.
 
Direhî diyar kir ku Abdullah Ocalan her çiqas bi salan di bin tecrîdê de be jî di siyaseta Rojhilata Navînê de kesê herî bibandor e.
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

27/01/2025
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’