Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

ŞIRNEX - Kesên di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, di bîranînê de got ku divê her kes xwedî li hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan derkeve û got: “Ev, firsendekî mezin e û divê jidest neçe.” 
 
Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), bi boneya salvegera 9’emîn salvegera komkujiya jerzemînên Cizîrê li eywaneke dawetê ya Cizîrê bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de ji bo kesên di jerzemînan de hatine kuştin, panel hat lidarxistin û mewlûd hate xwendin. Malbatên qurbaniyan, Berdevka DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
 
Li cihê bîranînê pankarta ku navên qurbaniyan û nivîsa “Lehengên Cizîra Botan” li serê nivîsandibû hat daliqandin. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Piştre, panela bi navê “Aştiyê” hat lidarxistin. Di panelê de Hevseroka MEBYA-DER’ê Esmer Çikmaz, nivîskar Aysegul Devecîoglu, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan axivîn.
 
‘EM Ê TU CARAN TIŞTÊN BI SERÊ ZAROKÊN ME ANÎN JIBÎR NEKIN’ 
 
Di destpêke de Hevseroka MEBYA-DERê Esmer Çikmaz axivî û hovîtiya ku li jerzemînên Cizîrê qewimî bibîr xist û wiha got: “Em bûn şahîd ku di jerzemînên Cizîrê de çi hat serê zarokên me. Em tu car ji bîr nakin. 10 sal derbas bûn lê ji bo me weke roja îro ye. Em dibêjin îro roja reş e lê ronahî li pêş me ye. Şehîd namirin, şehîd namirin. Em Kurd destê xwe bidin hev, em ê bi ser bikevin.”
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ
 
Piştre jî Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo kesên hatine kuştin têkoşîna xwe ya hiqûqî û edaletê bidomînin û got ku di pêvajoyên çareseriy3e de pêkhatina edaletê pirr girîng e.
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA JI BO AZADIYÊ BIDOME’
 
Nivîskar Aysegul Devecîoglu jî anî ziman ku ji bo aştî pêk were divê hemû beşên civakî tev li pêvajoye bibin û got: “Li vir aştî bê axaftin û li Rojava şer berdewam bike û mirov bên kuştin nabe. Em aştiyê dixwazin û em hêviya xwe li benda desthilatê nehêlin. Ji bo wê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘DÊ HESABA VÊ KOMKUJIYÊ WERE PIRSÎN’
 
Ji Aysegul Dogan axivî. Aysegul Dogan jî destnîşan kir ku ew ê hesabê vê komkujiyê bipirsin û wiha got: “Ji bo me hemûyan rojeke pir giran e. Tu gel vê pergalê qebûl nake. Doza me dozeke mafdar e. Em hêza xwe ji baweriya xwe û gelê xwe distînin. Ew hêza xwe ji mîrateya xwe ya têkoşînê distînin. Em dibêjin Kurd hene û mafê Kurdan jî hene. Kesên Kurdan nas dikin divê hebûna Kurdan jî nas bikin. Rojava li ber me ye, divê em destkeftiyên wê û statuya wê biparêzin. Li Tirkiyeyê heke yekitiyek wekhev pêk neyê em ê têkoşîna xwe dîsa bidomînin. Em dibêjin êdî dem dema li hevhatineke bi rûmet û aştiyeke mayînde ye. Di vî şerî de hemû kes winda dikin. Êdî tu kes ji Kurdan re nikare bêje hûn bê statu bimînin. Kurdan sed sal in serî netewandiye. Piştî vê demê jî tu Kurdek serî natewîne. Çiqas desthilat biguherin jî lê mêjî eynî ye, heta pergal neguhere û peymaneke nû ya civakî neyê nivîsandin doza me wê berdewam bike. Em ê bi rêbezên demokratîk hesabên êşa xwe bipirsin. Tu kes nikare van komkujiyan bi me bide jibîrkirin. Ne tenê gelê Kurd jî kesên ji xwe re dibêjin em demokrat in jî divê li hesabê van êşan bipirse.”
 
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
 
Aysegul Dogan diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê dest pê bike divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û wiha axivî: “25 sal in Rêberek di bin barekî aştiyê de ye. Ev bar li ser milê wî ye. Lê ew di bin tecrîdê de ye. Gelê Kurd dibêje Rêberê me ye û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan dixwaze. Bê Kurdan ne li Tirkiye û ne jî li Rojhilata Navîn aştiyek pêk nayê. Divê em heza xwe ji xwe bistînin. Gelek tişt tên gotin û bi zanebûn dixwazin tifaqa Kurdan pêk neyê û baweriya me bişkînin. Herî zêde ji tifaqa me ditirsin. Em çiqas bi tifaq bin tirsa wan wê ewqas mezin bibe. Dem dema xwedî derketina li Girava Îmraliyê ye. Ew rêberê gelekî ye. Bi salan e dixwaze ji gelan re rêyeke vebike. Ev firsendeke dîrokî ye û divê neyê windakirin. Derî bi derî, mal bi mal em ê xwedî li fikra aştiyê derkevin. Heta ku em vê tecrîdê ranekin û dengê birêz Abdullah Ocalan neyê bihîstin, em wî nebînin, em nikarin bêjin pêvajoyekê dest pê kiriye. Rast e pêvajoyek heye lê tiştek zelal tune ye.”
 
Panel bi pirsên beşdaran û bersivên axivêran bi dawî bû.
 
MEWLÛD HATE DAYIN
 
Piştî panelê ji bo qurbaniyên jerzemînên Cizîrê mewlûd hat xwendin. Bîranîn bi xwendina mewlîdê û danîna xwarinê bi dawî bû.
 

Sernavên din

18/02/2025
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da