Di doza Safîturk de daxwaza jinûve darizandinê

  • rojane
  • 11:33 11 Sibat 2025
  • |
img

ENQERE – Endama Lijneya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen xwest ku ji bo Şerîf Mesûtoglû ku di doza qaymeqam Fatîh Safîturk de cezayê muebeta giran lê hatibû birîn bi awayekî aşkera û zelal bê meşandin û jinûve bê darizandin.  

Di 10’ê mijdara 2016’an de li navçeya Dêrika Mêrdînê qaymeqam Muhammed Fatîh Safîturk wek qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin û di odeya şaredariyê de di encama teqîna bombeyê de Safîturk jiyana xwe ji dest dabû. Piştî êrîşê 70 kes hatibûn binçavkirin û 15 kes jî hatibûn girtin. Piştre 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di 22’ê cotmeha 2018’an de derbarê 14 kesan de biryara beraetê dabû. Ji bo Şefê Karê Nivîsan a Şaredariya Dêrîkê yê wê demê Şerîf Mesûtoglû jî 2 caran cezayê muebeta giran û 28 sal jî cezayê girtîgehê hatibû birîn.
 
Mesûtoglû di 2’ê îlona 2024’an de serî li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê da û daxwaza jinûve darizandinê kir. Mesûtoglû di serlêdana xwe de wek hincet jî diyar kir ku di kûmandaya bombeyê de şopa tîliya kesek din heye û ev li ber çavan nehatiye girtin. Daxwaza jinûve darizandinê di 17’ê îlona 2024’an de hat redkirin. Mesûtoglû bi hinceta ku darizandineke adil pêk nehatiye û ji bo bertek nîşanî biryarê bide di 30’ê îlona 2024’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Mesûtoglû piştî 134 rojan greva birçîbûnê bi dawî kiribû. 
 
 
Endama Lijneya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen ku di heman demê de hevseroka ÎHD’a Enqereyê ye têkildarî binpêkirina mafên Mesûtoglû axivî. 
 
DAXWAZA DARIZANDINEKE ADIL
 
Çevîrmen da zanîn ku darizandina Mesûtoglû ji sala 2016’an vir ve bi awayekî ne adil dewam dike û wiha axivî: “Mesûtoglû di pêvajoyeke darizandina ne adil de  derbas bû. Di dema darizandinê de gelek aliyên bûyerê nehatin zelalkirin. Divê derbarê mirinê de gelek delîl bihatana komkirin lê ev yek pêk nehat. Delîlên ku li cihê bûyerê hatin berhevkirin, avêtin sergoyê. Avahiya ku bombe hatiye teqandin ji aliyê îtfaiyeyê tê şûştin. Di encama van bûyeran de darizandineke adil çênebû. Delîl ji aliyê dozgeriyê hatin veşartin û piştî darizandinê hatin aşkerakirin. Derket holê ku şopa tilî ya ku li ser kûmandaya bombeyê hatiye dîtin aydî Mesûtoglû nîn e. Parêzer û malbatê li ser vê yekê bi daxwaza jinûve darizandinê serî li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dan lê piştî demeke kurt daxwaz hat redkirin.”
 
‘KES DENGÊ MESÛTOGLÛ NABIHÎZE’
 
Nûray Çevîrmen da zanîn ku dema darizandinê de ji ber Mesûtoglû beşdarî danîşînê  nebû, darizandin bêyî rêgeza darizandina rûbirû dewam kiriye û wiha got: “Di bin çavan de bi şîdeta fîzîkî û psîkolojîk re rûbirû maye, di dema binçavkirinê de xwestine sûc bigire ser xwe. Têkildarî çavkaniyên derve û çapemeniya ku şandine girtîgehê tu agahî nedane wî, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye qedexekirin û pêşkeşî wî nekirine. Hem dengê Mesûtoglû hem jî dengê malbata wî nayên bihîstin.”
 
‘GAV NAYÊN AVÊTIN’
 
Çevîrmen diyar kir ku daxwaza Mesûtoglû ya jinûve darizandinê bi tu awayî li ber çavan nehatiye girtin û wiha axivî: “Hem malbat  û hem jî Mesûtoglû daxwaza darizandineke adil dikin. Raya giştî dizane ku Mesûtoglû bêsûc e. Lê ji bo darizandina adilane heta niha tu gav nehatine avêtin. Hem delîlên ku derketine holê û hemj î îdiayên malbata qaymeqam nayên lêkolînkirin. Gotina qaymeqam a ‘sûcdar li derve ne’ nîşan dide ku Mesûtoglû sûcdar nîn e. Ligel van geşedanan darizandina adil tê astengkirin. Ger Tirkiye xwe wek welatek hiqûqê pênase dike wê demê divê dosya aşkera û zelal be. Divê hemû delîl li ber çavan bên girtin, di çarçoveya hiqûqî de jinûve bên lêkolînkirin û pêvajoya jinûve darizandinê bê destpêkirin.” 
 

Sernavên din

21/02/2025
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû