'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'

  • rojane
  • 10:10 26 Sibat 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Sarioglû diyar kir ku binçavkirin û girtin êdî bûne tiştekî asayî û azadiya fikir û ramanê tune tê hesibandin û got: "Pêkanînên niha yên desthilata AKP'ê mîna pêkanînên derbeya 1980'yî dimeşin."

Li gorî daneyên Konseya Ewropayê; Tirkiye di nava welatên endamên meclisê de welatê herî zêde girtî û hikumxwarên wê hene de ye. Binpêkirinên mafan ên wekî binpêkirina mafê darizandina adil û mafê azadiya raman û derbirînê jî di rapora 2024’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de cih girtiye. Li gorî raporê; di sala 2024'an de di nav 47 welatan de welatê ku herî zêde doz li DMME'yê hatine vekirin Tirkiye ye. Di raporê de hat ragihandin ku ji sedî 35,8'ê serlêdanên binpêkirina mafan ên li DMME'yê hatine kirin ji Tirkiyeyê hatine kirin. Binpêkirinên mafên mirovan, binçavkirin û girtin nîşana wê yekê ne ku azadiya raman û derbirînê li Tirkiyeyê di bin xeteriyê de ye.
 
Yek ji qadên ku azadiya raman û derbirînê herî zêde lê tê astengkirin jî çapemenî ye. Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG); di sala 2024'an de der barê 74 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, li 67 rojnamegeran bi tevahî 149 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn, 501 malper hatine girtin û xwegihandina 5 hezar û 260 nûçeyan hatiye astengkirin. Li gorî rapora 2024'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di sala 2024'an de ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal herî kêm 141 kes hatine binçavkirin, 40 kes hatine girtin, 14 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Li 25 bajaran û navçeyekê hemû xwepêşandan 83 caran ji aliyê rayedarên herêmî ve hatine qedexekirin, 358 civîn û xwepêşandanên aştiyane hatin destwerdan, astengkirin an qedexekirin û di encama destwerdana hêzên ewlehiyê de herî kêm hezar û 368 kes bi îşkence û kiryarên din ên xerab hatine binçavkirin.
 
Li gel ku hemû dane nîşan didin ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke tund a binpêkirinê heye, Tirkiye gavên ku binpêkirinan zêde dikin didomîne. Tayînkirina qeyûman, operasyonên li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), lêpirsînên li dijî Hevşaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, binçavkirin û girtina rojnamegeran nîşan didin ku Tirkiye ji reforma hiqûqî dûr e.
 
PÊKANÎNÊN DERBEYA 1980'YÎ
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Parêzer Ozcan Sarioglû diyar kir ku di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 23 salan de pêkanînên derqanûnî hema bêje bûye kevneşopî. Sarioglû anî ziman ku binçavkirin û girtinên dawî bi serdema derbeya 1980'yî re tên berawirdkirin û got: "Ji ber ku di dema derbeya 1980'yî de amûrên ragihandinê zêde nehatine pêşxistin, pêkanînên heyî yên desthilata AKP'ê tam wekî pêkanînên derbeya 1980'î bi pêş ve diçin. AKP'ê hewl dide bi van pêkanînên xwe desthilatdariya xwe biparêze. Di pêvajoya dawî de girtin û cezakirin tên wateya astengkirina azadiya ramanê."
 
Sarioglû destnîşan kir ku AKp bi van polîtîkayên çewisîner hewl dide qada siyaseta demokratîk teng bike û pir zehmet e mirov vê yekê di warê hiqûqî de rave bike. Sarioglû bilêv kir ku tu hêleke van pêkanînan a hiqûqî tune ye. 
 
Sarioglû bibîr xist ku hem karneya Tirkiyeyê ya di warê destûra bingehîn de hem jî ya di warê azadiya fikr û ramanê ya DMME'yê pir xirab e û got ku Tirkiye di vî warî de di rêza dawî de ye. Sarioglû bilêv kir ku ji ber ku hiqûq tê eciqandin divê ev li bara qanûnan mueyîdeyekê pêk bîne. 
 

Sernavên din

03/03/2025
15:30 Dayikên Aştiyê bang li îktîdarê kirin: Gavan biavêjin
15:05 DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in
15:03 Li Rojhilat agirê Newrozê hate hilkirin
14:47 Hejmara Êzidiyên di 2014’an hatin windakirin û qetilkirin hat aşkerakirin
14:36 Ji bo danişîna Nîmet Tanrikulu bang hate kirin
13:46 Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara hate avakirin
13:34 GOÇ-DER: Ji bo vegerê divê gav bên avêtin
13:21 Rapora MKG’ê ya Sibatê: 2 rojnamegerên jin hatin girtin
13:06 KCDP: Di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin
12:57 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Qeyûm dest bi talanê kir
11:57 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 39,05 li gorî ENAG’ ê jî ji sedî 79,51 e
11:50 MYK’a DEM Partiyê dê teşeya dawî bide ‘Nexşerêyê’
11:37 ‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’
11:19 Doza Uytun dê sibê bê lidarxistin: Hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin
11:01 Halîde Turkoglû: Dê herî zêde jin xwedî li bangê derkevin
10:47 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
10:36 'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
10:35 Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
10:03 Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
09:44 ‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
09:43 Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
02/03/2025
17:00 Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
16:32 Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
15:17 ‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
14:52 Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
14:42 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
14:16 NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
14:10 Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:06 Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
13:51 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin
12:27 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
12:23 HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
12:22 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
11:06 Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
10:44 ‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
10:42 Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
10:32 Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e
10:04 DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive
09:52 'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’
09:45 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ derket
09:39 Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn