Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin

img

ŞIRNEX - Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Samet Kaya bal kişand ser pirsgirêka randevuyê a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û got: “Welatî bi mehan nikarin randevûyê bigirin û ji ber vê yekê gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin.” 

Li Şirnexê pirsgirêkên di qada xizmeta tenduristiyê de her ku diçe zêdetir dibin. Li nexweşxaneyên Şirnex û navçeyên wê di gelek branşan de bijîşk tune ne. Li gel vê, ji ber ku cîhaz û ekîbmanên tibbî têr nakin, gelek welatî nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûd bigirin. Li gorî daneyên sala 2024’an; nifûsa Şirnex û navçeyên wê bi giştî 570 hezar û 826 kes in. Tevî vê nifûsê jî unîteya anjiyoyê jî tenê li navenda Şirnexê heye. Di gelek beşan de bijîşk tune ne û welatî ji bo tedawiyê diçin bajarên weke Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Amedê. 
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatine girtin; di sala 2024’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cîzrelîoglû ya Cizîrê 141 bijîşkan 887 hezar û 623 nexweşên randevuya wan hebû muayene kirin. Di heman salê de li beşa lezgîn jî 400 hezar û 966 nexweş hatin muayenekirin, û 3 hezar û 580 jin jî welidîn. Hat zanîn ku di nava salekê de milyonek û 288 hezar û 589 kes ji bo muyaneneyê çûne nexweşxaneyê. 
 
 
Pergala tenduristiyê ya li Cizîrê têk çûye. Hevserokê Şaxa Sendîkeya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Şirnexê Samet Kaya diyar kir ku welatî bi mehan nikarin randuviyê bigirin. 
 
'GELEK NEXWEŞAN JIYANA XWE JI DEST DAN’
 
Samet Kaya, da zanîn ku xizmetên tenduristiyê li ser Nexweşxaneya Dewletê tên meşandin û wiha got: “Nifûsa Şirnexê 110 hezar e û tenê 3 nexweşxane xizmetê didin. Nifûsa Cizîrê nêzî 170 hezar e û xizmetên tenduristiyê tenê li ser nexweşxaneya dewletê tên meşandin. Hejmara hemşîre, bijîşk û kedkarên tenduristiyê kêm e. Lewma xizmeta tenduristiyê kêm e. Mixabin ev rewş gelek caran rê li ber encamên cuda vedike. Weke mînak; ji ber ku navenda anjiyoyê nîne, gelek kesên krîza dil derbas dikin sewqî Şirnex û bajarên din tên kirin. Ev yek jî rê li ber mirina gelek kesan vedike.” 
 
'ROJANE ZÊDETIRÎ HEZAR KES DIÇIN NEXWEŞXANEYÊ’
 
Kaya, destnîşan kir ku daneyên li ber dest rê li ber lêpirsîna der heqê hejmara nexweşan de vedike û got: “Dema nexweş muayene dibin biqasî tê xwestin lê nayê guhdarîkirin. Dema mirov hejmara kedkarên tenduristiyê û ya nexweşan dide ber hev, ev yek rê li ber gelek pirsgirêka vedike. Polîklînîk neçar dimînin ku di 2-3 deqeyan de li nexweşekî binêrin. Ma heke li nexweşan neyê guhdarîkirin dê xizmet çawa were dayin? Gelek caran nexweş randevuyê jî peyda nakin. Ev jî dike ku nexweş berê xwe bidin beşa lezgîn. Hejmara kesên di rojekê de serî li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê didin hezar kes derbas kiriye. Ev, reqemeke pir zêde ye. Divê di demekî kin de hem teşhîs bikin. Ev jî rê li ber teşhîsên şaş vedike. Lewma kedkarên tenduristiyê bi dozan re rû bi rû dimînin. Ji ber vê jî kedkarê tenduristiyê di mijara tedawiyê de dudil dimînin. Nobetên biqasî sed û sih saetan hem ji hêla mental ve hem jî psîkolojîk ve zorê dide kedkarên tenduristiyê. Ji jiyana xwe ya civakî û malbatî bêpar dimînin.” 
 
'BERÊ KEDKARÊN TENDURISTIYÊ Û GEL DIDIN HEV’ 
 
Kaya, da zanîn ku nedayina randevuyan û dema kin a ji bo tedawiyê tê veqetandin berê gel û kedkarên tenduristiyê dide hev û got: “Di esasê xwe de hewceye bertek nîşanî wezaretê bê dayin. Hewceye ev rewş ji gel re bê vegotin. Divê berê gel û kedkarên tenduristiyê nekeve hev. Sağlık emekçisi ve toplumun karşı karşıya gelmemesi gerek" diye konuştu. 
 
'PÊDIVÎ BI ÎSTÎHDAMÊ HEYE’
 
Kaya, da zanîn ku li Cizîrê genê du cerrahên dil hene û dema ev bijîşk destûrê bi kar tînin jî nexweş bê bijîşk dimînin. Kaya, xwest ku îstîhdama pêwîst were kirin, kapasîteya nexweşxaneyê were mezinirin, nexweşxaneya welidînê di zûtirîn demê de bê temamkirin. 
 
BI MEHAN RANDEVUYÊ NAGIRIN
 
Ji welatiyan Reşît Çagirga, got: “Nexweşxane xizmetê nade. Welatî carnan nikarin mehek-du mehan randeviyê bigirin. Hejmara bijîşkan kêm e. Pirsgirêka paqijiyê ya nexweşxaneyê heye. Ev bû 18 roj nikarim randevuya diran bigirim. Em dixwazin hejmareke baş û bijîşkên jîr bên şandin. Em dixwazin xizmetên tenduristiyê yên wekhev bên dayin.” 
 
MA / Omer Erdogan
 

Sernavên din

07/03/2025
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin
14:20 TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
13:37 HPG: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:17 Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
11:14 Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin