Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

  • jin
  • 17:00 2 Adar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jin bi boneya 8’ê Adarê daketin qadan û çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Di çalakiyan de jinan bal kişandin ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û gotin ku ew xwedî li bangê derdikevin û peyama mezinkirina aştiyê dan. 

Jinên ku xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade dikin, li gelek bajaran çalakî li dar xistin û banga mezinkirina têkoşînê dan. 
 
ÎZMÎR
 
Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi cilûbergên herêmî yên ji hêla Kooperatîfa Jinan a Tohumê ve hatine amadekirin, li Qada Geştê ya Sarniçê defîle li dar xistin. Beriya defîleyê daxuyanî hate dayin. Di çalakiyê de pankarta “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye, meşa me ber bi azadiyê ve ye” hate hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Rûken Yilmaz ve û ya bi Tirkî ji hêla Ayşenûr Eker ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî polîtîkayên zayendperest, neteweperest û olperestî yên alternatîfa jinan jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin e. Hat gotin ku jin motîvasyona xwe di şexsê Cîhan Bîlgîn de ji Şoreşa Jinan a Rojava digirin. Hat gotin ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikn û bi tifaqa jinan jiyanê ronî bikin. 
 
Piştî daxuyaniyê jî defîle hate lidarxistin. Piştî defîleyê, jinan li ber defê govend gerandin. 
 
STENBOL
 
TJA’yî ji bo starta 8’ê Adarê li Tunela Taksîmê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê hatin gel hev. Jinên ku dixwestin ber bi qadê ve bimeşin, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin lê piştî israra jinan dorpêç hate rakirin. Di çalakiyê de pankarta “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hate hilgirtin. Gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Bijî 8’ê Adarê” û “Bijî piştevaniya jinan” hatin berzkirin. Jinên ku bi cilûbergên xwe yên Kurdî tev li çalakiyê bûn, stran gotin, tililî avêtin û govend gerandin. Di çalakiyê de ji bo Hevdîtina Jinan û Meşa Femînîst a Şevê ku dê di 8’ê Adarê de li Taksîmê bê lidarxistin jî bang hate krin. Dayikên Aştiyê, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu jî tev li çalakiyê bûn. 
 
'DORA DEWLETÊ YE’ 
 
Sebahat Tuncelê di çalakiyê de bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan bang li dewletê, gelên cîhanê û gelê Kurdistanê kir. Niha jî dora dewletê ye. Lê dewlet berîqetan didane pêşiya me û nahêle jin lihev bicivin. Ma heta pêşiya azadiya xwedîfadekirinê û raman neyê vekirin dê Tirkiye çawa demokratîk bibe? Yên berîqetan nadeynin pêşiya kujeran, li ber jinan didanin.” 
 
Parlamenter Çîçek Otlu jî got ku dê herî zêde bi têkoşîna jinan aştî bê.
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku ew ji bo bibin dengê jinan li kolanan e û got: “Heke pergaleke nû were avakirin, ev bêyî jinan nabe. Lewma tu wateya berîqetên we danîne tune ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku 26 sal in di tecrîd û îşkenceyê de ye, di 27’ê Sibatê de bangek kir. Em dizanin ku berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê jinan. Em jin dê di serdema nû de jî têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Piştî axaftinan, jinan çalakiya xwe bi dirûşm û govendê bi dawî kirin. 
 
DÎLOK
 
Meclisa Jinan a Şaxa Egîtîm Senê ya Dîlokê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de komxebata bi sernavê “Malbat, polîtîkayên bedenê û newekheviya zayenda civakî” ku di rojan domiya îro bi dawî kir. Gelek jin tev li komxebata li eywana konferansan a hotêleke li navçeya Mezmaxor a Dîlokê hat lidarxistin bûn. Li eywana komxebatê pankarta “Jin, jiyan, azadî”, “Li dijî sînorên mêrê serdest, kedxwariya kapîtalîst em têkoşîna ked û azadiyê mezin dikin” û Di rabûrdiyê de şopa me di pêşerojê de gotina me heye” hatin hilayîstin. 
 
Komxebat, bi pêşkeşiya Candan Dumrul a bi sernavê “Tundî, mobbîng û cihêkariya li dijî jinan û têkoşîna hiqûqî” dest pê kir. Candan Dumrul pirsgirêkên jinên di qada cemaweriyê de dixebitin û sendîkayî axivî û got: “Mobbîng, b guherandina şêwazê xebatê ya îktîdarê re şêwaza xw diguherîne.” 
 
AMED 
 
Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Amedê jî didomin. Jinan bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) û Koma Duçerxeyê ya Jinan a Amedê li pêş 2’yemîn Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê kom bûn û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Jinan pankarta “Biharê jî Azadiyê ji yê jin bînin” hilgirtin. Jinan, beriya çalakiyê daxuyanî dan. Li ser navê komê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Duygu Ozbay axivî û got: “Em jin li pişt daxwazê aştiyê ne. Ji bo azadiyê em ê her tim di nav têkoşînê de bin. Banga aştiyê hebe jin jî ji bo wê bangê mezin bikin dê li ber xwe bidin. Em ê di 8’ê Adarê de li her qadan banga jinan bilind bikin.” 
 
Piştî axaftinê, Jin li pêş 2’yemîn Şaxa Egîtîm Senê kom bûn û heta Qada Şêx Seîd duçerxe ajotin. Çalakî, li Qada Şêx Seîd bi gerandina govendê bi dawî bû.
 

Sernavên din

07/03/2025
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin
14:20 TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
13:37 HPG: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:17 Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
11:14 Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin