Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin

img

AMED- Jinên ku di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Amedê axivîn, gotin ku ew piştgirî didin banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Qada Stasyonê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê mîtîng tê lidarxistin. Qad bi taybetî bi alên mor kesk û sor û zer û spî hatin xemilandin. Jinên ku cilên kurdî li xwe kiribûn pankartên “Jin jiyan azadî”, “Em vîna ji pola silav dikin. Civaka demokratîk ava dikin”, “Li hemberî qirkirina jinê em ê serî rakin. Em ê azadiyê ava bikin”, “Sedsala jinê wê bibe şoreşa zimanê Kurdî” û “Ne tirse hevala min em bi hev re ne” hilgirtin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Jin jiyan azadî, azadiya Rêbertî” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
 
Gelek saziyên sivîl ên civakî, endam û rêveberên partiyên siyasî, hevşaredar, parlamenterên DEM Partiyê û bi hezaran jin tevlî mitîngê bûn. Mitîng bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Ji Komîteya Amadekar Esra Çîçek 8'ê Adarê li jinan pîroz kir.
 
Piştre hevşaredarên jin, aktîvîstên TJA’yê û siyasetmedar derketin ser dikê û kesên beşdarî mîtîngê bûne silav kirin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a ewilî axivî girse silav kir. Serra Bûcak, bal kişand ser peyama Rêber Apo û wiha axivî: “Em jin ji bo ku vê peyamê veguherînin aştiyê li vir in. Em ê bi hev re vê banga aştiyê biqîrin û dest ji mafê xwe bernadin. Li dijî şer em ê aştiyeke bi rûmet biparêzin. Piştre Dayikên Aştiyê li ser dikê kevok firandin.
 
Li ser navê Koma Dayikên Aştiyê Kûdret Eryilmaz axivî û wiha got: “Em vê rojê li hemû dayikê dilşewat, girtiyên li hefs û zindana pîroz dikin. Hêvî dikin ev roj bibe wesîleya aştiyê û hêsirên çavên dayikan bisekinin.”
 
GULTAN KIŞANAK: DIVÊ EM KÊLÎ BI KÊLÎ AZADIYÊ AVA BIKIN
 
Aktivîsta TJA’yê Gultan Kişanak, di keseyata jinên girtî Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Fîgeh Yuksekdag de hemû jinan silav kir û wiha got, “Birêz Ocalan li dijî polîtîkayên şer ên tên ferzkirin, li wir di her kêliyê de li ser aştiyê fikirî û banga aştî û civaka demokratik kir. Em ji vir wê bangê silav dikin. Ev bang ji me hemûyan re hatiye kirin. Li desthilatê, siyaseta demokratîk, Kurdan, Tirkan, gelên Rojhilata Navîn û me jinan hate kirin. Divê em hemû tişta dikeve ser mile me bikin. Bi tene li bende mayînê nabe. Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin.
 
Em ji vir bang li Enqereyê jî dikin. Divê êdî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Birêz Abdullah Ocalan dê weke mîmarê aştiyê tevkariyê bike. Bila kes xwe nexapîne. Rakirina tecrîda li Îmraliyê vekirina deriye aştiyê ya li Rojhilata Navîn e.”
 
HALÎDE TURKOGLU: EM WEKÎ JIN XWEDÎ LI VÊ BANGÊ DERDIKEVIN
 
Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û wiha got: “Birêz Ocalan bi banga xwe careke din hêviya aştiyê li van xakan geş kir. Wî nîşanî hemû cîhanê da ku li dijî şer aştî çêdibe. Hemû cîhanê bala xwe da vê peyamê. Hemû cîhanê bi baldarî li vê peyamê guhdarî kir û bi erênî jî pêşwazî kir. Jin di têkoşîna aştiyê de li pêş bin, jin wê aştiyê ava bikin. Banga Birêz Ocalan banga berfirehkirina têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê ye. Em weke jin xwedî li vê bangê derdikevin û dê pêdiviyên wê pêk bînin.”
 
Halîde Turkoglu, da xuyakirin ku jin wê jiyaneke azad û bi rûmet ava bikin û diyar kir ku ew ê bi banga Rêber Apo re têkoşîna jinan mezin bikin. Halîde Turkoglu destnîşan kir ku jinên Kurd modela jiyana azad pêşkêş dikin û anî ziman ku wê jin bi hev re jiyaneke wekhev û azad ava bikin û xwest 8'ê Adarê bibe roja aştî û yekîtiyê.”
 
AYLA AKAT ATA: AŞTÎ HÊVIYE Û DIVÊ JI BO ÇARESERIYÊ TÊKOŞÎN BÊ KIRIN
 
Ayla Akat Ata jî, diyar kir ku peyama Rêber Apo pêvajo derbasî qonaxeke nû kir û destnîşan kir ku ew bi civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ve girêdayî ne. Ayla Akta Ata anî ziman ku TJA’yê, jinên ciwan û dayik li pişt banga Rêber Apo ne û got ku ev bang wê bandorê li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Ayla Akat Ata, diyar kir ku aştî hêvî ye û divê ji bo çareseriyê têkoşîn bê kirin. Ayla Akat Ata, destnîşan kir ku barê aştiyê ji bo her kesî giran e, lê jin amade ne ku vî barî hilgirin û got ku gelên cuda wê bi hevgirtinê aştiyê bi rêxistin bikin û got ku ew amade ne berdêla çareseriyê bidin.
 
Mîtîng bi gerandina govendê, berzkirina dirûşmeyan û stranên hunermend Rojda berdewam kir.

Sernavên din

22/03/2025
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye