Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e

STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû Deklarasyona Newrozê li Stenbolê xwend û got: “Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin.” 

Deklarasyona Newroza 2025’an ku dê bi pêşengtiya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) bi dirûşma “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo azadiyê” were pîrozkirin, li Stenbolê tê aşkerakirin. Deklarasyon, li hotêleke li navçeya Beyoglûyê tê aşkerakirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Li eywana deklarasyon lê tê xwendin pankarta “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo azadiyê” hate daliqandin.  Deklarasyona Newrozê ji hêla Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû ve hate xwendin. 
 
DEKLARASYONA NEWROZÊ
 
Deklarasyona Newrozê wiha ye: 
 
“Newroz, ji bo gelê Kurd navê berxwedan, azadî û zayînê ye. Her çiqas dewlet hewl didin vê wateyê bixin nava çarçoveyeke teng jî, rastiya Newrozê berxwedan û azadî ye. Gelê Kurd bi sedsalan têkoşîna xwe di agirê Newrozê de geş kiriye, di vî agirî de hebûn, berxwedan û azadiya xwe nîşan daye. Newroz îro îfadeya herî xurt a meşa azadiya gelê me ye. Ji ber vê yekê her dengê ku ji qadên Newrozê bilind dibe, her agirê ku tê vêxistin, her strana ku tê gotin, her govenda ku tê girtin îradeya parastina azadiya me ye.
 
EM Ê BANGA OCALAN BI HEQÎQETA AZADIYÊ YA NEWROZÊ RE BIKIN YEK
 
Wateya herî mezin a zindîkirina ruhê Newrozê îro di çarçoveya azadiya gelê Kurd de berfirehkirina têkoşîna aştî û civaka demokratîk e. Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelan ji bo avakirina jiyana hevpar û aştiya bi rûmet dîsa bangeke dîrokî û xurt kir. Em ê vê banga Rêberê Gelan bi heqîqeta azadiyê ya Newrozê re bikin yek û careke din nîşan bidin ku em dikarin bi hev re jiyana azad û wekhev ava bikin.
 
DIVÊ OCALAN DEMILDEST AZAD BIBE
 
Em îsal Newrozê bi şîara Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk pîroz dikin. Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan e. Bi sedsalan e ku gel û bawerî rastî her cure êş û azaran hatine. Di nav gelan de êş û azarên herî mezin jî gelê Kurd kişandiye. Sedema êşa Kurdan a ku di nava dîrokê de ava bûye, zagonên înkarê yên nûjenkirî û polîtîkayên desthilatdaran yên li ser civakê ne. Ji bo ku înkarkirina gelan bi dawî bike, dawî li polîtîkayên çewisandinê bîne û civaka demokratîk ava bike, Rêberê Gelan berpirsyariyeke dîrokî digire ser milê xwe. Ji bo ku bikare vê berpirsiyariya dîrokî bi cih bîne, divê demildest azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelan bê misogerkirin. Dabînkirina şert û mercên xebatê yên hêza 'Teorîk û Pratîk' ji pêdiviyeke takekesî zêdetir erka bicihanîna berpirsiyariya civakî û siyasî ye.
 
ŞOREŞA JINAN BI FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BÛYE AGIRÊ NEWROZÊ
 
Ev banga jiyaneke adil û wekhev a gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, zarokan, kedkaran û teqawidan divê bi ked û têkoşîna her kesî bê bilindkirin. Azadî û şoreşa jinan a ku bi têkoşîna Rehşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Bêrîvanan vejiyaye, îro jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye agirê Newrozê. Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên mêtinger ên şerê taybet, li djî desthilatdariya mêrperest û netew-dewlet dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de berpirsyariya herî mezin bigire ser milê xwe û civakîbûna aştiyê birêxistin bike û biparêze.
 
PERGALA ROJAVA MÎNA NEWRZOÊ SEMBOLA BERXWEDAN Û ZAYÎNÊ YE 
 
Şoreşa Rojava ronkahiya îro ya ruhê azadiyê yê Newrozê ye. Pergala demokratîk a ku li Rojava hatiye afirandin, civaka neteweya demokratîk a li ser esasê azadiya jinan û wekheviya azad a gelan hatiye avakirin. Pergala Rojava weke Newrozê sembola berxwedan û zayînê ye. Lê mayîndekirina van destkeftiyan û misogerkirina siberoja gelê me tenê bi berfirehkirina têkoşînê pêkan e. Mîna agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim pêxist, îro jî rêya parastina şoreşa Rojava, bilindkirina meşaleya têkoşînê ye.
 
CIVAKA DEMOKRATÎK Û AŞTIYA BI RÛMET BI RUHÊ NEWROZÊ MEZIN DIBE
 
Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin. Ji ber vê yekê jî Newroz rastiya dîrokî ye ku her cudahî dikarin li hev bicivin. Civaka demokratîk û aştiya bi rûmet, bi ruhê berxwedanê yê Newrozê mezin dibe. Îro rêya herî xurt; hembêzkirina van nirxan, mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî, avakirina civaka demokratîk û misogerkirina yekitiya neteweyî ye.
 
MISOGERKIRINA YEKITIYA NETEWEUÎ DÊ SERKEFTINÊN MEZINTIR BÎNE 
 
Gelê Kurd weke li Kurdistanê li hemû cîhanê têkoşîna xwe didomîne û her tim bûye sembola berxwedan û zayînê. Misogerkirina yekitiya neteweyî dê vê berxwedan û têkoşînê ber bi serkeftinên mezintir ve bibe. Hêzên hegemonîk ên navendî bi hevkariya hêzên herêmî dixwazin li Rojhilata Navîn fermanên nû ava bikin. Lewma ji bo Kurdan xefkên nû tên amadekirin. Gelê Kurd dê sedsaleke din jî bi fermanên derve neyê birêvebirin. Gelê Kurd bi biryar e ku bi paradîgmaya civaka demokratîk xwe bi rêxistin bike û fermanên ku Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî û fikrî ve parçe dike ji holê rake. Gelê Kurd dê vê yekê jî bi xurtkirina yekîtiya neteweyî pêk bîne. Gelê Kurd her tim îradeya xwe ya avakirina siberojê bi nirxên berxwedanê yên berê re li qadên Newrozê nîşan daye. Di dema pêşxistina van nirxan de, gelê Kurd rastiya civakî ji xwe re esas girtiye. Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd û ji bo gel û baweriyên Rojhilata Navîn pêwîstiyeke bingehîn e. Eger yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê, dê amûrên zextê yên dewletan jî ji destê wan bê stendin. Li gorî ruhê Newrozê gelê Kurd dê careke din îradeya xwe ya hevpar a azadiyê ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî; li gund, kolan, bajar, serê çiya û qadan nîşan bide.
 
Newroza 2025’an dê bibe qonaxa mezinkirina berxwedan û azadiyê, dê civaka demokratîk bê avakirin û têkoşîn dê pêş bikeve. Agirê Newrozê dê bi ruhê yekîtiya neteweyî, bi dengê bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan û têkoşîna mayîndebûna şoreşa Rojava geştir bibe.
 
EM GELÊ XWE BE KELECANA AZADIYÊ VEDIXWÎNIN QADÊN NEWROZÊ 
 
Em Newrozê li Rêberê Gelan pîroz dikin ku wî hewl da Newrozê bi pêvajoyeke wiha watedar pêşwazî bike û em hêvî dikin ku gel bi coşa Newrozê li hev bicive. Em ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe bi kelecana azadiyê vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê. Newroz qada hêza herî xurt a têkoşînê ye. Em bi ruhê azad ê Newrozê Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Newroz pîroz be."
 

Sernavên din

22/03/2025
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye