1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin

AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê diyar kir ku dê îsal 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bi kedkaran re ber bi civaka demokratî ve” pîroz bikin. 
 
1’ê Gulana Cejna Karker û Kedkaran dê îsal li Amedê bi dirûşma “Bi kedkaran re ber bi civaka demokratîk ve” bi mitînga herêmê were pîrozkirin. Mitîng, dê ji hêla Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve were amadekirin û bi beşdariya gelek kesên li bajarên derdorê were pîrozkirin. 
 
1’ê Gulana îsal dê bi bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pîrozkirin. Kedkar dê ji bûdçeya ji bo şer tê veqetandin heta çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, tundiya li dijî jinan û heta KH’an dê bi gelek daxwazan li qadan bin û amadekariyên vê dikin. 
 
 
Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Mehmet Oktay diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind bînin ziman. Oktay, anî ziman ku 1’ê Gulana îsal hem ji hêla Tirkiyeyê hem jî ji hêla Kurdistanê ve di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin û got ku divê gel li qadan rola avakirina aştiyê li xwe bigire. 
 
DAXWAZA CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Oktay, bi lêv kir ku dê ji bo jiyaneke mirovane li qadan bin û wiha pê de çû: “Weke ku tê zanîn, ev 40 sal in sedemên rê li ber pirsgirêkên karker û kedkaran vedikin, neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji bo rojên xweştir divê budçeya ji bo şer tê veqetandin ji bo avakirina civaka demokratîk were xerckirin. Ji bo em deklarasyona birêz Ocalan a 27’ê Sibatê temam bikin, em ê tora têkoşîna xwe berfirehtir bikin.” 
 
BI RUHÊ NEWROZÊ BER BI QADAN VE
 
Oktay, da zanîn ku bi banga dîrokî ya Abdullah Ocalan re pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ev pêvajo bi ser keve girîng e ku em li qadan bin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di 1’ê Gulanê de beşdarî mitînga li Qada Stasyonê bibin. Em ê di 1’ê Gulanê de tevî gelê xwe vê peyamê bi zelalî bidin; dê ji vir û şûnde ciwantî û salên me neyên dizîn. Ji bo vê jî em ê pêvajoya heyî pêş bixin. Em ê bi deng û daxwazên xwe li qadan bin. Em dixwazin gelê me bi ruhê Newroz û 8’ê Adarê li qadan bin.” 
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl 
 

Sernavên din

28/05/2025
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
12:06 Qada siyasetê vê hefteyê dê germ bibe
11:21 Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?
10:40 Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket
10:24 Ji ber astengiya walîtiyê derxistî bi dehan ajel mirin
09:50 Kesên di lêpirsîna ÎBB’ê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
09:43 Îsraîlê êrişî dibistanê kir: Herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 Endamê CPT’yê Osman: Êrişên Tirkiyeyê pêvajoyê asteng dikin
09:12 Li Amedê dê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’ bê lidarxistin
09:11 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû ku ji sedî 92 astengdar e giran dibe
09:08 Abdulhakîm Daş: Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke wekhev bê çareserkirin
09:07 Parêzerê girtiyê nexweş Tekîn: Em ji jiyana wî bi fikar in
09:05 Laura Castel: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan
09:02 ‘Heta ku Kurdî rizgar nebe, azadiya ramanê pêk nayê’
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2025'AN
25/05/2025
22:28 Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê bi konserekê bi dawî bû
20:03 Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû
16:13 Leyla Guven: Divê dewlet bi avêtina gavan jidiliya xwe nîşan bide
14:55 Li Dêrsimê welatî pev çûn: Serokê Cemxaneyê Yaşar Seyrek hate kuştin
14:34 Altûn ê piştî 30 salan hatibû berdan li warê xwe bi coş hat pêşwazîkirin
12:49 Tulay Hatîmogûllari: Ne tenê Kurd, pêdiviya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye
12:40 TSP’ê ji bo berdana Koç bang kir
12:35 Jin ji bo civaka demokratîk li ser rêveberiyên herêmî axivîn
12:02 Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dîsa wek Hevserokên KNK’ê hatin hilbijartin
12:00 Ji KNK’ê deklarasyona hevpar: Bi konferansa neteweyî em hêzên xwe bikin yek
11:06 Serokê Baroya Rihayê: Ji bo aştiya civakî divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:46 Nehiştin şandeya tenduristiyê ya Îtalyan biçe serdana Şengalê
10:31 Kane: Ger li Tirkiyeyê Kurd azad nebin, kes ne azad e
10:30 Kovara Jinê bi manşeta ‘Bedêl, bîr, berxwedan’ derket
10:22 Mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê: Dozger tiştekî zelal nabêjin
10:10 Bakirhan: Hiqûqa xwişk-biratiyê dê bi pratîka Meclisê teşe bigire
09:37 Melda Onur: Divê STO jî di komîsyona li Meclisê de cih bigirin
09:05 Dayika ku 6 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan: Me zarokên xwe yên herî baş defin kir
09:05 Dayika Haci Lokman Bîrlîk: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
09:02 Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê: Divê bernameyên bi vî rengî zêde bibin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Akdogan: Bila bi sererastkirina hiqûqî ve dayik bighîjin zarokên xwe
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2025’AN
24/05/2025
16:51 Xwegihandina X hat astengkirin
16:51 Li 3 bajaran çalakî: Bila Kurdî bibe fermî û zimanê perwerdeyê
16:23 Di sala 1994 'an de hat girtin û piştî 31 salan hat berdan
16:18 Ji bo 3 girtiyan hişyarî: Nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin
15:44 Erdogan û Şera li Enqereyê civiyan
15:36 Piştî 30 salan hat berdan
15:12 Tulay Hatîmogullari di Enternasyonala Sosyalîst de peyama Ocalan parve kir
14:45 Mexdûrên KHK'ê 133 hefte ne çalakî li dar dixin
14:38 Ji xizmên windayan banga 'Komîsyona Heqîqetê'
14:17 Kongreya KNK'ê destpê kir: Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn e
14:01 Ji bo Orhanên ku 31 sal berê di bin çavan de hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat kirin
13:43 Katia Zagoritou: Divê rêxistineke hevpar a Kurdan bê avakirin
13:06 Li Parîsê konsera Koma Ma’yê
12:11 Piştî gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir
11:54 Li Atînayê Konferansa Pirsgirêka Kurd û Pêşketinên li Rojhilata Navîn
11:40 Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’
11:39 Hinceta dadgehê: Cihê her kes dikevê û der tê de nabe!