Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be

  • rojane
  • 14:00 10 Gulan 2025
  • |

STENBOL - Dayikên Şemiyê ku ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ê beriya 31 salan di binçavan de hat qetilkirin doza edaletê kirin, bang li Erdogan kirin ku soza xwe ya ji bo darizandina kiryaran bi cih bîne.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê li hev kom dibin û li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin dipirsin, ji bo kiryaran bên darizandin çalakiya xwe ya 1050'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di dema binçavan de hatin windakirin li Qada Galatasarayê hatin cem hev, li aqûbeta Halîl Alpsoy û pismamê wî Kasim Alpsoy ên di Gulana 1994'an de li Stenbolê bi îşkenceyê hatin qetilkirin pirsîn.
 
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Sebla Arcan ve hat xwendin.  Sebla Arcanê anî ziman ku bi êşeke kûr û valahiyeke bêderman ketine roja dayikan û got: "Yên ku dewletê bi rê ve dibin, wê careke din ji raya giştî re peyamên pîrozbahiyê biweşînin û bibêjin, 'Dayikên me her tim hurmeta herî mezin heq dikin.' Lê dê dayikên ku bi salan e li zarokên xwe diğerin û ji bo wan têdikoşin ji nedîtî ve bên. Dê roja dayikan ji bo dayik û malbatên ku zarokên wan di binçavan de hatin windakirin bi awayekî bêpênase valahiyeke mezin derbas bibe. Em bi boneya vê roja taybet careke din bibîr dixin. Windakirina di binçavan de ji aliyê dewletê an jî bi agahiya wê û pesendkirina wê hatine kirin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye." 
 
'BI ÎŞKENCEYÊ HAT QETILKIRIN'
 
Sebla Arcanê anî ziman ku Halîl Alpsoy di şeva 12'ê Gulana 1994'an de dema bi hevjîna xwe û pitika xwe ya 40 rojî vedigeriya mala xwe ya li Kanaryaya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wiha got: "Dema hevsera wî îtîraz kir polîsan nasnameyên xwe nîşan dan û gotin, 'Xem neke, em ê heya qereqolê biçin. Wê nîv saet şûnde vegere.' Halîl Alpsoy bi Torosek spî hat birin û 18 roj şûnda cesedê wî ku ji îşkenceyê nedihat naskirin, li herêma daristanî ya Kirikkaleyê hat dîtin. Birayên wî, wî ji şopa di zarokatiyê de li ser destê wî çêbûbû nas kirin." 
 
Sebla Arcanê diyar kir ku piştî hefteyeke binçavkirina Halîl Alpsoy, polîsan li Edeneyê bi ser mala pismamê wî Kasim Alpsoy de girtiye û got: "Kasîm di 18'ê Gulana 1994'an de danê sibehê ji aliyê polîsên maske û çekên lûledirêj ve hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Êvara heman rojê serbest hat berdan. Lê dest danîn ser nasnameya wî. Jê re gotin 'Sibê were nasnameya xwe bibe.' Gava vegeriya malê bi awayekî îşkencexwarî vegeriya. Ji hevjîna xwe re got, tîmê ku li Stenbolê ketiye lêpirsîna wî li Edeneyê jî ketibûyê. A din a rojê, ji bo nasnameya xwe bigire çû avahiya MÎT'ê. Xizmê wî li derve li bendê ma, lê Kasim Alpsoy hew ji wê avahiyê derket." 
 
Sebla Arcanê destnîşan kir ku heya niha jî binçavkirina Halîl û Kasim Alpsoy tê înkarkirin û got ku hemû serlêdanên ji bo aqûbeta wan bê encam mane. 
 
HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE
 
Hevjîna Kasım Alpsoy Şeyla Erdogan Alpsoyê jî ev tişt gotin: “Bê pirsiyariyê hevserê min birin û qetil kirin. 31 sal in em li Qada Galatasarayê li edaletê digerin. Wekî Dayikên Şemiyê ji bo kesên winda bên dîtin me berê bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Erdogan soz da me ku ew ê kiryaran bibîne, lê soza xwe bi cih neanî. Em dixwazin ev soz bê bicihanîn. Em naxwazin tu kes wekî me van êşan bikişîne. Em êdî hestiyên windayên xwe dixwazin. Em dixwazin aşît were vî welatî." 
 
‘BILA KIRYAR BÊN DARIZANDIN'
 
Kurê Halîl Aksoy Serdar Aksoy jî anî ziman ku divê kiryar bên dîtin û got ku Serokkomar Erdogan divê soza xwe ya daye Dayikên Şemiyê bi cih bîne. Aksoy got: "Em hestiyên windayên xwe dixwazin û dixwazin kiryar bên darizandin." 
 
Hevjîna Fehmî Tosûnê di binçavan de hat windakirin Hanim Tosûnê jî got: "Di Roja Dayikan de mirov diçin ser gorên windayên xwe û qurnefîlan datînin. Lê yê me goreke ku em biçin serê tüne ye. Ez roja dayikan a hemû windayan pîroz dikim û hemûyan hemêz dikin. Heya em hebin em ê vê têkoşînê bidomînin." 
 

Sernavên din

04/07/2025
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome