Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike

  • rojane
  • 09:37 11 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Koordînatora Hiqûqê ya Tirkiyeyê ya UCÎM'ê Candan Tekîn ku doza duyemîn a têkildarî mirina Narîn Guran hatiye vekirin dişopîne diyar kir ku her 15 bersûcan jî daxuyaniyên berovajî dane û got ku sonda bêdengiyê didome.

Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxa 2024’an de li navçeya Rezanê ya Amedê li gundê Çulî lê hatibû windakirin û di 8’ê Îlonê de cenazeyê wê hat dîtin, pêvajoya dadgeriyê berdewam dike. Derbarê kuştina Guran de du dozên cuda hatin vekirin. Doza ku li dayik Yuksel, Apê wê Selîm, birayê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar hat vekirin di 28 'ê Kanûnê de bi encam bû. Cezayê muebeta giran li endamên malbatê hat birîn  û 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Bahtiyar hat birîn.
 
Doza ku derbarê kuştina Guran de hatibû vekirin li 17'emîn Dadgeha Cezayê Asliye yê Amedê berdewam dike. Di vê dozê de pismamê Narîn Guran Bîrsen, apê wê Fûat, jinapa wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, xizmê wê Mehmet Kaya û xebatkarê Salîm Guran Mehmet Selîm Atasoy girtî tên darizandin. Xizma wê Şeyma Kaya, meta wê Hediye, apên wê; Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran tevî 3 zarokan bêyî girtî tên darizandin. Rûniştina sêyemîn a dozê, ku 3 jê zarok 15 bersûc bi sûcdariya 'sûcdarên li bendewariyê' tên darizandin, roja 2'ê Gulanê pêk hat. Di rûniştina ku di 29'ê Nîsanê de pêk hat de dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û daxwaza cezakirinê kir. Rûniştina din ji bo 30'ê Îlonê tê plankirin û tê payîn biryar were dayîn.
 
Koordînatora Hiqûqê ya Tirkiyeyê ya UCÎM'ê Candan Tekîn
 
DI DARIZANDINÊ DE ÇI DIQEWIME? 
 
Parêzer û Koordînatora Hiqûqê ya Tirkiyeyê ya UCÎM'ê Candan Tekîn ku dozên girtî dişopîne diyar kir ku di dozê de 3 zarokên 'bûne sedema sûc' hene û wan biryara darizandina zarokan di heman dosyayê de tiştek şaş e. Candan Tekîn da xuyakirin ku zarok bi cihgirtina li nava tevahiya pêvajoyê re rastî mijarên yekser pêwendiya xwe bi wan re nîne hatine anîn û wiha got: “Helwesta giştî ya bersûcan bi armanca redkirina îdîayan û berevajî bersûcên doza sereke li şûna ku bibêjin 'nayê bîra min, nizanim' zext û êşkence li wan tê kirin. Îddîa kirin ku piraniya îfadeyên wan ên berê ne aîdî wan e û îdiayên berê red kirin.”
 
Candan Tekîn da zanîn ku îfadeya hinek xebatkarên şîrketa elektrîkê û leşkeran hatine girtin û wiha got: "Gelek jendirme tevlî xebatên lêgerînê bûn. Bi qasî ku tê bîra wan, wan çalakiyên gumanbar ên ku herî baş şahidî jê re kirine vegotin. Cendirmeyan kiryarên ku rê li ber îddîanameya bersûcan vekir bi berfirehî vegotin û sedema ku wan ev kiryar bi guman dîtine vegotin. Hat dîtin ku xebatkarên şîrketa elektrîkê xwedî nebûna zanyariyên teknîkî ne û li gorî texmînên xwe bersivên giştî dane. Ez di wê baweriyê de me ku bi taybetî fermandar û personelên jendirmeyan tevkarî li dosyayê kirine."
 
'SONDA BÊDENGIYÊ DEWAM DIKE' 
 
Candan Tekîn ku anî ziman ku mîna dosyaya beriya niha beşdarbûneke xurt nîne û wiha got: "Ji ber ku dozger di dema navberê de rayeya xwe pêşkêş kir, em li bendê bûn ku dosya di rûniştina dawî de were destnîşankirin. Lê belê ji ber pêşkêşkirina çend hincetan, doz taloqî 30'ê Gulanê kirin. Malbat hewl dide balê bikişîne Nevzat Bahtiyar. Lê belê mijara vê dozê cuda ye. Mixabin ev 18 roj in Narîn li gundekî nehat dîtin. Delîlên di nava wê demê de winda bûn, xwegihandina rastiya madî zehmet kir. Niha dem dema dîtina berpirsan e û ji bo wergirtina cezayên ku heq dikin e. Lê dewamkirina sonda bêdengiyê û alîkar nebûna kesekî bala mirov dikişîne."
 
'DI QONAXA LÊPIRSÎNÊ DE ŞAŞITÎ HENE'
 
Candan Tekîn ku diyar kir ku di lêpirsîna kuştina Guran de kêmasî û şaşitî hene û wiha got: "Em dizanin ku hin karên pêwîst nehatine kirin an jî gelekî dereng hatine kirin. 24 saetên destpêkê ji perspektîfeke edlî gelekî girîng e. Delîlên ku di dema qonaxa lêpirsînê de nikarin bên wergirtin an jî neyên bidestxistin, bandorê li tevahiya dozê dikin. Di qonaxa dozgeriyê de ji bo zarokên ku di heman dozê de rê li ber sûcan vekirine bên darizandin, heta saetên dereng li salona dadgehê bên ragirtin û pedagog nebe, gelekî şaş e. Nêrîna dozger ew bû ku cezayên li bersûcan bê birîn, em jî bi vê nêrînê re hevrû ne. Em bawer dikin ku ev yek wê guncaw be ku em qerara mehkûmiyetê bidin."
 
Candan Tekîn a ku diyar kir ku ji bo cezakirina berpirsan hewl didin, got ku têkoşîna li dijî cînayetên zarokan bi xebateke kolektîf dikare encamê bistîne. Candan Tekîn wiha got: "Mixabin piştî ku bûyerên trajîk diqewimin, bi tenê hin tişt dikevin dewrê. Divê tavilê tedbîrên parastinê, pêşîgirtinê û piştevaniyê yên di Qanûna Parastina Zarokan de cih digirin, bên bicihanîn. Hevkariya bi rêxistinên ne hikûmî re jî pir girîng e. Çêkirina rêziknameyên pêwîst ên li ser bingeha tecrûbeyên qadê, wê rê li ber encamên baştir veke." 
 
Candan Tekîn diyar kir ku ne tenê malbat her wiha civak û dewlet jî parastina zarokan berpirsyar in. 
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel
 
 
 

Sernavên din

02/07/2025
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye