ENQERE – Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku di biryarên kongreya PKK’ê de balê dikişîne ser sosyalîzma civaka demokratîk û ev perspektîfa pêvajoya nû ye.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê ku di navbera 5-7ê Gulanê de 12’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Kongre diyarî kesayetên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hat kirin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal biryarên di kongreya PKK'ê de hatin wergirtin, ku li gelemperiya cîhanê deng veda, nirxand.
Di nirxandinên di vê kongreya dîrokî de hat kirin de hat gotin, ‘Ev ne dawî ye, lê destpêkeke nû ye’. Der barê biryarên hatine girtin û nirxandinên di kongreyê de hatine kirin, tu çi difikirî?
Ya yekemîn, ev nayê wateya bidawîbûna têkoşînê. Mîna ku Rêber Apo diyar kiriye; şert û mercên di dema avabûna PKK'ê de, pêvajoya têkoşînê ya piştî wê û pêşketinên nû yên derketine holê, êdî pêwistî bi guhertineke di vê qonaxê de heye. Rêber Apo bi berfirehî destnîşan dike ku ev guherîn tim di rojeva xwe de bûye, ji bo guherînê ketiye nav hewldanên mezin lê şert û merc guncaw nebûne, bi taybetî jî dewletê destûr nedaye. Bi taybetî di van 10 salên dawî de têkçûna konsepta şer a topyekûn a dewletê, nebûna encamên ji konsepta 'di şer de em ê li ser bingeha teknolojiyê encamê bi dest bixin' û şerê ku li Rojhilata Navîn bi geşedanên siberojê yên nediyar bi giştî ji bo Tirkiyê rîskên mezin bi xwe re tîne. Serok Apo, ji ber van şert û mercan ji dewletê re got, 'Ez niha amade me dawî li têkoşîna çekdarî bînim'. Xuya ye dewletê jî deriyekî li ser vê mijarê vekiriye. Serok Apo dixwaze em vê pêvajoyê baş fêm bikin. Ev ne şêwazeke muzakere yan jî peymanekê ye, berevajî wê bi hev re naskirina însyatîfê ye. Weke Rêberê Tevgera Azadiyê ya Kurd însiyatîfeke diyarker digire ser xwe. Hem însiyatîfa ji bo tesfiyekirina tevgerê ye, hem jî ji aliyê din ve avakirina zemîneke têkoşîna demokratîk a siyasî ye.
Di vî warî de gavên girîng hatin avêtin. Biryarên ku di kongreyê de hatine girtin biryarên dîrokî ne. Ew ê di warê encamên ku dê hilberînin de bandorê li tevahiya herêmê bikin û destpêka têkoşînek nû nîşan bidin. Li ser vê bingehê divê civaka sivîl, akademîsyen, rewşenbîr, partiyên siyasî û hemû nasnameyên civakî vê pêvajoya nû ji bo Tirkiyeyê weke firsendeke mezin a dîrokî bibînin. Divê her kes bizanibe ku ji bo derbaskirina xizanî û zilmê firsendeke mezin heye.
Ji bo pêvajo bi pêş bikeve kongreye bal kişand ser rola parlamentoyê. Di vê qonaxê de divê kîjan sererastkirinên qanûnî û siyasî bê kirin?
Divê îhtîmala nêzîkatiyên provokatîf li ber çavan bên girtin û ji bo pêvajo dereng nekeve, pêwîst e ji bo Serok Apo şert û mercên xebat û azadiyê bên afirandin. Meseleya sereke ev e. Afirandina şert û mercên xebatê wê destûrê bide ku pêvajo hîn bi leztir bi pêş bikeve. Tirkiye derbasî qonaxeke nû dibe. Divê komîsyonên ji partiyên siyasî pêk tên bên avakirin. Pêwîste ev mijar derbasî parlamentoyê bên kirin Ev hêlek e. Aliyê din jî hewldanên li hemberî civaka demokratîk e ku Serok Apo destnîşan kiriye. Di vê mijarê de divê hemû dînamîkên civakî bên aktîfkirin, raya giştî di nav de cih bigire û ev raya giştî jî xebatên parlamentoyê bileztir bike. Divê pêşî li vê rojeva xebatê ya dualî bê girtin.
Di encamnameya kongreyê de hat gotin, "Ji bo bicihanîna biryarên hatine gotin, divê Rêber Apo bi rêve bibe, naskirina mafê siyaseta demokratîk û pêwîstî bi garantîyeke xurt û hevgirtî ya hiqûqî heye." Tu xalê vê çawa dinirxînî?
Ji roja destpêkê ve bi nêzîkatiya erênî ya Serok Apo û tevgera me re ev pêvajo bi pêş ket. Tevî hemû neyîniyan jî, di nêzîkatiyeke erênî ya li pêvajoyê de israr heye. Ji ber vê yekê nêzîkatiya "Eger ev pêk neyên, wê ev yek pêk were" neyînî ye. Di daxuyaniya rêxistinê ya li ser vê mijarê de ti pîvaneke bi vî rengî ya neyînî nîne. Tê gotin, " Me wezîfeya xwe pêk anî." Hate gotin, "Kongreyê kom bikin, biryara fesîxkirinê bidin, dawî li destwerdana çekdarî bînin." Rêxistinê ev yek kiriye. Êdî yên mayî bi Serok Apo û heyetên pê re hevdîtinê dikin e. Ji ber vê yekê tevger dibêje, "Eger şert û mercên xebatê yên Serok Apo werin başkirin, ev pêvajo wê leztir bibe." Em ê encamên ku ji hevdîtina bi Serokkomar re derketine holê bişopînin.
Di dawiya encamnameya kongreyê de bale dikişîne ser 'sosyalîzma civaka demokratîk'. Tu dikarî vê mijarê hinekî berfireh vebikî?
Di pêvajoya avabûna PKK'ê de, di serdema ku sosyalîzma reel serdest bû de, nêzîkatiyeke ku sosyalîzm û azadiya civakê bi perspektîfa dewlet û desthilatdariyê ve eleqedar dike, hebû. Ya rast Serok Apo vê yekê rave dike û sedemên hilweşîna sosyalîzma Sowyetan vedibêje. Derketiye holê ku ev modela dewletê yek ji stûnên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst e. Ne pêkane ku sosyalîzmeke bi navenda dewletê bê afirandin. Sosyalîzma civaka demokratîk li şûna dewletê avakirina civaka demokratîk esas digire. Tê diyarkirin ku serkeftina pergala sosyalîst a ku azadî, wekhevî û hemû nasnameyên civakî esas digire, bi rêxistinkirina civakê dikare pêk were. Divê hemû têkoşînên bên meşandin li ser bingeha civaka demokratîk bên meşandin. Têkoşîna sosyalîst jî divê li ser vê bingehê be. Ji bo vê jî sosyalîzma civaka demokratîk perspektîfa têkoşînê ya pêvajoya nû ye, stratejiya wê ya nû ye û pir girîng e. Perspektîfeke têkildarî hemû pirsgirêkên civakî ye. Ji vê wêdetir perspektîfeke gerdûnî ye. Peyama perspektîfa sosyalîzma komunal a demokratîk ew e ku hemû pirsgirêkên civakî bi rêyên aştiyane û demokratîk dikarin bên çareserkirin. Gelên qedîm ên Rojhilata Navîn li ser vê perspektîfê dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin û aştiyê pêk bînin. Dikare şerên ku navenda wê desthilatdarî, dewlet û serweriyê ye ji holê rake. Ji ber vê yekê perspektîfeke bingehîn e ku hem ji pirsgirêkên herêmî hem jî gerdûnî re çareseriyê tîne. Perspektîfa têkoşînê ya pêvajoya nû ye.
MA / Firat Can Arslan