AMED - Serokê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Mehmet Fîdan bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û astengiyên qanûnî yên li pêşiya wê û got ku divê Destûra Bingehîn ji bo zimanê dayikê bê guherandin.
aziyên zimanê kurdî bi daxwaza "statûya kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê" Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Bi armanca rakirina zextên li ser zimanê kurdî û perwerde û statuya bi zimanê dayik rêzeçalakî tên lidarxistin.
Serokê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Mehmet Fîdan zext û astengiyên qanûnî yên li ser zimanê dayikê nirxandin.
‘DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN A TIRKIYEYÊ BIGUHERE’
Fîdan got: "Divê Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bê guhertin. Destûra bingehîn tenê ji bo neteweya tirk hatiye amadekirin. Ev yek ji bilî tirkan ji bo neteweyên din dibe sedema pirsgirêk û astengiyên mezin. Ji bo vê jî divê ev destura bingehîn were guhertin. Divê hemû gel bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibîne û bi zimanê xwe bijî."
‘EM MALÊN XWE BIKIN DIBISTAN'
îdan bal kişand ku gelê kurd bi zimanê xwe perwerdehî neditiye û got: "Li gelek deveran li zanîngehan dersên kurdî pir kêm tên dayîn, lê ev têr nake. Ger mirov bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, divê ji zarokatiyê heta zanîngehê be. Divê di zanîngehê de jî zimanê xwe bi kar bîne. Dema kurdek nexweş dikeve yan jî diçe daîreyên dewletê nikare pirsgirêka xwe bi tirkî rave bike, mixabin bi tirkî pirsgirêka xwe nizane vebêje. Ji bo nexweşxanê ev yek ne rewa ye ku her kes bi zimanê xwe wê xizmetê werbigire, ev neheqiyeke mezin e û nayê qebûlkirin.
Fîdan anî ziman ku nebûna perwerdeya bi zimanê dayikm dibe sedema pirsgirêkên mezin û wiha got: "Zarokên kurd bi tirkî diaxivin. Ev hem polîtîka asîmîlasyonê ye û hem jî kêmasiya me ye. Polîtîkayên dewletê asîmîlasyon be jî em karê wan hinekî hêsantir dikin. Divê em her tim bi zarokên xwe û malbatên xwe ra bi zimanê xwe biaxivin. Ji bo vê yekê tu astengî tune ye, gava tu bi kurdî diaxivî dernakeve. Erka me ya yekem ew e ku em malên xwe bikin dibistanên kurdî û wê demê dê pêşeroja kurdî vekirîtir be.”
Fîdan destnîşan kir ku divê her kes ji bo zimanê kurdî erka xwe pêk bîne û got ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê divê bi hev re têkoşîn bê meşandin. Fîdan bang li raya giştî kir û got: "Divê her kes zarokên xwe fêrî kurdî bike. Ger em niha kurdî fêrî wan nekin, dê di nava 15-20 salan de hejmara kurdîaxêvan kêm bibe. Her gel bi zimanê xwe heye. Em jî dixwazin bi zimanê xwe hebin. Em xwedî li zimanê xwe derkevin."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel