ŞIRNEX - Serokê Odeya Çandinê yê Hezexê Ahmet Yagan diyar kir ku li Kurdistanê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donim erdê dexl û danê hişk bûye û divê dewlet zirara cotkaran tanzîm bike.
Cotkar, ji ber polîtikayên çandiniyê yê deshilatê û hişkesaliyê rewşeke zehmet de ne. Di destpêka sala 2000’ê de dora 2 milyon û 8 hezar cotkar tomarkiri bûn, niha daketî 2 milyon û 200 hezar kesan. Hişkesaliya îsal nexasim li Kurdistanê bandorek neyînî kir. Hişkesaliyê bêtir bandor li bajarê Şirnexê û li navçeyên wê kir.
Li navçeya Hezex a Şirnexê îsal ji ber kêmbarîna baranê cotkaran xisar kir. Di meha Nîsanê de ji ber kêmbarîna baranê erdên çandiyê hişk bûn. Cotkar, hewl didin bi derfetên xwe ve erdan av bidin. Îsal cotkarên ku genim, ceh û nîsk çandibûn dê hilberîneke baş komnekirn. Li Hezexê 30 gund, li Cizîrê, Hezexê û li Silopî bi giştî dora 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn.
Serokê Odeya Çandinê yê Hezexê Ahmet Yagan rewşa hişkesaliyê nirxand.
‘300 HEZAR DONIMÊN DEXL Û DANÊ HIŞK BÛN’
Yagan diyar kir ku hişkbûna erdên çandiniyê karesatek e û wiha got: “Cotkaran xisareke mezin kir. Ji ber hişkesaliya îsal li Şirnexê karesat e. Li Silopî, Hezex û Cizîrê ji ber kêmbarîna baranê gîha hêşîn nebû. Cotkarên me pir mexdûr in. Em dixwazin dewlet alîkariya cotkarên me bike. Divê xisara cotkaran were tespitkirin. Gelek cotkar hene dixwazin hilberînên xwe kom bikin. Divê dewlet mudaxeleyê vê rewşê bike. Li herêma me genim, ceh û nîsk tên hilberîn. Tenê li Hezexê dora 300 donimên erd hişk bû, hilberîn neda. Xisareke mezin heye. Li Cizîr, Hezex û Silopî dora 300 hezar donim erd hişk bû, biçer nikarin têkevin navê."
‘DÊ COTKAR DEYNDAR BIBIN’
Yagan rave kir ku îsal ne wek tu salên bere ye û wiha got: “Ger dewlet alikariya cotkaran bike sala were dê karibin erdên xwe biçînin. Lê tu alikariyê nekin dê cotkar deyndarê banka, kooperatîfên cotkariyê û saziyên taybet bibin. Bendavên ku dewletê li herêmê çêkirî tu feydeya wan ji çandiniyê re tune. Bendava Ilisû çêkirin lê feydeya wê ji me re çênebû. Van bendevana tenê ji bo enerjiyê ne. Bi vî hawî gele herêmê dê zirarê ji wan bibine. Ev 6 sal qeyran û hişkesaliyek li cîhanê heye. Lê tu sal cotkaran ewqasî xisar nekiribû.”
Yagan axaftina xwe diha domand: “Cotkarên me yên ji bo pêşgiriyê xwe tomar kirin adi bin kontrole de ne. Lê hinek cotkarên me ne tomarkirî ne û ew ji vê hişkesaliyê xisar dikin. Gundên me yên ku piştgiriyê ji dewletê nastînin Xirabêkoza, Xirabêmişka heta niha tu alîkarî ji dewletê nestendine, dora 6-7 hezar donim erdên wan hiş bûne. Heta niha yê ku me tespit kirî li Hezexê dora 30 gundî hişkesalî heye. Em dixwazin gerînendetiya me ya herêmê li ser Şirnexê an Mêrdînê be. Niha gerînendetiya me bi Wanê ve girêdayî ye û ji ber dûrbûnê pirsgirêkên cotkaran nayê tespîtkirin.”
‘EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’
Yagan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îsal cotkaran 1 trîlyon û 644 hezar lîre xisar kir. Ger hilberîna xwe kom bikirana dê 105 ton genim bi dest dixistin. Xisara li vir gelek mezin e. Em ji Wezareta Çandinî û Daristanê rica dikin ku ji pirsgirêkên me re çareseriyê bibînin. Di salên dawîn de em karesatên mezin dijîn, divê dewlet li hinda welatiyê xwe be. Li Semsûr û li Mereşê ji ber qeşa çêbû û dewletê ji wan re got ‘biçin xisara xwe tespit bikin, em ê berdêla xisara we bidin’ em dixwazin ji bo cotkarên ji wir jî berdêla xisara wan bidin.”
‘JI BO AJALÊN ME ALIF JÎ DERNEKET’
Cotkarê bi navê Alî Ûca yê ku ji gundê Hespist yê Hezexê diyar ki ku di erdan de hilberîn kom nekirine û wiha got: Îsal ji ber kêmbarîna baranê hilberînên ku me çandibû hişk bû. Niha bi trîlyonan xisara me heye. Me 200 hezar lîreyî ve gubre kirî bikar anî. Min 130 donim genim, 30 donim nîsk û 30 donim ceh çand. Niha tu kara min nîne û biçer nakeve nava erde min. Hûn halê erdê min dibînin. Ger dewlet îsal nebe alîkar sala bê ezê neçinim. Li gundê me 10 hezar donim genim heye. Lê îsal hemû hişk bû. Em mexdûr in. Ne tenê Hezex li hemû herêmê hişkesalî heye. Ji bo ajalên me ji erdan alif derneket. Hilberînên me hişk bûn. Dê dewletê 8 hezar lîre pişgiriya mazotê bida ew jî neda. Cîhan halê cotkarên li Tirkiyeyê dibînin. Em dixwazin dewlet piştgirî bide û xisara me telafi bike.”