Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje

  • rojane
  • 10:29 20 Gulan 2025
  • |

AGIRÎ - Dayika Sema Yuceyê, Zennûre Yuce diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan nas kirin heta niha di rêya wî de dimeşin û got: “Em îro jî bi wî re ne. Wî çi gotibe em qebûl dikin.”  

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştgiriya ji bo banga Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Zennûre Yuce (76) ku keça wê yek ji navên sembol ên PKK’ê ye, diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan nas kirin heta niha di rêya wî de dimeşin û her tiştê Abdullah Ocalan dibêje qebûl dikin. 
 
Zennûre Yuce, da zanîn ku malbata wan ji sala 1984’an heta niha her tim li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cih girtiye û got: “Di vê têkoşînê de dayikên ku 4 zarokên xwe winda kirin hene. Tevî êşên hatine kişandin jî dayikên Kurd ji têkoşînê paşvegav neavêtin. Pêwîst bike dê 100 salên din vê têkoşînê bidomînin. Ji ber ku êşên me mezinin, em naxwazin tu dayikên din van êşan bikişînin. Di dîrokê de gelek serhildan çêbûn lê tu ji wan bi qasî PKK’ê li ber xwe nedan. Di serhildana PKK’ê de me bedelên giran dan. Lê ji ber van bedelan tu caran poşmaniya me çênebû. Ew bedelên me dayin, nirxa me dida gelê xwe û rêberê wê bû. Dema bi tank, top û balafiran li dijî Kurdan êriş dikirin, gelê Kurd ev 50 sal in li ber xwe dide. Di rewşa heyî de qala aştiyê tê kirin.” 
 
'RÊBERÊ ME ÇI BIBÊJE EM PÊ RE NE’
 
Bi domdarî Zennûre Yuce diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan nas kirine heta niha her tim di rêya wî de dimeşin û ev tişt anî ziman: “Ji roja em rêberê xwe nas dikin heta niha çi gotibe em di rêya wî de meşiyan. Em îro jî bi wî re ne û di rêya wî de ne. Ew çi bibêje em qebûl dikin. Heke ji bo avakirina civaka demokratîk berdana çekan guncav dîtibe, em tevek bi wî re ne. Carnan ji tiştên biçûk gelek serkeftinên mezin tên bidestxistin. Lewma di pêvajoyên wiha hesas de hewceye her kes li gotina xwe hişyar be. Nizanim dê pêvajo çawa pêş bikeve lê Rêberê Gelê Kurd çi bibêje divê em lê guhdar bikin.” 
 
'BAWERIYA ME BI TIRKIYEYÊ NAYÊ, BILA GAVAN BIAVÊJE’ 
 
Zennûre Yuce bang li dewletê kir û got: “Em dilsozên ol, doz û rêberê xwe ne. Rêberê me çi bibêje em pê re ne. Lê belê baweriya me bi Tirkiyeyê nayê. Her tim hewl da me mijûl bike. Divê êdî dewlet gavan biavêje. Mîna me divê ew jî gavan biavêjin.” 
 
'BILA DAYIKÊN KURD Û TIRK BIBIN YEK’
 
Zennûre Yuce, da zanîn ku di vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê dayikan û xwest ku dayikên Kurd û Tirk bên gel hev. Zennûre Yuce, got ku dema wekheviya gelan çêbû, wê demê dê şer jî bi dawî bibe. 
 
SEMA YUCE KÎ YE?  
 
Sema Yuce ku weke “Keça serhildanê ya Araratê” tê zanîn, di sala 1971’ê de li gundê Qerxelixa Jêrê ya navçeya Dutaxê ya Agiriyê ji dayik bû. 6 xwişk û bira bûn û Sema Yuce, dibistana seretayî û navîn li Dutaxê temam kir. Dibistana amadehî jî li navenda Agiriyê xwend. Di sala 1988’an de Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) qezenc kir. Dema di pola 3’yan de, ji ber zextên dewletê di sala 1991’ê de tev li refên PKK’ê bû. Sema Yuce, di havîna sala 1992’yan de dema tevî komeke hevalên xwe vedigeriya Agiriyê, di encama îxbarekê de hate girtin. 22 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Sema Yuce, di sala 6’an a girtîgehê de, di 21’ê Adara 1998’an di şeva Newrozê de li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitand. Sema Yuce ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahî ya Stenbolê. Sema Yuceyê di roja 80’an di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Piştî Sema Yuceyê jiyana xwe ji dest da, li ser navê wê gelek çîrok, helbest û stran hatin nivîsandin. Sema Yuce ku nifşê nû wê bi strana Hozan Serhat a “Keça serhildanê ya Araratê” nas dike, yek ji navên sembol ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê naskirin. 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

16:51 Xwegihandina X hat astengkirin
16:51 Li 3 bajaran çalakî: Bila Kurdî bibe fermî û zimanê perwerdeyê
16:23 Di sala 1994 'an de hat girtin û piştî 31 salan hat berdan
16:18 Ji bo 3 girtiyan hişyarî: Nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin
15:44 Erdogan û Şera li Enqereyê civiyan
15:36 Piştî 30 salan hat berdan
15:12 Tulay Hatîmogullari di Enternasyonala Sosyalîst de peyama Ocalan parve kir
14:45 Mexdûrên KHK'ê 133 hefte ne çalakî li dar dixin
14:38 Ji xizmên windayan banga 'Komîsyona Heqîqetê'
14:17 Kongreya KNK'ê destpê kir: Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn e
14:01 Ji bo Orhanên ku 31 sal berê di bin çavan de hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat kirin
13:43 Katia Zagoritou: Divê rêxistineke hevpar a Kurdan bê avakirin
13:06 Li Parîsê konsera Koma Ma’yê
12:11 Piştî gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir
11:54 Li Atînayê Konferansa Pirsgirêka Kurd û Pêşketinên li Rojhilata Navîn
11:40 Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’
11:39 Hinceta dadgehê: Cihê her kes dikevê û der tê de nabe!
11:05 Bakirhan: Em ê tifaqên aştiyê mezin bikin HATE NÛKIRIN
10:33 Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê
10:31 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 DYA: Cezayên li ser Sûriyeyê hate rakirin
09:22 Jean-Pierre Restellini: Dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim
09:20 Sonmez: Pêwîstî bi koalisyona demokrasiyê heye
09:07 Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim
09:06 Kurê Taybet Înan: Yên berdêl nadin mafê wan nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'
09:01 'Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne'
09:01 ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN
23/05/2025
16:43 Li Şirnexê banga ‘girtiyên nexweş berdin’ hate kirin
16:42 KATDER'ê kongreya xwe pêk anî
16:34 DEM Partî bi Partiya Gelecekê re civiya
16:25 Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’
15:45 Ji bo 47 girtiyên ku têlên qawîşê rakirin rêzeceza
15:25 Ji bo girtina girtîgehên tîpên S û Y pêşniyarname
15:12 Der barê rojnamegera ku qetilkirina hempîşeyên xwe şermezar kir de lêpirsîn vekirin
14:11 Li Amedê ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ dest pê kir
14:06 Barcelonayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin
13:13 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak: Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin
13:10 Ayşegul Dogan: Divê serokê meclîsê ji bo avakirina komîsyonê berpirsyarî bigire
12:15 Rapora têkildarî 20 girtîgehan: Her du 2 girtî di nav heman cihî de radizên
11:52 Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e
11:32 Çelenk: Di pêvajoya nû de hewcehî bi STO’yên muhafezeker ên serbixwe heye
10:48 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Walîtiyê zozan li ajalvanan qedexe kir
10:24 Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin
10:23 Malpera înternetê ya belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate vekirin
10:21 Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe
10:18 Ji ber 'pirtûkê' doz li xwediyê weşanxaneyê û xebatkarê wê vekirin
09:45 Hevalê Altûn ê girtîgehê: Di tu mercan de tawîz ne dida
09:30 Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin
09:05 Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin
09:05 Bi hinceta ‘midûr guncav nedîtiye’ cih nedan lîstika şanoya Kurdî!
09:03 Wêneyên peykê yên texrîbata li Gabarê
09:01 Cîgirê DGD’ê Taş: Em ji Ocalan bawer in, em ji bo tevkariyê amade ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN
08:36 Li dijî ÎBB'ê pêla 4’emîn a operasyonê: 49 kes hatin binçavkirin
22/05/2025
16:39 Li Colemêrgê ji bo ziman daxuyanî: Li her qadên jiyanê em ê têbikoşin
15:38 ‘Tecrîdê rakin, girtiyên nexweş berd in’
15:16 Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin
14:30 Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:24 Erdogan têkildarî destûra bingehîn axivî: Derdekî min ê weke jinûve hilbijartinê nîne
13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN