AMED - Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hate lidarxistin û taloqî 27’ê Gulanê hate kirin.
Danişîna ewil a doza rojnameger Yelda Çîçek ku di 21'ê Tebaxa 2019'an de dema xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman ên li Amedê dişopand hatibû binçavkirin û bi îdiaya “Muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 20911 a Civîn û Xwepêşandanan” ji nû ve hatibû darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Yelda Çîçek û parêzerê wê Burhan Arta di rûniştinê de amade bûn. Her wiha Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ji bo piştgiriyê beşdarî rûniştinê bûn.
Yelda Çîçekê di parastina xwe de diyar kir ku tiştek li gotinên xwe yên berê zêde bike nîne û ev tişt anî ziman: “Tundî li min hate kirin û hatim binçavkirin. Ev ne cara yekem e ku hîn jî tundî li ser rojnamevanên ku li qadê dixebitin tê bikar anîn. Ew tên binçavkirin û girtin. Ez beraeta xwe dixwazim."
Parêzer Burhan Arta jî daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.
Dadgehê biryar da ku ji bo îfadegirtina kesên din dem da parêzeran û danişîn taloqî 27’ê Gulanê kir.