Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim

  • rojane
  • 09:07 24 Gulan 2025
  • |

COLEMÊRG – Yek ji xizmên windayan Eren Baskin got ku divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên rakirin û eger wê aştiyek bi rastî jî bi rûmet pêk were, amade ye ku mirovên bavê wî qetil kirine efû bike.

Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de 12'emîn Kongreya xwe li dar xist. Biryarên kongreyê yên di 12'ê Gulanê de ji raya giştî re hatin aşkerakirin de hat gotin ku xebatên xwe bi dawî kirine. 
 
Dema ku nîqaşên der barê pêvajoyê de berdewam dikin, çav li hikûmet û deshilatdariyê ye da ku bibînin ka dê di derbarê pêdiviyên pêvajoyê de kîjan gavan bavêjin. Eren Baskin ku 33 sal in ji bo dîtina failên bavê xwe Abdulmecît Baskın ê ku piştî binçavkirina wî di 30'ê Îlona 1993'an de hat kuştin, têkoşîna ‘edaletê’ dimeşîne wiha got: "Eger aştiyek bi rûmet hebe, ez amade me ku mirovên bavê min kuştine efû bikim."
 
'MIN DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE NAS KIR' 
 
Baskin anî ziman ku dema bavê wî hat qetilkirin hê 4 salî bû û diyar kir ku ew di temenê xwe yê biçûk de bi têgehên weke "mirin, kuştin û failê nediyar" re hevnas bûye û wiha got: "Piştî ku bavê min hate kuştin, bi salan me li edaletê geriya. Lê mixabin lêgerîna me ya edaletê bi salan li ser rafên Dozgeriya Golbaşi ya Enqereyê hiştin ku tozê kom bikin. Ne tenê lêpirsînek hate kirin, di heman demê de ti lêkolîn jî nehate kirin. Ev rewş, polîtîkayek bû ku di meclîsên 'Ewlekariya Neteweyî' de bi armanca kuştina rewşenbîr û karsazên Kurd hat meşandin. Bi sedan mirov ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û kuştin û kiryar ti carî nehatin darizandin."
 
'DEWLETÊ KUJER PARASTIN' 
 
Baskin da zanîn ku piştî ku bavê wî hat kuştin, ew jî bi xeteriya statukoyê re rû bi rû ma û wiha got: “Tu qanûnên ji bo sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, nîne. Mehmet Agar derkeve jî û bibêje, 'Min Abdulmecît Baskin kuşt' nayê darizandin. Ji ber ku ew ê bi biryara sînordarkirinê ya 30 salan bê rakirin. Tevî hewldanên me yên têkildarî kuştina bavê min bi temamî û bi awayekî zelal ji raya giştî re hatiye pêşkeşkirin jî mixabin dewletê kujerê xwe parast û li hemberî wan biryara beraetê da.”
 
'DIVÊ ASTENGÎ BÊN RAKIRIN' 
 
Baskin destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan û bidawîbûna çalakiyên PKK'ê wê samîmiyeta aliyê Kurd nîşan daye û wiha axivî: “Sedemeka pêvajoya heyî ewçend baş tê birêvebirin, bi dîtina min pêşdîtineke mezin a Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajoya dewam dike di dema herî nêz de li ser bingeha qanûnî bê çareserkirin, divê parlamento însiyatîfê biavêje û dewlet gavên berçav biavêje. Eger Abdullah Ocalan, PKK û heyeta Îmraliyê tevî hemû rîskan daxwazên xwe bi cih tînin, hingî pêwistiya dewletê jî bi bicihanîna daxwazên rewa yên demokratîk heye. Ev daxwaz zelal in: rêveçûna pêvajoyê li ser bingeheke qanûnî, perwerdeya bi zimanê dayikê, rawestandina êrîşên heyî yên li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan, mafê hêviyê yê nîqaşê û serbestberdana girtiyên nexweş. Ji bo dewamkirina pêvajoyê daxwazên herî rewa ne. Divê dewlet û hikûmet bi lez van daxwazan bi cih bîne û pêk bîne.”
 
'JI BO AŞTIYA RASTEQÎN DIVÊ EM YA PÊWÎST BIKIN' 
 
Baskin anî ziman ku serbestberdana girtiyên nexweş û bicihanîna ‘mafê hêviyê’ wê gavên gelekî hêja bin û destnîşan kir ku bi van gavên destpêkê re baweriya raya giştî ya bi dewletê wê zêde bibe û wiha got: "Di serî de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin e. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî divê hemû astengiyên li pêşiya Ocalan bên rakirin. Divê ji bo tendirustiya pêvajoyê gavên bilez bên avêtin. Dema min bavê xwe defin kir ez hê 4 salî bûm. Eger wê aştiyek bi rastî jî bi rûmet pêk were, ez amade me ku mirovên bavê min kuştine efû bikim. Ji bo pêvajo bi rûmetî bimeşe û aştî pêş bikeve divê em tişta pêwîst bikin. Pêwîst e dewlet bi awayekî fermî ji xizmên windayan lêborînê bixwaze. Pêvajoya rasteqîn wê bi vî rengî dest pê bike. Piştî vê yekê pêwîste polîtîkayeke rûbirûbûna bi kujeran re bê meşandin. Yê ku di serî de ji mirina bavê min û mirina bi hezaran dozên nediyar berpirsyar e Mehmet Ağar e.”
 
PÊVAJOYA HIQÛQÎ YA DOZA ALDULMECÎT BASKIN
 
Di daxuyaniya ku di 26'ê Adara 2011'an de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat kirin de îtîrafkar Ayhan Çarkin îtîraf kir ku wan Abdulmecît Baskın bi fermana Serokê Daîreya Operasyonên Taybet Îbrahîm Şahîn di sala 1993'an de binçav kirine û Baskın ji aliyê polîsên tîmên taybet Ziya Bandirmalİoglu û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Der heqê 18 kesên dema di bin çavan de hatin qetilkirin de lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Di sala 2014'an de li dijî 19 kesên ku di nav de Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn û Korkût Eken jî hene bi sûcdariya 'di nava xebatên rêxistina çekdar ên sûc kirine de cînayet hatiye kirin' doz hatibû vekirin.
 
Di doza ku wekî "Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê" tê zanîn de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 13'ê Kanûna 2019'an de biryara girtinê hat dayîn. Dadgehê hemû bersûcan beraet kir. Daîreya Ceza ya 1’emîn a Dadgeha Herêma Enqereyê biryara beraetê ya li ser îtirazê betal kir. Di danişîna dawî ya 26ê Gulana 2023an de hemû bersûcan dîsa ji sûcê ‘kuştinê’ beraet kirin. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Enqereyê biryarên beraetê di 3'ê Adara 2024'an de erê kir. Li gel vê yekê, ji ber ku li dijî Abdulmecît Baskin û Behçet Canturk bi biryarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin, biryarên ji kar hatin derxistin.
 
MA / Mazlum Engîndenîz
 

Sernavên din

13:06 Li Parîsê konsera Koma Ma’yê
12:11 Piştî gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir
11:54 Li Atînayê Konferansa Pirsgirêka Kurd û Pêşketinên li Rojhilata Navîn
11:40 Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’
11:39 Hinceta dadgehê: Cihê her kes dikevê û der tê de nabe!
11:05 Bakirhan di kongreya Yeşîl Sol Partî de diaxive
10:33 Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê
10:31 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 DYA: Cezayên li ser Sûriyeyê hate rakirin
09:22 Jean-Pierre Restellini: Dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim
09:20 Sonmez: Pêwîstî bi koalisyona demokrasiyê heye
09:07 Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim
09:06 Kurê Taybet Înan: Yên berdêl nadin mafê wan nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'
09:01 'Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne'
09:01 ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN
23/05/2025
16:43 Li Şirnexê banga ‘girtiyên nexweş berdin’ hate kirin
16:42 KATDER'ê kongreya xwe pêk anî
16:34 DEM Partî bi Partiya Gelecekê re civiya
16:25 Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’
15:45 Ji bo 47 girtiyên ku têlên qawîşê rakirin rêzeceza
15:25 Ji bo girtina girtîgehên tîpên S û Y pêşniyarname
15:12 Der barê rojnamegera ku qetilkirina hempîşeyên xwe şermezar kir de lêpirsîn vekirin
14:11 Li Amedê ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ dest pê kir
14:06 Barcelonayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin
13:13 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak: Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin
13:10 Ayşegul Dogan: Divê serokê meclîsê ji bo avakirina komîsyonê berpirsyarî bigire
12:15 Rapora têkildarî 20 girtîgehan: Her du 2 girtî di nav heman cihî de radizên
11:52 Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e
11:32 Çelenk: Di pêvajoya nû de hewcehî bi STO’yên muhafezeker ên serbixwe heye
10:48 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Walîtiyê zozan li ajalvanan qedexe kir
10:24 Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin
10:23 Malpera înternetê ya belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate vekirin
10:21 Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe
10:18 Ji ber 'pirtûkê' doz li xwediyê weşanxaneyê û xebatkarê wê vekirin
09:45 Hevalê Altûn ê girtîgehê: Di tu mercan de tawîz ne dida
09:30 Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin
09:05 Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin
09:05 Bi hinceta ‘midûr guncav nedîtiye’ cih nedan lîstika şanoya Kurdî!
09:03 Wêneyên peykê yên texrîbata li Gabarê
09:01 Cîgirê DGD’ê Taş: Em ji Ocalan bawer in, em ji bo tevkariyê amade ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN
08:36 Li dijî ÎBB'ê pêla 4’emîn a operasyonê: 49 kes hatin binçavkirin
22/05/2025
16:39 Li Colemêrgê ji bo ziman daxuyanî: Li her qadên jiyanê em ê têbikoşin
15:38 ‘Tecrîdê rakin, girtiyên nexweş berd in’
15:16 Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin
14:30 Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:24 Erdogan têkildarî destûra bingehîn axivî: Derdekî min ê weke jinûve hilbijartinê nîne
13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine