Ji KNK’ê deklarasyona hevpar: Bi konferansa neteweyî em hêzên xwe bikin yek

  • rojane
  • 12:00 25 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di metna hevpar a di 23’yemîn Kongreya Asayî ya KNK’ê de hat xwendin, wiha hate gotin: “Em bang li hemû hêzên Kurd dikin ku bi konferanseke neteweyî em hêzên xwe bikin yek.” 
 
Kongreya 23'yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û kesayetên serbixwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê dewam dike. Di civata giştî de rewşa li Kurdistanê û herêmê bi berfirehî hate nirxandin û li ser yekitiya neteweyî, pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk nîqaşên berfireh hatin kirin. Di encama van nîqaşan de jî deklarasyoneke hevpar hate qebûlkirin. Deklarasyona hevpar jî ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ve hate xwendin.
 
Deklarasyona hevpar bi vî rengî ye:
 
"Bi munasebeta Civata Giştî ya KNK’ê, ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat nûnerên dehan partî û saziyên Kurdistanî û gelek kesayetên serbixwe, li gel endamên KNK’ê beşdarê civînê bûn û li ser rewşa Kurdistan û cihanê nîqaşên berfireh hatin kirin. Civîn bi hemû astî bû şêwireke neteweyî û bi navê vê şêwirê vê deklerasyonê ji reya giştî re pêşkêş dike.
 
Civata Giştî ya 23’yan a KNKê di demekî wisa da kom bû ku li herêma Rojhilata Navîn bûyerên mezin diqewimin, şereke dijwar li seranserê herêmê berdewame û hingî diçe ev şer germtir dibe. Di encama vî şerî de gelek guhertin di herêmê de çêbûn û rejîma Baasê ya Sûriyeyê têk çû. Li aliyê din li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê, nîqaşên germ ên çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin û di vî warî de lêgerîn, diyalog û bang hene.
 
DÎROKA BANG Û DANEZANÊ
 
Ev demeke li girava Îmraliyê di navbera birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd mûzakere têne kirin. Di encama van hevdîtinan de birêz Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bangek kir. Li ser vê bangê, PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk anî. 12’ê Gulanê jî encamên kongreyê bi daxuyanek ji raya giştî re hat eşkerekirin. Gorî daxuyaniyê, PKK’ê rola xwe ya dîrokî lîstiye û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û diyalogê bê çareserkirin, Tevgera Azadiya Kurdistanê hêdî bi navê PKK’ê kar nake û li hember dewleta Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî radiwestîne.
 
Hem banga birêz Abdullah Ocalan hem jî encamnameya kongreya PKK’ê, gavên dîrokî ne. Vê bang û encamnameyê di raya giştî ya Kurd û cîhanê da dengekî mezin veda. Di asta saziyên sereke yên navneteweyî û di asta hêzên cihanî de, bi awayekî pozîtîf hatin pêşwazîkirin û bi daxuyaniyên xwe piştgirî dan pêvajoya aştî û çareseriyê. Partî û rêxistinên Kurdistanî jî nîzîkbûna xwe ya pozîtîf dane diyarkirin û xwedî li pêvajoyê derketin. Weke tê xwestin nebe jî, rayedarên dewleta Tirk jî bi awayekî erênî pêşwazî kirin.
 
PIŞTGIRÎ DA BIRYARÊN PKK’Ê
 
Civata Giştî ya 23’yan a KNK’ê, pêvajoya li Îmraliyê ya di navbera birêz Ocalan û dewleta Tirk de, banga birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê, bi erênî dibîne û piştgirî dide. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihê encamekî baş, em ê jî weke KNK’ê ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe kar bînin. Pêvajoyek girînge û eger pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, di heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din ên Kurdistanê û yekrêziya nav mala Kurd û Kurdistaniyan jî dike.
 
Lê pêvajoyek weke tê xwestin heta niha ne meşiya ye. Hikûmetê heta niha gavên şênber ne avêtine, peyamên wa ne zelal in û zimanê ragihandina wan jî ne zimanê aştiyê ye. Li aliyê din heta niha jî operasyonên leşkerî berdewam in, çekên qedaxe û çekên kîmyewî jî tên bikar anîn. Ev rewş bi ti awayî nayê pejirandin.
 
BANG
 
Li ser vê bingehê: 
 
* Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemî gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzîkî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin. 
 
* Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd bi tenê nehêlin û ji bo serketina vê pêvajoyê têbikoş in.
 
* Di serî de em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û hêzên cihanî dikin û dibêjin; tenê daxuyaniyên erênî têrê nakin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji bo serketina vê pêvajoyê pêk bînin. 
 
* Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin, gok êdî di seha we de ye, vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe Birêz Ocalan serbest berdin, hûn jî şer rawestênin, rojekî zûtir vê pirsgirêkê bêxin rojeva Meclîsê, zemîna siyasî û hiqûqî ya çareseriyê pêk bînin.
 
ALIYÊN SÊYEMÎN ŞERT E
 
Ji bo bi awayeke baştir pêvajo pêş bikeve, divê komeke sêyemîn ya bêalî ku bikare çavdêriya pêvajoyê bike bê avakirin. Civata Giştî ya KNK’ê bang li herdu aliyan dike ku rê li ber hêzên navberkar vekin û aliyekî sêyemîn erkdar bikin. Em hêvî dikin ku hemû alî li berpisyariya xwe xwedî derkevin û di encama vê pêvajoyê da pirsgirêka Kurdî bê çareserkirin.
 
ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRAN
 
Li aliyê din jî rejîma Îranê di krîzek mezin de ye. Krîz hem aborî, hem civakî û hem jî siyasî ye. Rejîma Îranê, welat ji hemû neteweyên li Îranê, baweriyên cuda û ji jinan re, kiriye zîndanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştiye. Taybetî zext û zordariya li ser jinan, hingî diçe zêdetir û girantir dibe. Ev rewş hêdî nayê qebûlkirin û hêdî gihiştiye qonaxa serhildanê. Piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî, di pêşengiya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê de, li seranserê Îranê serhildanek pêk hat. Ev serhildan rastî êrîşên giran hat û ji ber van êrîşên hovane herçend hinekî bê deng bûbe jî, lê heta niha jî ev serhildan berdewame. Rejîma Îranê, partî û rêxistinên Kurd tewanbar dike, zext û êrîşên xwe li ser gel zêdetir dike. Di vî warî de peywendiyên Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, cihê metirsiyê ne. Di encama van peywendiyan de partî û rêxistinên Rojhilata Kurdistanê tê tengavkirin û hingî diçe ev zext zêdetir dibe.
 
Şerê li herêma Rojhilata Navîn, herî zêde bandora xwe li Îranê dike. Hêzên girêdayî Îranê hemû têne hedefgirtin. Di esasê de hedefa sereke Îran e. Ev şer berdewame û wê guhertinên mezintir bi xwe re bîne. Rejîma Îranê çi bike bila bike, êdî nikare pêşiya xelkê bigre. Rejîm bi vî rengî berdewam nake û Îran ber bi guhertinê ve, ber bi şoreşeke nû ve diçe. Ji ber vê ne tenê hêzên Rojhilata Kurdistanê, hemû hêzên Kurdistanê divê di nava amadebaşiyê de bin û ji guhertinan re amde bin. Li ser vê bingehê civîn, serhildana di pêşengiya jinan de ku li Rojhilata Kurdistanê destpê kir û li seranserê Îranê belav bû, helwestek rewa û pîroz dibîne û silav dike û li seranserê Îranê piştgiriya têkoşîna zadiyê dike.
 
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQ
 
Iraq niha di krîzeke mezin de ye û gelek hêzên derve jî ji bo sûdwergirtina ji vê rewşê destwerdana Iraqê dikin. Li hin deveran maddeya 140’an ku pêvajoya Erebkirinê ye li dijî niştecihên Kurd tê meşandin û li gelek deveran dest danîne ser zeviyên cotyaran û hewl tê dayîn Kurdan ji van deveran derînin. Mixabin di vê hawîrdora nediyar û metirsîdar de hêzên Kurd ne tenê yekgirtî ne, di heman demê de ji hev belav bûne.
 
Ev bêhtirî 7 meh in li Başûrê Kurdistanê hilbijartin hatine çêkirin, lê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin û hilbijartina serokatiya herêmê jî pêk nehatiye. Di mehên payîzê de hilbijartinên Iraqê jî pêk tên. Di pêvajoyek bi vî rengî de yekrêziya nav mala Kurd gelek girîng e. Eger em weke Kurd yekrêzî nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têk biçin. Di heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin. 
 
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û SÛRIYE
 
Ev şeş meh in li Sûriyeyê rewşek nû heye, Rejîma Baes têk çûye û hêzên selefî li Şamê bûne desthilatdar. Lê hakîmiyeta wan li ser temamê xaka Sûriyeyê nîne. Pirs û pirsgirêkên Sûriya yê zêde ne. Her çendî bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Suriye yê re peymanek hatibe îmzekirin jî, lê mesele hê nehatiye çareserkirin. Li hember bawermendên Elewî komkujî pêk hatin û eger tedbîr neyêne girtin ev komkujî li hember Elewî, Mesîhî û Durziyan dê dubare bibin.
 
Desthilatdarên Şamê yên nû, dixwazin li ser neteweperestiya Erebî sîstemeke Îslamî ava bikin. Bîr û hizrên wan ji pîvanên demokratîk dûr in. Jin û mafên jinan di rojeva wan de nîne. Kesên sekuler û demokrat di bin zextan de ne. Ev jî rewşek ne diyar derdixe holê. Eger Suriyeyek demokratîk ava nebe, wê alozî berdewam bikin û mûmkine Suriye parçe bibe. Di vî warî de divê Kurd hişyarbin, dost û hevalbendên xwe zêde bikin. Li Rojavayê Kurdistanê, konferansa di navbera hêzên Kurdî da pêk hatî gavek erênî û serketî bû. Em vê konferansê û biryarên wê silav dikin.
 
REWŞA GIŞTΠ
 
Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel xetereyan derfetên baş jî hene eger em bikar bînin. Dewletên dagirker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Iraqê ne diyare û bê aramî zêde ye. Rewşa Sûriyeyê, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî ser hev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, ber bi guhertineke mezin ve diçe. Tirkiye, her çend xwe xurt dibîne û derfetên weke şerê Ukrayna - Rûsya û nakokiyên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û siberoja wê jî nediyar e. Şerê ku beriya 20 mehan li Filîstînê despê kirî,  berdewame û berfirehtir jî dibe. Kurdistan û hêzên dagirkerê Kurdistanê her yek bi awayekî di nava vî şerî de ne. Herêm weke berê namîne û statûko diguhere.
 
Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêxistin bikin û yekitiya xwe xurttir bikin, em ê bikarin statuyek mayînde ji hemû Kurdistanê re çêkin. Ji bo vê yekê divê hemû hêz, partî, sazî û rêxistinên me, her wiha hemû gelê me li çar aliyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî em ê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin.
 
Di vê serdema hesas de bi dilxweşî em dibînin di nav hemû hêzên Kurdistanî de diyalog heye, em hêvî dikin ev diyalog bibe bingeha hevkariyek xurt û yekitiya neteweyî. Ji bo em rojekî zûtir bigihên vê qonaxa pîroz, Civata Giştî ya KNK’ê, careke din bang li hemû hêz, partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku em konferansekî neteweyî kom bikin û hêzên xwe bikin yek.”
 

Sernavên din

13:33 Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê diaxive
13:20 Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tahranê bombebaran kir
13:14 MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir
13:13 Serokwekîla Şaredariya Rêya Armûşê hate hilbijartin
12:54 Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê serdana DEM Partiyê kir
12:53 Di konferansa Yekitiya Jinên Kurd de ‘Sekreterya yekitiya jinan’ hate avakirin
12:37 Belgeya nû ya derbarê Kurdistana Sor de: Tespîtên arkeologê Rûs ên têkildarî Mînkendê
12:05 Di lêpirsîna rojnameger Rabîa Onverê de biryara neşopandinê hat dayin
11:58 Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin
11:07 Li Silopiyayê tundiya mêr: Jina ducanî pitika xwe winda kir
11:05 Encamnameya hevdîtîna ‘Bîr û Edaletê’ tê aşkerakirin
10:55 Ûkrayna: Di êrişa Rûsyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:46 Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin
10:45 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket
10:12 Zextên li Rojhilat zêde bûn: Binçavkirin û qedexeya înternetê
10:09 Şaxa EMO'yê ya Amedê: Îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye
09:51 Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir
09:02 Li gundê Êzidiyan dest bi çêkirina qereqolê kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2025'AN
22/06/2025
17:38 DFG'ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist
17:25 Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Jinên Kurd dê di avakirina yekitî û civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin
15:17 Nûnerên Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan
14:43 Li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhej çêbû
14:30 Tehranê piştî êrişa DYA’yê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
14:19 DEM Partiyê ji konferansê re peyam şand: Her hewldan dê me bêhtir nêzî çareseriyê bike
14:16 Îmamoglû: Divê sererastkirinên hiqûqî û îdarî bên kirin
Partiya Pêşerojê: Ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir
14:02 Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin
13:26 Ozgur Ozel: Avakirina aştiyê berpirsyartiya me tevan e
12:14 Faîk Bulut: Kurd êdî aktor in û divê bi serwextî tevbigerin
12:03 Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin
11:11 Konferansa ‘Vekirina Rêya Aştiyê’: Divê eniya demokrasiyê çareseriyê pêşkeş bike
11:10 Xizmên Atak ê ji doza JÎTEM’ê tê darizandin êrişî xebatkarên şaredariyê kir
10:46 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:45 Li navçeyên Amedê ji bo zarokan şano hate pêşandan
10:32 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’: Serlêdanên bo wezaretê didomin
10:31 Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn
09:54 Kesekî nêzî Hamaney gef li DYA’yê xwar: Bila Tengava Hurmuzê bê girtin
09:47 Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol ji bo 6 mehan hate taloqkirin
09:34 Doza ‘îstîsmara zayendî ya li dijî zarok’ a mamosteyê qursê sibê dê lidarxistin
09:22 Ji malbata Yildirim ê leşkeran kuştibû tazmînat hat xwestin
09:03 Ji Netanyahu daxuyaniya destpêkê: Êrişa DYA’yê dê dîrokê biguherîne
09:01 Li zozanên petrol lê nîne ‘bîr’ tên kolandin
09:00 Li Elbakê nifûsa ciwanan kêm dibe: Sedem bêkarî ye
09:00 Bavê girtiyê ku rastî îşkenceyê hatiye: Tedawiya wî tê astengkirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ HEZÎRANA 2025’AN
08:42 DYA’yê li tesîsên nukleerî yên Îranê xist: Tesîsên krîtîk hatin tunekirin
21/06/2025
18:27 Li Amedê li dijî tiryakê meş
16:19 Jinên Elewî ji bo aştiyê civiyan
15:43 Mexdûrên KHK’ê: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
15:17 Tedawiyê nexweşên pençeşêr yên Can û Tat tê astengkirin
15:07 Îmamoglû der barê serdana DEM Partiyê de daxuyanî da: Divê li Meclisê komîsyon bê avakirin
14:58 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
14:35 Dayikên Şemiyê, aqûbeta Mûstafa Saygi pirsin
14:34 Xizmên Windayan: Bila polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe
13:12 Li Meletiyê erdhej çêbû
12:54 Ayşe Gokkan: Yekitî dermanê civakê ye
Kongra Star: Dermanê êşa sedsalê yekitiya neteweyî ye
12:39 Silavek bo banga ‘Civaka demokratîk’: Strana Mizgîn
12:34 Dayika Eren Bulbul: Bila dayikên din zarokên xwe winda nekin
Dayika Ûgûr Kaymaz: Em edalet û wekheviyê dixwazin, ne rondikên çavan
11:48 Komexebata ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’
11:36 Tehliyeya Nûrcan Aslan hat taloqkirin
11:36 Êrişên Îsraîl-Îranê yên li heberî hev berdewam in
10:51 Civîna YE-Îranê: Hevdîtina Cenevreyê bê encam ma
10:20 Îdîaya xwekuştinê ya di bin çavdêriya leşkerî de: 6 sal in li kujerê hevserê xwe digere
10:16 2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok bi dîmenên rengîn ve dest pê kir
10:15 Ji ber şer buhayê petrolê zêde bû
10:14 Li Amedê 3'emîn Konferansa Jinan destpê kir
09:35 Tehliyeya girtiyê ku piştgirî da banga Abdullah Ocalan hat taloqkirin
09:18 Titûnciyên Bedlîsê li dijî qeyran û qedexeyan têdikoşin
09:00 Kaniya Çirê tê tunekirin
09:00 Girtiyê ji sedî 76 astengdar e terkî mirinê hiştin
09:00 Serokê Baroya Amedê: Em hewl didin pêvajo pêşve biçe
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2025'AN
20/06/2025
16:41 Rehan Bayik hate definkirin
15:40 Li Mêrdînê şewat derket
15:34 Doza kesên tev li merasîma cenazeyê Aysel Doganê bûn hate taloqkirin
15:33 Li Licê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş hat lidarxistin
15:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
14:55 Baroya Amedê: Divê mafên penaberan nebin mijara bazariyê
14:39 Gora Revan Zana Bariştiran cara 4'emîn hate texrîbkirin
14:11 Hewldana Ji Bo Aştiya Civakî dê Konferansa ‘Rêya diçe aştiyê' li dar bixe
14:02 Tirkiyeyê gundên Dihokê bombebaran kir
14:01 Kesên di karesata şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:47 MKG: Bila rojnameger Sevda Erkilinç were berdan
13:25 Ji welatiyên Amedê hişyariya pêvajoyê: Ger gav neyê avêtin dê şerê Îsraîl-Îran li vir belav bibe
12:47 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê bang kir
12:39 Ji OHD'ê rapora li ser girtîgehên Antalyayê: Mafê tedawiyê tê astengkirin
12:38 Ji bo kurê xwe yê di greva birçîbûnê de banga hestiyariyê kir
12:33 Rojnameger Amed Dîcle: Jehrkuja netewe dewleta yekperest, neteweya demokratîk e
11:40 Wezîrên 4 welatan dê bi rojeva şerê Îsraîl-Îranê bicivin
11:31 Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê li Amedê konferansê li dar bixe
11:28 Li Wanê jin li dijî tundiyê bi hev re têdikoşin
10:59 Dayika hevjîn û kurê xwe di şer de winda kirî: Me ev bedel ji bo azadiyê da û divê gav bên avêtin
10:45 Ji ber endamtiya rêxistineke fesixkirî ceza dan siyasetmedar
09:56 Şewata li Keleha Mêrdînê derketî hate vemirandin
09:52 Li girtiyê destekî wî tune ye 11 roj cezayê hucreyê hate birîn
09:33 Li Şirnexê li dijî zarokan tacîza zayendî: Faîl hate tehliyekirin
09:20 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:00 35 sal in li Elbakê hêştiran xwedî dike
09:00 ROJEVA 20’Ê HEZÎRANA 2025’AN
19/06/2025
16:55 DEM Partiyê li pêşiya Sîlîvriyê daxuyanî da: Daxwaza hemû hevalan aştî bû