SÊRT - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Sêrtê di kongreya partiya xwe de axivî û got: “Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin. Hûn ê gav biavêjin, ji bilî vê tu rê nînin.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê li eywaneke dawetan a li bajar 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Wêneyên siyasetmedar Faruk Saglam û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, pankartên “Em ê guherîn û veguherînê bi şoreşa zîhniyetê tacîdar bikin”, “Em ji bo aştî û civaka demokratîk xwe birêxistin dikin”, “Li dijî tundiya mêr-dewletê Jin, jiyan, azadî” û “Bi têkoşîna azadiyê ya jinê em aştiyê birêxistin dikin” hatin hilayîstin.
Hevserokê Bajar Eşref Tekîn ji ewil axivî. Piştî axaftina Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî axivî.
‘RÊ DIGUHERE LÊ PARADÎGMA NAGUHERE’
Temellî, bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em di qonaxa serdemeke nû de ne. Em hewl didin veguherîneke mezin pêk bînin. Em heta niha li dijî zilmê, tunekirinê, komkujiyan, tunehesibandin û pişaftinê têkoşiyan û di dawiya vê têkoşînê de em hene û dê her hebin. Dibe ku amûrên têkoşînê biguherin lê biryardariya têkoşînê naguhere. Li pêşiya me serdemeke nû ya têkoşînê heye. Rê diguhere lê paradîgma tu caran naguhere. Silav ji kesê ev paradîgma afirandî, silav ji Abdullah Ocalan re.”
Di vê navberê de beşdaran bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
‘DEMA ÇARESERIYÊ YE’
Temellî, diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê jî hêzên serdest nekarîn bigihijin armanca xwe û got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd ê ji bo vê xakê aştiyeke topyekûn, demokratîkbûnê bîne. Dê rê li ber azadiya gelên Rojhilata Navîn veke. Ji bo vê pêdivî bi paradîgmayeke mezin heye ku avakerê vê jî birêz Ocalan e. Banga dîrokî ya 27’ê Sibatê 50 salên pêşiya me ronî dike. Dinya diguhere û ya ku wê dinyayê diguherîne jî ev fikr û têkoşîn e. Dinya li Kurdistan û Rojhilata Navîn diguhere. Ji ber ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo azadiya hemû dinyayê têdikoşe. Niha dema çareseriyê ye. Navnîşana çareseriyê diyar e. Lewma serî li birêz Ocalan dan. Rêyek li pêşiya me ye ku ew jî rêya civaka demokratîk, rêya sêyemîn e.
BILA JI XWE RE XEYALÊN CUDA ÇÊNEKIN
Ji bo vê em ê xwe tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal birêxistin bikin. Em ê hemû civakê tevî vê seferberiyê bikin. Civak dê bi îradeya xwe bajar birêve bibe. Çawa bixwaze dê meclisê xwe wisa ava bike. Vaye civaka demokratîk ev e. Bila kesek ji xwe re xeyalan çêneke, ji vê rêyê veger tune ye. Em ketin ser rêya aştiyê û vegera wê tune ye. Dibe ku tirs û fikar hebin. Lê ew jî dê çareser bibin. Hezar hincetan nîşan didin. Çek dikare were berdan lê divê tiştên ji bo wê bên kirin teqez bên cîbicîkirin. Gelo dê temînateke hiqûqî yê çawa ji bo kesên çekê ber didin hebe? Dê temînata hiqûqî ya kesên di pêvajoyê de cih digirin çi be? Pêvajo dê çawa pêş bikeve? Divê çi gav bên avêtin? Divê ev mijar bên axaftin. Birêz Ocalan Meclisê nîşan dide û em jî li wir dixebitin. Hemû civak li benda çarewseriyê ye. Piraniya civakê piştgiriyê dide banga 27’ê Sibatê.
Hûn îktîdar in û hûn ê tiştên pêwîst ibkin, bi cisaret tevbigerin. Nexwe hûn nikarin pêş bikevin. Hûn ê gavan biavêjin, ji bilî vê rê tune ne. Heke tiştên ji paketa darazê dihat xwestin bihatina cîbicîkirin, dê pêşketin çêbûya. Divê ev welat ji qanûnên cuntayê rizgar bibe. Beriya çêkirina destûra bingehîn divê paqijiya rê were kirin. Em ji bo vê bi rê ketin û dê bi ser kevin.”
Piştî axaftinan, rapora darayî û fealiyetan hate xwendin. Herî dawî bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin û Revşan Aslan û Kenan Bîlge bûn hevserokên nû.