NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên protestoyî yên li Los Angelesê ku ji bo piştevaniya bi penaberan re tên lidarxistin, didomin. Li navenda bajar qedexeya derketina kolanan hate ragihandin.
Çalakiyên protestoyî yên li bajarê Los Angeles ê DYA’yê ku ji bo piştgiriya bi penaberan re tên lidarxistin, didomin. Şaredarê Bajar Karen Bass, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku ji bo navenda bajar qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin.
Qedexe, li navenda bajar ji bo qadeke biqasî 2 kîlometrekare û nîvan hat ragihandin û dê bi şev saet 20.00’ê heta serê sibehê saet 06.00’ê bidome.
Karen Bass, diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina “kesên inyeta wan xerab” ên ji hewldanên “kaotîk” ên Trump sûdê digirin, biryara qedexeyê dane.