AMED - Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê dê sibe ji Qada Şêx Seîd heta Birca Keçikê meşê li dar bixe. Platformê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê banga tevlibûna meşê kir.
Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Hişbirê dê sibe li dijî berbelavbûna madeyên hişbirê bi dirûşma “Li dijî hişbirê bêdeng nemîne” meşekê li dar dixe. Meş dê li Qada Şêx Seîd dest pê bike heya Birca Keçikê ya li Deriyê Mêrdînê berdewam bike. Di meşê de dê belavok bên belavkirin û banga hestiyarî û têkoşîna li dijî hişbirê li welatiyan bê kirin.
Di belavokê de ev yek hate gotin: “Em ê sibê saet di 17:00an de li Qada Şêx Seîd heta Birca Keçikê bimeşim. Em ê belavokên xwe belavbikin û li hember xeteriya madeyên hişbirê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Li dijî vê pergala ku civaka me dirizîne, ji bo ku em tax, zarok û pêşeroja xwe biparêzin em bang dikin ku hemû gelê me û rêxistinên demokratîk piştgiriyê bidin vê meşê. Li dijî hişbirê têkoşîn parastina jiyanê ye! Em bi hev re bimeşin, bi hev re biguherinîn!”