STENBOL - Rojnameger Rahîme Karvar ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan.
Danişîna ewil a doza rojnameger Rahîme Karvar ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Rahîme Karvar û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. MKG, DFG, DÎSK Basin-Îş, MLSA û gelek kesan jî doz şopandin.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Rahîme Karvar parastina xwe kir. Rahîme Karvar, diyar kir ku bi xebatên rojnamegerê tê sûcdarkirin, ew xwedî li xebatên xwe yên rojnamegeriyê derdikeve û daxwaza tehliyeya xwe kir.
Piştre jî dozger axivî û xwest rewşa girtî ya Rahîme Karvar bidome û ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest.
Parêzer Elîf Taşdogen jî anî ziman ku miwekîla wê rojnamegere e û xebatên wê jî di çarçoveya pîşeya wê de ne. Elîf Taşdogan, got ku bikaranîna peyva “Kurdistanê”, çêkirina nûçe û bernameyên têkildarî jinan, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bikaranîna têgeha tecrîdê sûc nînin. Elîf Taşdogan, daxwaza tehliyeya miwekîla xwe kir.
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî got ku hevpeyvîna Rahîme Karvarê bi wî re kiriye weke sûc hatiye nîşandan û got ev nayê qebûlkirin. Çakmak, daxwaza tehliyeya miwekîla xwe kir.
BIRYAR
Dadgehê jî biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, ji bo Rahîme Karvarê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û ji bo amadekirina mutalaayê danişîn taloqî 17’ê Tîrmehê kir.