NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê zêdetirî 100 balafirên biçek ên bêmirov ji bo êrişê şandiye.
Îsraîlê di danê sibehê de paytexta Îranê Tehran hedef girt. Di êrişa bi navê “Operasyona Şêrê Bilind Dibe” de gelek cih hatin bombebarankirin. Di êrişan de gelek fermandarên payebilind û zanyarên nukleerê hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku Îranê di nava çendek saetean de li dijî wan zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek rakiriye.