AMED - 7’emîn Rojên Ma Musicê ku ji bo bîranîna hunermend Nesrîn Şêrwan tê lidarxistin, di roja 2’yemîn de berdewam kir.
7’emîn Rojên Ma Musicê ku ji bo bîranîna hunermend Nesrîn Şêrwan tê lidarxistin, dê heta 15’ê Hezîranê bidomin, di roja 2’yemîn de berdewam kir. Di roja 2’yemîn de li Çand Ma ya li navçeya Sûrê çîroka Nesrîn Şêrwan hate vegotin. Malbatên xwendekaran jî tev li çalakiyê bûn.
Piştre jî zarokan cil û bergên Kurdî li xwe kirin û li entstruman xistin. Çalakî, bi stranên koma zarokan û gerandina govendê bi dawî bû.