COLEMÊRG - Keşîşxaneye Mar Şalîtayê ya dîrokî, ji ber texrîbatên defînegeran û terkexemiyê ber bi tunebûnê ve ye.
Keşîşxaneya Mar Şalîta ya li gundê Dizê yê Colemêrgê ku di serdema Nastûran de hatiye avakirin, ji ber bêxwedîbûn û texrîbatên defînegeran ber tunebûnê ve ye. Keşîşxane, ji aliyê welatiyên herêmê wek Dêra Çiya yan Dêra Kerîser tê binavkirin. Der barê dîroka keşîşxaneyê agahiyeke zelal nîne.
Keşîşxane, li ser rêya Zozanê Spîxanê di erdeke asê ya nava Newala Cîlo de ye. Keşîşxaneya ku di nava zinaran de hatiye avakirin, 3 qat ê dora 3 metreyan dirêjahiya wê û 3 metre jî firehiya wê heye.
TENÊ DÎWARÊN WÊ MAN
Dema Qirkirina Ermenan de Nastûran koç kir û keşîşxane bêxwedî ma. Di vê demê de warên dîrokî winda bûn û defînegeran jî her derê keşîşxaneyê kolandin û xera kirin. Ji ber nebûna xebatên restorasyonê û nebûna biryarên parastinê, wêrankirina keşîşxaneyê di nava salan de mezintir bû. Bi demê re, ji keşîşxaneyê tenê dîwar man.