* Yûsûf Doner ku cenazeyên 2 zarokên wî di bin payerêya Kîlyosê de hatine definkirin, got: “Min dixwest bimirim lê zarokên xwe di bin wê payerêyê de nebînim. Tevî van êşan jî heke aştî bibe dê êşa me siviktir bibe.”
* Welatiyên bajarên Wan û Qersê krîza aborî ya li welêt nirxandin û gotin ku tekane çareseriya xelasiya ji vê krîzê, aştî ye.
* Nûran Seçkîn a ku di şer de 4 kes ji malbata xwe winda kir, wiha got: "Li ber serê me şerê Îsraîl-Îranê heye. Divê aştî bê kirin. Hewceye dewlet ji bo vê gavên lezgîn û şênber biavêje."
* Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku mezintirîn pêdiviya welat aştî ye û got: "Geşedanên li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re dibêjin 'pirsgirêkên xwe çareser bike.' Em, nûnertiya Rêya Sêyemîn dikin. Dixwazin Rojhilata Navîn demokratîk bibe."
* TJA'yiyan ji bo mihrîcana jinan ku dê li Gimgimê bi şîara "Bi jina azad, xweza û çandê re ber bi civaka demokratîk ve" bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û got: "Em, xweza û pêşeroja xwe bi hev re ava bikin."
* Hevberdevkê Demê yê Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku divê îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav biavêje û operasyonên leşkerî bide sekinandin.
* Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li Navenda Giştî geşedanên di rojevê de binirxîne. (11.00) ZINDÎ