COLEMÊRG - Endama Navenda Giştî ya ÎHD’ê Pinar Zengîn diyar kir ku berdana girtiyên nexweş, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û xurtkirina rêveberiyên herêmî dê ji bo pêvajoyê sûdewer bin.
Endama Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Pinar Zengîn, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan bangekî dîrokî ye û ev bang ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Pinar Zengîn, got: “Her wiha destpêka pêvajoya demokratîkbûnê ye. Hem bangê hem jî biryarên PKK’ê li cîhanê deng veda. Ev veguherîn nîşanî me dide ku zemîna siyaseta demokratîk û temînata hiqûqî bi wê pekane ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn de cih bigirin. Ji ber ku ji dîrokê ve ye gelê Kurd dixwaze bi weke miletekî bijî, bi zimanê xwe perwerde bibe, azad biaxive û bijî. Belkî jî yek ji mijarên herî girîng ku dewlet dikare niha biavêje, çareseriya zimanê dayikê ye.”
'DIVÊ GELÊ KURD Û ZIMANÊ KURDÎ BÊN NASKIRIN’
Pinar Zengîn, bi lêv kir ku sedema sereke ya şer nenaskirina mafên kolektîf ên gelê Kurd e û wiha domand: “Naskirina ziman û nasnameya Kurdan dê heta astekî gel aram bike. Li rexekî pêvajo li rexa din operasyonên leşkerî nabe. Ev yek, pêvajoya qedexeya derketina kolanan tîne bîra gel. Lewma jî dudil û fikaredar e. Ji bo ev bêbaweriye ji holê rabe, divê gavên şênber bên avêtin. Divê operasyon bên sekinandin û pêvajo şefaf bimeşe. Heke ev bang bên bersivandin û operasyon bisekinin, hindik jî bê dê hestiyarî, hêvî û baaweriyek ava bibe. Lewma divê yekser van polîtîkayên ewlehiyê bidin sekinandin. Nexwe dê rê li ber şikestinê vekin. Li dijî berdana çekan, divê teqez operasyon bên sekinandin. Divê atmosfera şer bê rakirin û hesta aştiyê serwer be.”
BANDORA AZADIYA ABDULLAH OCALAN A LI SER GEL
Pinar Zengîn, anî ziman ku yek ji gavên herî şênber ên nîşaneya pêvajoyê divê berdana girtiyên nexweş be û wiha pê de çû: “Divê zextên ser azadiya fikr û xweîfadekirinê bênr akirin, rêveberiyên herêmî bên xurtkirin. Ev yek dê ji bo pêvajoyê sûdewer bin. Dema hemû mafên Kurdan di destûra bingehîn de hatin naskirin, wê demê pirsgirêka Kurd bi temamî çareser dibe.”
Bi domdarî Pinar Zengîn got ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê gavekî girîng be û axaftina xwe wiha qedand: “Nêrînên Ocalan ên siyasî, felsefî, ekolojî û di qadên din, nîşan dide ku ne li pey tetmînkirineke şexsî ye lê armanca wî ya esasî ew e ku gelê Kurd li Kurdistanê bi awayekî azad qedera xwe diyar bike. Lewma jî pirsa ‘Gelo Ocalan dixwaze azad bibe?’ herî baş Ocalan dikare bide. Ev ne tenê daxwazeke şexsî ye, hema hema fikra tevahiya gelê Kurd ê li vê xakê dijî ye. Dema mirov li têkoşîna bi sala ye tê meşandin dinihêre ku piraniya wê li ser Ocalan e, dibîne ku ev daxwaz di nava gel de zêde li pêş e.
Di vê pêvajoyê de yek ji rolên herî girîng jî ya rêxistinên civaka sivîl e. Lewma divê berpirsyartiyên xwe bicih bînin û bi rola xwe rabin.”